Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
akira kurosawa - tirşik
akira kurosawa
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. derhênerekî japonî yê gellek bi nav û deng e. Hin filmên wî tên nasîn li her aliyê dinyayê.

çend fÎlmen wÎ e delal spehÎ bedew rind xweşik * û hwd ; shichinin no samurai, rhapsody in august, ran, kagemusha Û yojimbo.



05.05.2014 20:23 | xwelî li ser

2. yek ji derhênerê herî baş ê cîhanê ye. bi xwe samûrayek e. 32 fîlm derhênandiye. tenê 4 fîlmên wî di bin 7 pûanê imdbê de ye (ew jî ên nû derhênandine). wekî din fîlma wî shichinin no samurai di IMDBê de 8.7 pûan wergirtiye. Fîlma wî ya dreams an jî xewn(in) de weke pirtûkeke çîrokan amade bike ev fîlm derhênandiye. Pirraniya fîlmên wî dîrokî ne.



30.11.2014 00:48 | berxweda

3. ji ber ku malbata wî malbateke samûrayan e, ew jî dibe samûrayek. piştî hayao miyazakî, derhênerê duyemîn e ku ez herÎ pir jê hez dikim. pirtûkeke wî ya bi navê cama no abura heye. di vê pirtûkê de qala xwe û hûnerên xwe dike. fîlma xwe ya ewil (bnr: sugata sanshiro) dema li dinÊ şerekî dijwar diqewimî, kişandiye.(1943) lê em nikarin bêjin fîlmeke ewqasî serkeftî ye. lê dîsa jî digel fîlma wî ya ewil e mere dikare lê temaşe bike yanî ne fîlmeke xerab e. di fîlma xwe ya ewil de ew hesta xwe ya di hemû fîlmên xwe de dide me, dide. hesta başiyê.. di hemû fîlmên wî ji bo mirovahiyê peyameke taybet heye: baş bin hekena mirovahî dê li ber nebaşiyê here. mesela di fîlma ranê de li ser vÊ mijarê pir hatiye sekinîn. ji şanoya shakespera hatiye kişandin lê dîsa jî sedema hilbijartina vê şanoyê û vî şanogerî girîng e. ger ji pirtÛkekê an jî ji şanoyekê fîlmekÊ bikişîne, teqez li çanda japonyayÊ dîne û fîlmên xwe bi wî awayî dikişîne. mesela ran û kumonosu-jô her du jî ji şanoyên shakespeare hatiye kişandin. shakespeare li gor çanda ingîlistanê nivîsiye lê kurosawa çanda şanoyê wegerandiye japonî.. ka em werin fîlma wî ya efsaneû di heman demê de fîlma ku ez herî pir jê hezdikim: shichinin no samurai. di vê fîlma xwe de ez bawer im pir serê xwe êşandiye. ev jî weke hemû fÎlmên wî li ser samûrayan e lê ferqa wê ew e ku ev di heman demê de li ser erkên samûrayan û pirsgirêkên gel e. kurosawa ji bo ku van mijaran li baş bide fÊhm kirin ez bawerim pir xebitîye û fîlmeke wisa efsane kişandiye. fîlm sê saet e lê ji ber ku her tim bûyerek diqewime mirov jê aciz nabe.. em werin fîlmeke wî ya din a efsane: yojimbo. ev fîlma wî jî di nav fîlmên ku ez herî pi jê hez dikim, de ye.. dîsa samûray dîsa aksiyon û dîsa ji bo mirovahiyê hişyarî..

rashomon: ev fîlma wî, fîlma wî ya ewil e ku navê wî derveyî welêt bihîsandiye:

- di sala 1951an de li mihrîcana fîlman a venedikê de xelata şêrê zêrîn standiye ango weke fîlma herî baş hatiye hilbijartin Û di sala 1953yan de li oscarê ji bo beşa 'rÊvebirina herî baş a hunerê' bûye endam û nesitandiye lê bi van bûyeran navê wî li dinê belav bûye. jixwe piştî van salan martin scorsese, francis ford coppola, george lucas û çend derhênerê din ên pir jêhatî dibin heyranê wî bi wî re têkiliyê dîdinin. mesela dema kurosawa ji japonyayê dihere rusyaya sovyet, coppola Û lucas alikariyê li wî dikin da ku fîlmekê bikişîne û kurosawa dîsa fîlmeke pir Û pir xweş û serkeftî dikişîne: dersu uzala

hê fîlmê wî yên baş pir in lê qalkirina fÎlman bes e. ka ez hinekî jî qala jiyana wî bikim. 7 xweh û birayên wî hene û kurosawa zarokê herî biçûk ê malê ye. bavê wî ji ber di artêşê de xebitîbû xwastiye ku kurosawa hÛnerên rojavayê bielime û ji ber wê hertim şîret û alikarî li wî kiriye û bi serkeftî jî derketiye. mesela kurosawa di şeş saliya xwe de dest bi temaşekirina fîlman dike. diçe şanoyê, pir ji çêkirina wêneyan hez dike dixwaze dema mezin bibe, bibe wênekêş. lê ji ber ku bêimkaniyan nikare bibe. dema kurosawa dibe ku dema şerê duyemîn ê cihanê ye. di vê demê de tevlî komunîstan dibe lê dawiyê dibêje ev ne li gorî min e û ji nav wan derdikeve. kurosawa di wan deman de bê pere ye Û ji bo hinek pere têkeve destê wî dest bi nivîsandina senaryoyan dike û carinan şevê senaryoyekê dinivîse mesela. piştî hinek wext derbas dibe dihere di studyoyan de dixebite. mesela alikariya derhênerê fîlma gojira dike. wê demê gojira fîlmeke pir navdar e û kurosawa di vê filmê de alikarî kiriye. bi vî awayî, bi vî awayî êdî tê wê astê kî êdî dikare fîlma xwe bikişîne.. û fîlma xwe ya ewil di sala 1943yan de dikişîne.. kurosawa di sala 1998an de rihmet dike.



30.11.2014 14:30 | mergehez

4. derhênerê ku navê wî dişibe navê jinan. li kuderê navê wî bibînim, qey dibêjim jin e*



01.12.2014 10:47 | nazim tolhildan

5. Fîlmê wî yê bi navê Ranê gelekî balkêş e. Bandora şanoya qral learê xwe bêtir nîşan dide. Lê berevajîyê şanoyê di dewsa keçan de lawên qrêl cî digirin. Her sahneyeke wê bi xwe dişibe tabloyekê.



26.10.2021 22:04 ~23:09 | dewbir

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» akira kurosawa

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinema sinemadrhnr
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî