Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
ansiklobediya zarokan - tirşik
ansiklobediya zarokan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ansiklobediya ku ji aliyên çend nivîskarên kurd ên xîretkêş ve ji bo perwerdehiya zarokên kurd li ber ansiklobediya zarokan a bi zimanê swêdî hatiye amade kirin..



amadekarên orjînala ansiklobediya zarokan:



sven lidman

tord pramberg

hardy hedman

sten pettersson

tord nygren



amadekarên kurdiya ansiklobediya zarokan:



alî çîftçî

hesenê metê

mahmûd lewendî

amed tîgrîs

seyidxan anter

lêhûrbûna zimên: remzî kerîm



ansîklopedî di sala 2004'an de ji nav weşanên apec-ê derketiye..



ji devê nivîskarên kurdiya ansiklobediyê pêşgotin:



ev karê weke karên ansîklopediyan, karê dezgeh û nemaze dezgehên dewletan e. dema ev kar ji bo zarok û xortan be, berpirsiyarî û hesasiyeta li ser jî girantir dibe. bêguman ev ansîklopediya zarokan jî berpirsiyarî û hesasiyeteke welê di xwe de diguncîne. em pê dizanin û me hay jê hebû.

bi gotineke din heta ku ji destê me hat, me pedagojiya zarokan, etîmolojiya peyvan, hêsanî û estetîka hevokan dan ber xwe û ev kar welê pêk hanî.

zanebûna tiştên di ansîklopediyekê de û faktayên li ser wan, ne tenê tiştên li welatê me an jî di zimanê me de ne, herweha tiştên dunyayî ne jî. zehmetiya ku di karê vê ansîklopediyê de derket pêş me, ew tişt bûn ku belkî ne li welatê me hene û ne jî di zimanê me de.

di amadekirina ansîklopediya zarokan de, ji bilî hemû ferhengên zimanê kurdî me ferhengên erebî, farisî, tirkî û ewropî jî dan ber xwe ku em nekevin çewtiyeke faktayî. me li gor gotinên zimanê kurdî peyva herî hêsan hilbijart ku biçûkên me jî bi hêsanî bi lêv bikin. weke agahiyeke zêde jî di hevokên dawîn de me da zanîn ku li hinek navçe û deverên welatê me jê re tiştekî din jî dibêjin û me ew tişt jî nivîsand.

ev ansîklopediya zarokan îro wergeriyaye gelek zimanên din jî. însîyatîfa hemû kar, çap û weşandina ansîklopediya zarokan, weşanxaneya apecê û xwediyê wê alî çiftçî xwe daye ber. weke redaksiyon me jî karê wê da ber xwe. di karê ansîklopediya zarokan de me peyv bi peyv rasterast wernegerandiye. me mijara peyv û gotinên di ansîklopediyê de bi zarekî kurmancî raxistiye û ji nû ve nivisandiye. herweha me çend nav û gotinên xwe yên kurdî jî lê zêde kirine ku reng û lezeteke kurdî bide biçûkên me: weke newroz, kew, bilûr, sîsalekên gurî, ala kurdî û hinek tiştên din. ji ber ku ev tişt di orjînala ansîklopediya zarokan de tunebû û ev kar me bi destûra amadekarên wê yên eslî kiriye. bi baweriya me, bi vê ansîklopediya zarokan, biçûkên me ê:

di warê ziman de jîriya têgêhîştin û vegotina xwe xurt bikin û xwe bi pêş bixin.

di van salên xwe yên ter û teze de bibin xwediyê gotinên ji nava malê der û dûr ku ev jî di jiyana wan de gelekî giring e.

tekst û wêneyên ku di ansîklopediya zarokan de hene, ew ê bihêlin kuagahî zû têkeve hişên wan



ansîklopediya zarokan



ji wê gava ku zarok bi bîr dibin û pê de,ew bi baldarî û enerjiyeke xurt bi ser

tiştên derdora xwe ve dibin. her tiştên ku ew dibînin ji bo wan nû ye.

zarok bi mezinbûna xwe re dibin xwedî tecrube, hin bi hin sînorên bal û meraqa wan zêdetir dibe. bala wan dice ser mijarên dûr û kûr.

ma ji me kesên mezin kê ji pirsên zarokan, yên ku li dû hev û li ser hev para xwe nestendiye?



bal û mereqa zarokan tiştekî xwezayî ye



zarok birçiyên çîrokên li ser rastiyê ne. ji ber vê ye ku hertim pirsan dikin. lê gava dibînin mezin guh nadin wan, wê çaxê bêdeng dibin û mecalên dan û sitandinê jî di navbera mezin û biçûkan de namîne. herweha gelek mijarên din, mijarên ku ji bo zarokan ne konkret in, bi rêya tv, radyo û komputêran bi deng û wêne digêhîjin zarokan. giring e ku kesên mezin vê lehiya wêne, term û hestan bi zarokan bidin zanîn ku zarok karibin wan ji hev derxin.

ji bo zarok têbigêhin û serwext bin, ji wan re alîkariyek pêwist e. zarok li gor zimanê xwe bersivan dixwazin.



biçûk û mezin bi hev re



di dema îro de wexta dê û bavan bi zarokan re kêm bûye. loma jî zarok piraniya wextên xwe li ber tv û komputeran dibihurînin. û ev jî dibe sedem ku dan û sitandineke jîndar di navbera dê û bav û zarokan de pêk neyê. dan û sitandin, gotûbêj û afirandinên di nav piçûk û mezinan de giring in, lê gelek caran meriv pê re nagêhin.

lêkolînerên mejînas, kapasîteya fêrbûna dema zaroktiyê bi têra xwe baş nimandiye. çiqas guneh e ku meriv li vê yeka ha xwedî dernekeve. sersariyeke mezin e ku meriv berî

dibistanê hin bi hin tîp, peyv û hejmaran bi zarokan nede naskirin.



nasîna hacet û aletan



"nasîna hacet û aletan" tiştekî welê ye ku meriv bi nasîna van hacet û aletan re bi ser zanîna tiştên din ve jî dibe û rê li ber zanîna meriv vedibe. nemaze tîpên alfabeyê û peyv, hejmar û jimartin, jîrbûna xwendin û nivîsandinê... di dawîya dema beriya dibistanê de ji bo gelek zarokan tîp û sembol balkêş in. zarok hêdî hêdî hin gotinan nas dikin, gotinên ku li ser lewheyan, sernivîs û anonsan hene. girêdana navbera tîpan, term û wêneyên ku di vê pirtûkê de hene "dilbijiya tîpan" li ba zarokan xurttir dike.

ev ansîklopedî bi rêya tîp û alfabeyê alîkariya zarokan dike ku ew tiştan nas bikin û bizanin. çi bi rêya komputeran be û çi bi pirtûkan

be, zanîn û nasîna tiştan gelekî giring e.



ev pirtûk berê xwe dide kîjan grûpan?



ya rast ew e ku meriv bi hêsanî nikare bêje ka ev berhem ji bo zarokên kîjan grûp û temenî ye. lewra zarok roj bi roj bi pêş dikevin. lê em berî hertiştî berê xwe didin van grûpên zarokan:



serdema beriya dibistanê



ev serdem, di jiyanê de serdemeke welê ye ku meriv bêtir bîra tiştan dibe û tişt baştir dikevin serê meriv.

beriya ku zarok bikarin bixwînin normal ev peryod dest pê dike. gelek caran wêneyek mereqdariya zarok gelekî xurt û zêde dike. dema ku zarok pirsan dikin, mezin, bi alîkariya tekstê dikarin wêneyan ji wan re rave bikin.



peryoda daxwaza xwendina pêşîn



piştî demekê xwendin hin bi hin hêsantir dibe, tîp û peyv hevokên bi wate saz dikin. pisporekî xwendinê, xwendin şibandiye texmîna di lîstikeke pêşketî de. ji bo ku meriv di lîstikê de bi ser bikeve, divê meriv gelek gotinan bizane. ji şîrovekirina gotinan re wêne dikarin bibin alîkar.

ji bo zarokên ku ji xwendinê hez dikin û baş dixwînin ev ansîklopediya zarokan destpêkeke giring e.



...pirtûkek ku zarok û mezinan bi hev re tevdigerîne!



ev ansîklopediya zarokan, ji zarokan re dikare bibe alîkariyeke baş ku zarok li

zanîn û nasîna tiştan bigerin û herweha kêfxweşiya wan zêdetir bike. lê meriv dixwaze dilgeşî û serpêhatiyên xwe bi kesên din re parve bike. di nîgartin, ravekirin û formulekirina tiştan de ev dilgeşiya hevbeş û handana ziman ji bo zarokekî tiştên gelekî giranbuha ne. zarokên ku ji diyalogan bêpar in, di têgêhiştin, rêziman û gencîneya peyvan de rastî kêmasiyan tên.

divê meriv wek hogirekî bi zarokan re tevbigere. lê wek kesekî mezin divê meriv bêtirs diyar bike ku meriv nikare bersiva her pirsê bide. li ser me mezinan erkek e ku em mereqdariya zarokan biparêzin!



hûn ê çawa ansîklopediya zarokan bi kar bînin?



di evê ansîklopediya zarokan de nêzî 500 peyv û gotin hene ku li gor rêza alfabeyê hatine rêzkirin. hemû peyv û gotin jî li gor cîhan û fantaziya zarokan hatine hilbijartin. di her rûpeleke vê ansîklopediyê de rêza alfabeya kurdî heye û tîpa aktuel li ser vê rêzê bi rengekî din hatiye nîşankirin. ev jî ji bo zarokan hêsan dike ku tîpa alfabeyê baştir bibîne û nas bike. girêdana wêne, peyv û tîpan alîkariyê dike ku zarok zûtir serwextî zanînê bibin.

weke nimûne em bibêjin peyva dil: tu ê di ansîklopediyê de di beşa dyê de li peyva dil bigerî. piştî ku te dil dît, tu ê bizanibî ku dil di sînga merivan de ye, ji masûlkan pêk hatiye. meziniya dilê herkesî bi qasî kulma wî ye. gava dil lê dide, ew xwînê dişîne her aliyekî laş ku oksîjen û adanê bistîne... ger tu mereq bikî ku bi zimanekî din ji dil re çi dibêjin, tu dikarî li dawiya vê ansîklopediyê li ferhengoka kurdî, swêdî, îngilîzî, almanî û tirkî binerî.



10.07.2013 16:21 | endazer

2. du meh berê ez li malpera Enstîtuya kurdî ya Parîsê li rast hatim. BI RASTÎ HIM KÊFA MIN PIR jê HAT , HIM JÎ GIRÎYÊ MIN... di zaroktiya xwe de çawa ez muhtacî pirtûkekî wanî bûm kesekî nizane... WEK EZ ZAROKEKÎ ÇÛK BÛM... ÇÛM ÇAR CILT DERXISTIM, YEKÎ JI MIN RE, ÊN MAN JÎ JI BO BIRAZÎYEN MIN. CARÊ VEDIKIM Û DIXWÎNIM. WEK TAMA ŞÎRA DAYIKA MIN... DESTÊ AMADEKARÊN GIŞA SAX BE.



12.10.2013 23:39 | biruya hayao miyazaki

3. (bnr: apec förlag)



Here lînkê



31.05.2016 00:41 | biruya hayao miyazaki

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ansiklobediya zarokan
» zarokanîn

Kategoriyên mijarê:: ziman perwerdehi zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî