Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kurdî - tirşik
kurdî
(66) (7) (1)
di mijarê de bigere

1. zimanê gelê kurd û vê malperê ye. zimanek ji malbata zimanan ya hînt avrupayê ye.



29.05.2013 17:01 | simurg56

2. li gorî wîkîpediya li dinyê gişî 34 milyon kes kurdî diaxivi

bnr; http://en.wikipedia.org/wiki/list_of_languages_by_number_of_native_speakers



06.06.2013 00:39 | serhed7

3. bi devoka mirovên ji herêma serhedê elîkopter



06.06.2013 01:32 | parezer

4. evîna mela û xanî



06.06.2013 02:10 | parezer

5. zimanekî ji şaxa zimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye



06.06.2013 09:44 | serhed7

6. carinan di ber xwe re dibêjim, ku ez ê ti carî hînî vî zimanî nebim; xurt e, ji her qulê dipengize.



06.06.2013 10:54 | filitto lawo

7. zimanê ku li gorî tirkan, şaxeka tirkî, gorî farisan, şaxeka farisî û gorî ereban şaxeke erebî ye.



06.06.2013 16:08 | azadixwaz

9. (bnr: kurdî)



01.07.2013 10:13 | simurg56

10. ban û sîwanê zimanên (zaraveyên?) kurdan.



10.07.2013 11:18 | sîsîfos

12. li ser facebookê navê komekî ku heta niha 10.494 endamên wê hene.. di komê de tevî çend pispor û zanayên fîlolojî û etîmolojiyê ku bi profesyonelî vî karî dikin û her yek xudan berhemên qerrase yên derheqê zimanzaniyê de ne û gelek kes û kûsên ku bi dilxwazî û heweskarî mijarên têkilî peyvnasî û rêziman û rastnivîsîna zimanê kurdî li ber nîqaş û guftûgoyan vedikin û li ser van mijaran nêrîn û zanînên xwe dinivîsn hene.. di warê zimanê kurdî de komek gelekî kêrhatî û sûdemend e.. ji her çar parçeyên kurdistanê û ji her zaravayek û devokeka zimanê kurdî kurd di komê de hene û bi aktîvî tevli mijarên aktûel dibin û der û deverên jê an lê agahiyan radighînin.. li derûdora min bi xwe jî gelek hevalan piştî pêşniyarên min ên derheqê komê de saya serê vê komê hewisîn fêrbûn û fêhmkirina zimanê kurdî û zanîn û karînên xwe yên derheqê axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî de zêde kirin û bi pêşde birin..

ji vir bangekî ji bo nivîskarên tirşikê yên di facebookê de xudan hesab in dikim ku beşdarî vê komê bibin û di komê de reklam û danasîna tirşikê bikin ku canik û camêrên di komê de yên ku bi rastî jî di warê zimanê kurdî de kalîfiye ne bên û tirşikê jî bi nivîsên xwe rengîntir û zengîntir bikin.. https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/544966212227392/?notif_t=group_comment_reply



15.07.2013 03:47 | endazer

13. zimané me ye,zimané kurdî ew rewşa me ye,şirîn u xweş e li ber dilé me ye,heta dewran u ji nav u esla emé tim hebi heta heye...strana hunermende pir heja eyşe şan



15.07.2013 05:44 | feqiyêteyran

14. Di nav koma zimanén Hîndo-Ewropa'yé de ye devokén wé yén bi navé; Kurmancî, Kirmanckî ango jé re té gotin Dimilî an jî Zazakî, Soranî, Loranî û Goranî hene...



15.07.2013 16:33 | serdar

15. Zimanên beyanî çek û kincên me ne

Lê zimanê Kurdî laş û çermê me ye.



Celadet Elî Bedirxan



15.07.2013 18:12 | berxedanjiyane

16. Kurmancîye, sirf e, bê guman e

Zêr nîne bibên ku spîdiman e



Sifrê me ê sor, aşikar e

Zîv nîne bibên ku kêm 'eyar e



Neqdê me mebêje kêmbeha ye

Bê sikkeye şahê şehrewa ye



Me'lûl e li ba gelek 'elîman

Meqbûle li ba gelek hekîman.





Ehmedê Xanî



15.07.2013 21:02 | seydayê_peyvan

17. zimanê ku pera nake



15.07.2013 21:15 | rohat_rosî

18. zimanê ku wê insallah êdî pere bike..



15.07.2013 13:21 | feqiyêteyran

19. ZIMANÊ KURDÎ



Bi xeml û rewş e

Şirîn û xweş e

Zimanê Kurdî.



Bi xweş awaz e

Letîf û naz e

Zimanê Kurdî.



Beyta Feqî ye

Kubra Xanî ye

Kubra Xanî ye

Zimanê Kurdî.



Bi xeml û rewş e

Şirîn û xweş e

Ziman ê Kurdî.



Şikoyê hesen



(1928-1976)



şikoyê hesen, payîz û ba, (amadekar: tosinê reşîd), avesta, 2008.





15.07.2013 21:38 | seydayê_peyvan

21. peyva bi watêya "bi kurdan re eleqedar" ango "xwediyê taybetmendiyên kurdewar".

mînak:

cil û bergên kurdî

uslûba kurdî

mîmariya kurdî

mûzîka kurdî...



17.07.2013 13:41 | filankes


23. zimanê bê qedr û qîmet.



hûn bi vî zimanî tiştekî Li bin vî esmanî hêj ji hêla tu kesekî neDîtî, nebihîstî binivîsin/bibêjin jî ew tişt bes wekî ''yekî çend gotinen kurdî kir'' di quncikekî de têt qeyd kirin, bi vî zimanî zanatî nabe, melûmatfiroşî jî nabe, nikari bal û dilê keçan/xortan jÎ bikişînî.



27.07.2013 16:13 | bazirgan

24. bila Kurd bi Kurdî biaxivin. ev ferhenga mîrkan baran pir xweş e û baş e. http://www.mirkanbaran.com/turkce-kurtce-sozluk-ferhanga-kurdi.php



31.07.2013 15:28 | keçakurda56

25. nivîsek xweş derheqê zimanzanî û zimanê kurdî de ku mixabin nivîskarê wê ne diyar e..

''Zimanê tirkî ji malbata zimanê ural-altay, erebî ji ya Semîtîk û farisî jî, ji ya îndo-

ewropî ye. Ji van zimanan tenê kurdî û farisî ji heman koma zimanî ne.

Evliya Çelebi di berhema xwe ya navdar

‘Seyahatname’yê de behsa zimanê kurdî û zaravayê wê dike. Evliya Çelebi, dide xuyakirin

ku zimanê kurdî zimanekî dêrin ango qedîm e û ji zimanên mîna farisî, dêrî û îbrî cuda ye. ( Belê dêrî çi ye?)

Her wiha, Şemsettin Sami, di Kamus’ül Alâm’a xwe de û Ziya Gškalp jî di gotar,

daxuyanî û berhema xwe ya bi navê ‘Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler’ê de,

amaje dikin ku kurdî bi tu awayî naşibe zimanên din û kurdî zimanekî dewlemend û serbixwe ye.

kurd arî ne û ew farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e. Lê her lê her yek jî zimanekî serbixwe ye.

Li medreseyan li ser

mijarên wekî matematîk, mantik, gramer, fiqih û hwd. perwerdehî bi zimanê kurdî û erebî dibû.

Zimanê kurdî, her wekî ku gelek zimanzan û kurdzanan jî destnîşan kiriye, ji malbata

zimanê îndo-ewropî ye.

Di nav vê malbatê de kurdî, ji koma zimanê Îranî ye.

Ji nav koma

zimanê îranî jî, li milê bakurê rojava dikeve

Niha em navên hin zimanên ku di koma zimanê

Îranî de cih digirin bidin: arisî, kurdî, belûcî, osetî, yexnûbî, peştoyî, pamirî û hwd.

Zimanzan, wek adet zimanan ji du aliyan ve disenifînin û vê yekê li gorî şêwe û binyadê dikin.

a)Ji aliyê şêweyê ve ziman: şêweyê (morfolojiyê) ve zimanan li sê koman parve dikin:

1) Zimanên yek-kîteyî: Zimanên çîn û tîbetê gişt bi vî rengî ne.

2) Zimanên pêvekî: Tirkî û macarî pêvekî ne.

3) Zimanên tewangbar: Zimanên îndo-ewropî û samiyî tewangbar in.

Ji ber yê kurdî tewangbar e: ka em binerin bê "tewangbar çi ye:

Tewang di dema kişandinê de guherîna rayekê (qurm, kok), bi taybetî jî guherîna dengdêrên rayeka lêkerê ye.”

erin. Ev yek heta bigihe rayeka lêkerê jî diguhere. Ji bo nimûne lêkera kirin, di dema

niha de dibe /di-k-im/, li vê derê ji lêkerê tenê tîpa /k/yê dimîne. Em nimûneyeke din jî bidin,

lêkera parastin. Em vê lêkerê bi dorê, li gorî deman bikişînin. Pêşî li gorî dema niha.

ez di-parêz-im

ez, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên netewandî, xwerû)

di, qertafa dema niha

parêz, qurmê lêkerê (ya fermanî)

im, jî qertafa kesê yekemîn ê yekejimar

Niha jî em li gor dema borî bikişînin:

min parast

min, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên tewandî)

parast, qurmê lêkerê (ya dema borî)

Wek ku ji mînakan jî xuya dibe, di kurdî de ne tenê dengdêr her wisa dengdar jî

diguhere.

b) Ji aliyê binyadê ve ziman

Ji aliyê binyadê ve zimanan li pênc komên sereke lêkve dikin:

1) Îndo-Ewropî (îngilîzî, fransizî, kurdî, farisî)

2) Semîtîk (erebî, îbranî, akadî)

3) Bantû (zimanên başûr û naverasta Afrîkayê)

4) Zimanên Çînî (zimanên çîn û tîbetê)

5) óral-Altay (fînî, macarî, ûygûrî, tirkî, moxolî)

*Li ser vê mijarê Minorsky wiha dibêje: “Kurdî jî wekî farisî yek ji zimanên rojavayê Îranê ye

*Andreas Salmann wiha dibêje: zimanê îran dibe du beş: Bakur û Başûr:

Kurdî dikeve bakurê rojavaya zimanê îranî''



06.08.2013 06:16 | endazer

26. Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî

Bi xweş awaz e, letîf û naz e,

Letîf û naz e, zimanê kurdî

Beyta Feqiyê, kubra xanîye

Kubra xanîye, zimanê kurdî

Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî

Bi xweş awaz e, letîf û naz e,

Letîf û naz e, zimanê kurdî

Kewkeb çiyane, kubra teyran e

Kubra teyran e, zimanê kurdî

Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî

Bi xweş awaz e, letîf û naz e,

Letîf û naz e, zimanê kurdî



06.08.2013 13:40 | shepirze

27. gramera çar lehçeyê kurdî bi temamî û nav hev du nehatiye nivîsandin. ê soranî û kurmancî bi navê lehçeyê de hatIye nivîsandin. niha nayê bîra min lê gramerekî wekî bI navê gramera kurdî: kurmancî û soranî hatibû weşandin. lê serkeftinê wÊ DI MERHELAYEKÎ ÇAWA YE NIZANIM. *



ÇEND KES HESÎYA YE NIZANIM LÊ DU zimanÊ nivÎsÊ KURDÎ HEYE: WEKÎ HERKES ZANE EW SORANÎ Û KURMANCÎ YE. MIROVEKÎ BIYANÎ BIXWAZI KURDÎ BIPEYVE, EMÊ JI WÊ RE BIPIRSE "KA TU KÎJAN LEHÇEYÊ DIXWAZE?". CARDE EW KES BIXWAZE XWENDIN Û NIVÎSANDINÊ KURDÎ BIBE EMÊ CARDE EV PIRSA LÊ KIN. EV XEMGînî yê HEMÛ kurdan e. hewceye ku em jI bo standartkirina kurdî bixebitin. alîyekî kurmancî ya xwe temam bikin aliyekî jî destpê fêrbûna soranî û zazakîya bikin. an na... ez naxwasim hevoka "an na" binîvîsim. LÊ JI BO HUN KARIBIN MUQAYESE BIKIN eZ KARIM ZIMANê tırkî û Zimanê azerbaycanî nîşanî we bidim...



ev çend sal e, ez digerim lê FONOLOJÎya dîrokî ya kurdî ya bi tev, nikarim destxim. heg nivîskarekî karibe alî min BIke ezÊ kêfxweş BIM.



12.10.2013 21:37 | biruya hayao miyazaki

28. panc lehçeyê ziwanê kurdî estê. bi nameyanê xo yê alternatîfî reyde nê yê:

1. kurdîya corêne/jorîn, kurmancîya corêne, kurmancî, kirmancî, kirdasî, bahdînî, şiqaqî

2. kurdîya mîyanêne/navendî, kurmancîya mîyanêne, soranî, kirmancî, mukrî

3. kurdîya xwarîn, kurdîya cêrêne/jêrîn, kelhurî, lekî, feylî

4. goranî, hewramî, bacelanî

5. kirmanckî, kirdî/kirdkî, zazakî, dimilî/dimilkî



19.10.2013 15:20 | kurdane

29. babetek e ku herkesek tê de xwedan-teorî ye (bnr. kurdî/6340, beshê qerfî yê 'gil-gamêsh').. Lê her bijî kurdane. hetta zana farqînî jî bi wê tesnîfa te dayî nizane. di meqaleyeke xwe ya dawî de digo 'loranî' ku peyveke wisa her nîne, lorî heye, ku ew jî jixwe ne kurdî ye. tesnîfa te dayî deqîq e.



19.10.2013 23:38 | gordereş

30. mÎyanê zazakî, kurmancî û soranî de vurîyayîşê vengan.

(di nav zazakî, kurmancî û soranî de guherandina dengan)



zazakî - kurmancî - soranî:



E > i

berdene - birin - birdin

kerdene - kirin - kirdin

merdene - mirin - mirdin



m > v > w

çim - çav - çaw

game - gav - gaw

name - nav - naw

nîm - nîv - nîw



v > b

va - ba - ba

varan - baran - baran

ver - ber - ber

vîr - bîr - bîr

vîst - bîst - bîst



w > h

dewe - dêh - dê

wişk/huşk - hişk - wişk

wurdî/hurdî - hûr - wirde



w > v

awe - av - aw

gawan - gavan - gawan

şewe - şev - şew



çime/çavkani: malmîsanij, kürtçede ses değişimi, vate, 2013



24.10.2013 00:30 | kurdane

31. zimanek xweş e. bi rastî xweş e. ne ku ya me ye. lê vêga bi qasê tirkî ne xort e, ji ber ku ev sedsal in nekariye ji xwe re li saziyên fermî cîh bibîne. bi xebata çend salan, dikare bibe zimanê vê sedsalê jî. lê aniha mixabin ji bo gelek qadan, kurdî nikare bersiv bide. eslê xwe de bersiva wê heye lê em hê nizanin; jê re xebat pêwist e.



lê ji xeynî van, kurdî ji bo mûzîkê zimaneke gelekî xweş e. ji tirkî dehan caran zehftir li mûzîkê tê.

xêra xwe li van çend stranan guhdar bikin û bêjin, kurdî li kîjanê nayê?

1- ferec - çîne -



2- zubeyr salih - sabah el xeyrî xana min /



3- koma rewşen - zagros -



4- sîmir rûdan - dîsa bi tenê -



5- Ciwan Haco-Min Navê Xwe Kola Li Bircên Diyarbekir -



6- The Third Planet- Lanja -



7- bilind îbrahîm - zozan -



8 - ercan bingol - bênav -



û weke din...



hemû cûreyên mûzîkê ku min kariye bi kurdî guhdar bikim, bi min xweş hatiye. lê ji bo tirkî nikarim wisa bibêjim û ji bo îngîlîzî jî.



24.10.2013 21:56 | simurg56

32. zimanê ku pê axaftina wî kêfxweş im û devê min pê paqij dibe...



24.10.2013 22:41 | rexnegirêtagirtî

33. li gorî çîrok û çîvanokan zimanê bav û kalan e.. li gorî daxwuyaniyên polîtîk zimanê dayîkê ye..



24.10.2013 22:45 | endazer

34. di muzîka tirkî ya bi hunerî (türk sanat müziği) de navê meqamekî ye.

ev çend salin ez ji xwe re dipirsim, lê min hê jî bersiva vê pirsê nedîtiye: çima gelo kemalîstan navê her tiştî yên ku peyva "kurd" têde heyî guhartin lê navê vî meqamî ne guhartine?

ez bawer dikim mîjîyê wan hew şexulî û nikaribûn navêkî nû di dewsa vê peyvêde bibînin.



25.10.2013 02:05 | saladin

35. çiqas zimanê me be jî mixabin zimanê ku hê jî nikarim bi qasê tirkî bi lez bixwînim, e. heyf.

bi taybetî nivîsên ku tê de zêde peyvên heremî hene an jî ne li gorî standartan hatine nivîsandin.



06.11.2013 22:57 | simurg56

36. zimanê ku ger ku gihîneka 'ku' neyê bikaranîn, nikare were nivîsandin. ku were nivîsandin jî nayê fêhmkirin. 'ku' girîng e. şerm nekin, bi kar bînin.



27.11.2013 22:54 | simurg56

38. Sedema parastina hebûna gelekî ye.... Başe ku heye û wê hebe...



28.11.2013 00:19 | lawkê xerzî

39. zimaneke ecêb e bi rastî jî mirov dinêre ji bo tiştên beredayî yên wekê hêlekan û perperîstankê herî kêm 30-40 peyvên cuda hene û ji bo kar û muemeleyên girÎng û pêdivî ku her tim di nav zimanê rojane de tên bikaranîn yek-du peyv yan heye yan nîne eger hebe jî yan ji zaravayê soranî hatine deynkirin yan jî zimaneke din.. ji bo nimûne li cizîrê di nav zimanê me de berdêleka kurdî û kurmancî ya peyva muhîm, heyat, saxlem û nizanim çi nîn e lê li heman bajarî ji bo guh çar peyvên muxtelîf tên bikaranîn..



20.12.2013 01:04 | endazer

40. bûya duyem zimanê fermî yê iraqê .

nû aqlê we hat serê we erebno ?

http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/07012014



07.01.2014 14:14 | brusk56

41. hemÛ tiştÊ me kurdan...



07.01.2014 17:06 | xendekî

42. zimanê ku li rojavayê kurdistanê ji hêla rêveberiya xweseriya demoqratîk ya demî ve bi zimanên erebî û suryanî re fermî hatîye pejirandin e.



07.01.2014 19:42 | azad zagros

43. nivîskar û serekkeşe (bnr: paul beider) di pirtûka xwe ya bi navê grammaire kurde de ji bo kurdî wiha dibêje;

''Zindî, şeng, ahengdar, hêsan, zelal, dewlemend û têvel, hînbûna,vî zimanê kişîner hesanî ye û xweşikayiyeke wî ya xweser heye. Îtîbareke mezin ya gotinên peşiyên wî hene û ev gotinên pêşiyan bihejmetkarî têne bikaranîn. Gotinên pêşiyan bingeh û îşka hemû xeberdanan e û ew bi rastî jî hunera jixweber ya zimanê kurdî ne. Li ser her tiştî, her mijarê gotineke pêşiyan heye di zimanê kurdî de û ew arîkariya qod û rê û rêbazên jiyanê dikin. Xweza jî di vê yekê re derbas dibe û zanatiya kurdan her tişt dîtiye û gotiye ji wextên ewil ve. Ji fîlozofekî ne hindiktir rayda, zimanê kurdî ji serî heta binî poêtîk e û helbesta wî hemû cûreyan hembêz dike û cih dide her aliyên xwezayê.''



14.04.2014 04:10 | endazer

44. zimanÊ wÊjeyÊ Û zimanÊ tirşikÊ ye..



08.06.2014 13:26 | endazer

47. (bnr: hebûn û heyîna me zimanê me ye)



02.07.2014 11:48 | xendekî

48. carinan laşekî bêruh, carinan ruhekî bêlaş...



05.05.2015 03:32 | xwezade

49. zimanê ne di alfabe/elîfba latînî erebî soranî û shorbevanî o di tı formata de bi cîh nabe zimanek bê teşeye û şêrine. gava kû ez mirim dilê min tine lê disa ezê bimrim xwedê nehêle...lê wê dinyayê gava ez heşr bûm bi zamanê kurdî pirs mirsa nekin ez naçim wê dinyayê ez ji anhada bazara xwe dikim bila paşê pirsgirêk dernexin bazar mazara jî bi minre nekin ez bi tirkî û erebî li wan nakim û di bazara meda tune.



05.05.2015 11:26 | shorbevan

50. dema xwe li ber wergerandina metneke teknîkî/zanistî didim ji zimanekî biyanî ji bo kurdî, dilê min jê sar dibe, ji ber ku hêj bingeh û binesaziyek birêkûpêk jê re nehatiye danan, hema bêje serê her çend hevokan carekî berê xwe didim ferhengan lê di ferhengan de jî ya ku lê digerim nabînim, taliyê li cem xwe tiştinan li hev tînim lê di wê pêvajoyê de gelek wextê min di avê de diçe, konsantrasyon û motîvasyon namîne, ber û bala min ji wergerê diçe ser tiştinên din û dilê min ji wergerê jî û kurdî û kurmancî jî sar dibe..

ya ku ez li ber dikevim peyvên ku min li cem xwe li hev anîne, li cihekî min tomar kiribûna bawerim niha ferhengeke fêris ya têgehên zanistî û teknîkî jê derketibû.. heyf!



07.07.2015 03:58 | endazer

51. Zimanê di warê teknîkî de hê gelek riya wê heye, û riyeke bi zor û zehmetî. Xwedê alîkar be!



07.07.2015 23:58 | azadixwaz

52. ted-ed vîdyoyê zanistî,dîrokî,tenduristî,hunerî,civakî û çandî bi awayekî şahî bi şiklê anîmasyon çêdike.

ted-ed kurdish - van Anîmasyona bi binnivîsa (subtitle) Kurdî amade dike û parve dike.



li ser facebook:Here lînkê

li ser twitter Here lînkê

li ser youtube:Here lînkê



11.07.2015 20:16 | mîr bedirxan

53. tiştekî ji bo parastinê ye, ne ji bo axaftinê.



02.12.2015 16:50 | daskan

54. ew qas ji kurd Û KURDİSTAnê sar bûme ku hema bêje ez ê dev ji axaftina vî zimanî jÎ berdim..



02.12.2015 20:31 | brusk56

55. "Di kurdî de gelek peyv hene ku xelk ji mêj ve bi kar tîne û her kes jê fehm dike lê dîsa jî nivîskarên kurd û medyaya kurdî ji wan direvin û xwe dispêrin bikaranîna hin peyvên din ku ji piraniya kurdîaxivan an kurmancîaxivan re nenas û xerîb in."
"Bi gotineke din, eger mirov li pey kurdiyeke ”paqij” be, divê mirov peyvên wek ”pere/pare, meydan, zengîn” bi kar bîne, ne peyvên wek ”dirav, qad, dewlemend”. Bi taybetî jî eger mirov bixwaze wî zimanî bi kar bîne ku xelk wek zimanê xwe dibîne û tê digihe."

(bnr: husein muhammed)
Qanûn, yasa yan zagon?
Here lînkê
Pere yan dirav, meydan an qad, zengîn an dewlemend…
Here lînkê



13.01.2018 23:04 | biruya hayao miyazaki

56. zimaneke ku dema mirov kurdî diaxive, xwe weke pîran hest dike.



16.01.2018 11:40 ~11:40 | kurdokercewsî

58. ewqasî kêfa'm jê tê, ewqasî pê dilşa me ez, niza'm çi bibêjim. xwedê wî zimên bisitirîne!



20.02.2018 23:54 | mirovekirind

59. evîna min a heq e.
- pir hez dikim toxtor!



28.06.2018 19:30 | biruya hayao miyazaki

60. ji bo pêşveçûna ferhenga bajarvaniyê, divê kurd her tim kurdî(kurmancî) bi kar bînin û zarok tv* xêzefîlmên xort û keçan pirtir bike. *



26.09.2018 19:18 ~19:19 | biruya hayao miyazaki

61. Zimanê min e.

Û EZ GELEK dilşadim ji bo ez xwedîyê zimanek wiha dewlemend û delalim.
Heyf ewe ku axaftinerên wê , bi nivîskîda xwedî lê derneketine û ev 100 sale ku li bakûr , ev ziman bi xwe xwe şerê mayîna xwe dide.



28.03.2019 19:32 | brzn

62. ez ne di wê baweriyê de me ku zimanê me zimanekî xurt e. dibe ku dewlemend be lê xwedan alozîyeke gelek mezin e ku kurd nayînin ziman. Mixabin rastî ev e. hê ferhengeke pak a vî zimanî tune. zimanekî ku kurdî-kurdî xwedî ferhengekê nebe, çi xêra wê heye. ji we dipirsim. bi hezaran peyv di bin guhê hev ketine lê hêz û qeweta wan nizm e carna ji ber gelek sedeman heta wateyekê hildigirin ser xwe bi dehan sal ser rew derbas dibe. qet ji rewşa heyî ya zimên memnûn nînim û bes êdî dewlemedîya zimên bila li ser dik be.



29.03.2019 00:13 | serhednişîn

63. Zimanê ku ji bo apohêz ( apoîst ) ango wek gotina wan apocîyan , ne girîng e.Ji bo wan çiqas diqêrî biqêre guhê xwe zimanê kurdî girtin e.Dema ku tu dibêjî ziman hebûn e , ew dibêjin ya girîng "partîdîr heval". Bi zimanek "biratîya gelan" û bi zimanek "sosyalîst" diaxifin ku tirk qet ji wan bawer nakin e.
Li ser twitter , facebook , instagram bi zimanê kurdî nizanin binvîsin û ji xwe hîn nabin.Dema ku rexne dikî jî dikarin te bikujin jî.



04.06.2019 00:27 | brzn

64. tu carî ji kurdiya xwe kêfxweş nebûm, her tim wek di destpêka hînbûnê de me. çewtiyên rêzimanî, wateyên kêm an jî bêhna hevokên wergerî jê kêm nabin. lê di demên dawî de tu yê bibêjî qey kurdiya min paşve diçe û nikarim wê bisekinînim. her ku diçe xira dibe. *

nîşe: li vir an bloga xwe, dema nivîsên xwe yên çend sal berê dibînim, yekcar direvim. yeaq! tiffffî.



01.12.2019 22:11 ~22:12 | biruya hayao miyazaki

65. Derûniya ku entrya di roj de hatî gotin, ez bixwe jî hindek caran dikevim Evê derûniyê.
Heya Kurdistan ne azad û zimanê kurdî ne fermî bû ev rewş dê her hebe. Ez bawer im meriv her çi qasî xwe pêş ve dibe ewqasî hay ji kêmasiyên xwe dibe.
Berê em bêjim 200 peyv besî min dibûn aniha 20000 hezar peyv kêm tê belkî ji ber wê ye jî



01.12.2019 22:16 | ferhenga şikestî

66. Zimanê gelê Kurd.Ez jî nû perwerdehî dibînim û dizanim gelek xeletîyên min hene.Bi taybetî alîyê rêziman da.Mixabin ez û kesên mîna min ji bo vê zimanê can diavîjin lê ev ziman zimanê me hemûyan xema kurdan da nîn e.Roj bi roj winda dibe û dimire lê em dubare dikin heyanî kesên wek me hebe ev ziman jî ê hebe ! Em nahêlin bimire!



02.12.2019 00:54 | mêrxasê serhedê

67. Li bakur ji dêvla kurmancî pirr tê bikaranîn.



02.12.2019 14:03 | giyanstêr

68. ez im ez!! ez bi kurdî bêtir ez im. bêtirîn. ez im welhasil. ew ê ku tirkî qise dike yeke din e. hino hino dibim şîzofren bawerke. sps.



26.12.2019 00:59 | xwelî li ser

69. Zimanê kû li gor pir buna peyvan di gerdûnê de di
Rêjeya 9. De ye

Li gor zanyarîyên herî dawî 730 hezar û 686 peyvan pêk tê

Û rêjeya zimanê dagirkerên Kûrdistanê jî bi vî rengîne :
Tirkî rêjeya 20. 334473 peyv
Farisî rêjeya wê 44
Erebî rêjeya wê 45

Wekî kû xûya dike peyvên kûrdî ji dû qatê tirkî zêdetire û her sê zimanê dagirkera têxin ser hev hin jî bi qasî kûrdî nabe

Çavkanî : wikipedia



11.01.2020 14:47 | tîrêj zana 21

70. zimanê ku kurd jê hez nakin û jê direvin. Bi taybetî jinên kurd.



12.02.2020 01:22 | dijber

71. di zimanê kurdî de (zaravayê soranî ne têde) problema herî mezin hevok e, belê ji bo min aniha mezintirin gelemşe hevok e.
her ziman xwedan sentakseke ciyawaz e. yanî îroj wek mînak tu bîst peyv hilbijêrî, heman bîst peyvan bidî sed zimanan û tu bêjî bi van bîst peyvan vê gotina bijartî binivîsin, wê bi her sed zimanan jî hevokên bi awayekî ji hev cudatir bên sazkirin. qesta min ji bîst peyvan ne ew e ku her kes van peyvan wergerîne zimanê xwe, na bi heman peyvan. çimkî hevoksazîya hemî zimanan -carinan zaravayÊn zimanekî jî- cuda ye.

îro ro di zimanê kurdî de pirsgirêka peyvan tune ye, di sedsela bîst û yekemîn de bi kurdî tu dikarî li ser hemî meseleyan biaxifî; gotar, maqale, kitêb binivîsî. yanî ji aliyê peyvan de kêmasîyekê tune ye. çimkî di dinyayê de hama bêje di hemî zimanan de peyvên bîyanî hene, wek mînak îroj zimanê îngîlîzî wek dewlemendtirîn zimanê dinyayê te pejirandin. derbarê vÊ mijarê de ji vir çend sal berê min maqaleyek xwendibû; dihat gotin ku di zimanê îngîlîzî de rêjeya peyvên bîyanî ango ji zimanên dî ketî di sedî heştê ye. û her roj bi qasî 11 peyv ji zimanên dî tên dikevin îngîlîzî. îroj hemî pisporên zimên dibêjin pîvanên dewlemendiyê ne bi tenê peyvên resen ên zimên e. yanî eger em bi gotineke dî meseleyê îzah bikin; dewlemendbûna zimên ne girêdayî peyvan in. bo vê yekê em dikarin du mînakan bidin. di dinyayê de herî zêde zimanê îngîlîzî ji derve peyv girtine, lê herî kêm jî zimanê aborjîniyan ji derve ve peyv girtine. eger krîtera zengînîye girtin an negirtina peyvan bûya diviyabû zengintîrîn zimanê dinyayê dê zimanê aborjîniyan bûya. lê zimanê aborjiniyan de (di zimanê aborjiyan de çend zaravayên cuda hene ew jî ne yekgirtî ne) bi qasî 600-2000 peyv hene. aniha gelo em dikarin bêjin aborjînî ji îngiliziyê pêşdetir e? bê guman na.

bi kurtasî em dikarin bêjin zengînbûna zimanekî pêbendî karanîna wî ye. yanî bi zimanê hanê; çend kitêb hatine nivîsin, çend kitêb hatine wergerandin, çend maqale û gotar hatine nivîsîn, çend maqale û gotar hatine wergerandin, zimanê çend dewletan e, çi qas însan pê diaxifin, zimanê çend bername, tv, radyoyê ne...hwd? yanî em bi rehetî dikarin bêjin ku zimanek bi çi qasî bê karanîn, xebitîn ew qasî dewlementir dibe.

niha ez dîsa vegerim li ser hevoka xwe ya ewil. di zimanê kurdî de ji ber hindek egerên heyî ku ji me gişan eyan û beyan e, nehatiye karanîn, hê jî nayê karanîn. zimanê kurdî îroj bi tenê di nava hindek malbatan de, di gund û navçeyan de tê karanîn û bi tenê di mûzîk û edebiyatê de tê karanîn. ji ber wê yekê zimanê kurdî ew kirasê teng ku ji not salan zêdetir e ku lê hatiye fesilandin nikare veqetîne û xwe ji sînorên teng rizgar bike. ji ber wê yekê ku hemî berhemên edebî û hunerî yên kurdî dişibin hevudu, tu dibêjî qey ji heman qalikê derketine, cotikên heman hêkê ne.

ji bo ku aso û sînorên zimanê kurdî vebe lazim e ku hefsarê xwe ji edebiyat û mûzîkê xelas bike û bibe zimanê tarîx, hiqûq, tib, mîmarî, sanayî, kîmya, fîzîk, cografya, bîyolojî...hwd
ji bela ku zimanê kurdî ketiye labîrentekê tim li dora xwe diçe û tê, ji rêya ku bihurîbû sed carên dî jî dibuhure.
gelemşe û arîşeya herî mezin jî ew e ku em kurd ji ber vê sînora teng nikarin ezberên xwe birûxînin. ez ji bo basîd be mînakek bidim. îroj em kurd dişibin zarokekî neh salî. îroj gava tu ji zarokekî neh salî re bêjî çîrokek bixwîne dê karibe bixwîne, şîrove bike lê tu wî zarokî re bêji ca here maqaleya darwînê bixwîne dê nikaribe bixwîne, ku karibe jî nikare tiştekî jê fêm bike. em îroj negêhiştine rehên esil ên zimanê xwe, em li ber zimanê xwe wek zarokekî neh salî ne. ji ber wê yekê nivîskarên kurd jî her dubare ne. ne sucê wan e, zimanê ku pê dinivîsin zimanekî jihalketî ye. ji ber wê ye ku hevokên wan basîd in, peyvên wan basîd in.
hindek nivîskar dixwazin vê sinorê parî parî bikin. ji bo vê em dikarin kawa nemirî mînak bidin.
kawa nemir dike ku sînorên xwe firehtir bike, heta radeyekê jî bi ser dikeve. em lê dinêrin çawa? camêr mesela bi qasî heft hezar helbest wergerandine, wergera kitêbên William Shakespeare û James Joycê dike. ev yek dike ku camêr bi zimanê xwe hevokên ciyawaz biceribîne. lê problemeke dî vê carê rû dide ''ez ji kawa nemir fêm nakim!''
belê hevalên ezîz em ji kawa nemirî fêm nakin. çima? çimkî hevokên camêr zirecêb in. lê ez dixwazim wisa tespît bikim; hevokên camêr zirecêb nîn in û wek gotina kawa nemir e 'kawa bixwe hîç peyvek jî çênekiriye', problem ev e ku hevokên ku ji ezberên me dûr in, ji me re zirecêb tên. ji ber ku tecrûbeya me ya xwendinê dibêje ku di zimanê kurdî de hevokên kurt gewre û rewa ne, hevokên dirêj çêkirî û mekanîk e.

min bixwe vê yekê tecrube kiriye. ez dema ji zimanê tirkî hevokeke dirêj î grîft werdigerînim, eger wergêr ne ez bûma min bixwe jê fêm nedikir.
hevokên kurdî kurt in, sed sal berê hevokên tirkî jî kurt bûn (tirkiya xelkê, ne yê serayê) sed sal li ser xebitîn, aniha tu bi tirkî dikarî hevokeka deh rûpelî binivîsî û jê fêm bikî.
ziman bi karaninê pêş ve diçe. em dikarin ji zarokan mînak bidin; dema zarok fêrî axaftinê dibin cara ewil bi peyvên deforme diaxifin, dûre fêrî peyvan dibin û heta çar pênç saliya xwe derdê xwe bi tenê bi çend peyvan tînin zimên. ev rewş ji bo mezinan jî wisa ye, ez nikarim li ser fîzîkê biaxifim lê dikarim li ser edebiyatê biaxifim, li ser fîzîkê ancaX karim bi du sê peyvan îzahat bikim. çikî nizanim. yanî divê em li xwe mikur bên; em kurdî nizanin! hê em negêheştina kûrahiya vî zimanî loma em nikarin hevokên xwe baştir saz bikin. mîlyonek jî peyv, bêje hebe, eger tu bi kar neyênî tu bi van mîlyon peyvan nikarî hevokên baştir, girîfttir û komplekstir saz bikî.

min heta aniha bi dehan romanên kurdî xwendine, di hemî romanên kurdî de problema analîza karakteran û tahîla psikolojîk heye. her kes eynî rexneyî dike. erê heye çimkî nivîskarên kurd nizanin analîza karekteran bi zimanê kurdî bikin. çimkî ev li derveyî ezberên wan e.
tekana çareserî ev e ku divê dewletek kurdî ava be û nifşek jê bi tenê bi vî zimanî mezin be û hemî xweNdinên xwe yên teknîk, zanîstî û edebî bi vî zimanî bike û hemî lîteratûrên heyama klasîk bi vî zimanî xitim bike.
heke na emê sed sal ji vir şûnde jî qala problema zimanê kurdî bikin; wek sed sal beriya niha



12.02.2020 14:37 ~14:55 | ferhenga şikestî

72. Zimanê ku dayika min ji bilî wî bi ti zimanî nizane lê mixabin qiymeta wî jî Nizane ye.



12.02.2020 19:50 | xabûrî

73. ziwanê min o. weş o la bêqîmet o. Gedê biraye mi ziwanê xwu nêzanî, gedê waya mi ziwanê xwu nêzanî. Sebeb çî yo? Çimkî ma û pî bi geda rey de ziwanê xwu qisey nêkenî. Ya homa ti kurdan ma rî hiş û aqil bidî.

Bi sêr û sûr o
Cewahîr dûr o
Ziwanê Kurdkî

Bi xeml û nejr o
Şîrîn û weş o
Ziwanê Kurdkî

Awazê weş o
Letîf û naz o
Ziwanê Kurdkî

Beytê Feqî yo
Vengê Xanî yo
Ziwanê Kurdkî

roja ziwanê ma pîroz bo.



21.02.2020 19:25 | kajav

74. hêlîna min e.
dayika min û zimanê şêrîn yek in di hişê min de.
yek delala min e, yê din delalê min e.



21.02.2020 19:29 ~19:30 | biruya hayao miyazaki

75. zimanê ku her diçe zêdetir hez dikim e.Li stranan , şanoyan , helbestan , mamikan û her tiştî tê.Her dewletên bê esl , bê ziman , bê dîrok dixwaze bibe xwediyê vî derfetê lê nabe.

Zimanê ku car caran bênamûsên bê eslên ku nizanin biaxivin derbarê wî de şîroveyan dikin e.

Ji xwe nezantî jî ew tişt nîne ? Dema ku mirov tiştekî nizanibe û derbarê wî de derewan bike.

Kurd, bê ziman nikarin gavekî bavêjin.Divê tevger bi ziman re bê kirin.



01.03.2020 14:26 | brzn

76. Mirov dema ku zimanê Kurdî nas dike û dikeve tora wê , zêdetirîn jê hez dike û dibîne ku wek behrek e.Mirovên ku bi kurdî dikine jiyana xwe ,dizanin û dixwînin bo min ew daneyeke erêkirina kurdbûna wî ye.(Erê ez dizanim ez çewt im lê aliyekî ve jî li min rast tê.)

Yek jî ev e ku ez dibînim tirk pirr derewan dikin derbarê zimanê kurdî de.Pirsa min bo wan ev e , mirov çawa dikare tiştekî ku qet derbarê wî de tiştekî nizanibe û bêje ew baş e / ne baş e.bi min kesên wisa ya pirr nezan in ango zanebûn derewên wisa dikin (ew dem jî dibin bê rûmet.)



28.03.2020 23:14 | brzn

77. Zimanê ku kurd pê naxivin. Zimanê ku ji endamê wê re şêrîn nayê. Zimanê ku ji ber pere nake hatiye terk kirin.mixabin niha li bakurê kurdistanê rewşa zimanê kurdî gelekî xeternak e. Hêj gel girîngiya ziman nizane . Tew pirî ji wan nizanin ku ji aliyê dewletê ve tên bişaftin jî. Kesên ku dibêjin ez kurdim û welatparêzim jî ji 3 peyva 2 yê peyvên wan bûye tirkî. Sedeme vê yekê ji sedî 90 tv û tora civakî ye. Berê tiştekî dema di tv yê de didîtin ji hevala re hinekî werdigerandin kurdî êdî ewjî çûye hama tevî bi tirkî dibêjin. Heya bi hejmara û renga jî nema kes bi kurdî dibêje. Tew kesên temen dirêj jî awha dikin. Dema tu bi kurdiya resen jî bi wan re daxivî, dibêjin ev çi zimane?
Êdî dema kesek daxive bêyî ku ez fêm bikim bê ka çi dibêje, guhê min dere ser peyvên wan yê biyanî û qertafa "mîş" ê, hindik maye giyanasiya min xera bibe. Axaftina bi wan re bûye wek êşkencê. Wer dixuye heya kurdî pere neke dê di vê rewşê de be.



29.03.2020 00:05 | tîrêj zana 21

78. Kurdî çava pere nake? Min hêrs nekin. Kesên ku daweta distrên pere nas tînin. Ma belaş distrên?
Ma ji kurdî pere nas tînin. Spikerê kurd, ma pere nas tînin, ma belaş dişulin?Kurdî çawa pere nake? Hîn jî heye ne hevce ye ez bêjim



29.03.2020 02:01 | dilreş

79. Nizanim hun jî wusane, ku min dest nivîs û xwendina kurdî kir jî min re bu mîna nexweşî yekî, lê nexweşiyeke pîroze bona min !!!!!!!!



29.03.2020 16:48 | serhedo bê kiras

80. Zimenê gele kurda ye. Nêzike 50 milyon mirov di peyvin. Ez gelek xemginim ji bo zimanê me. Ez zimanê xwe zor di pipeyvim.



11.04.2020 02:38 | bedevlet

81. Zimanê mirovên ku li Kurdistanê dijîn.
Zimanê kal û pîrên me.



16.04.2020 00:55 | master kurd

82. erê,
kes nikare vi zimani rake, xuda çekirye ev ziaman, ne kes u partiyan.
dive kurd sist nebin u jibo xatrê tu kesan zimanê din bikar ne ênin.
Di karê fermide zimanê din divin le têkiliyande ne şerte, ji sed heval u mirovan 80 kesên kurdi nezanin bavêjin 20 kurdinus besi wene.
jibo evînê 6 meha zimanê qedim bernedin, zimanê xerib dimejide kelha dijmine.



04.05.2020 21:55 | hak buddy

83. dixwazim dilêxweda axifim, waxtê gûhdarîya kurdê botan dikim birastî zimanên van min re hinek giran dê. axaftina serhedê jî mixabin li vê demê tirkmancîye.
gelo em çawa dikarin zimanê xwe, zimanê netewî zêdetir paqij axifin?
bikaranînê q,w,ê,û em çawa dikarin sade bikin an ew fikirîya min gotina tirka da 'aşağılık psikolojisi' ye?



08.05.2020 21:06 | doesntmatter

85. kesên kole, xulam bin destê serdestan nizanin xulamin, dema ku ew azad dibin û behna azadîyê, firehbûnê hildidin vê waxtê dizanin ku tehma azadîyê çawa ne. nivîsa zimanê xeberdana zimanê jî wisa ne. dema ku dest pê dikî zimanên hûkûmrana wek behna tehl wek barekî giran tê.

ziman fêrbûn, hînbûn, hişyarbûn e. ziman bo azadbûnê gava pêşîn e.



10.12.2020 12:27 ~12:55 | doesntmatter

86. zimanekî ku dikare bibe zimane zanistî û teknolojiyê;

...ev standarda nû ya fermî dikare di gerokên webê yê modern de were xebitîn û zimanekê weke-assembly û ewlehî bi formata kompakt ya binary ku şenqa bes û niwêneriyekê kompakt ya kodê ku li ser karpêkerên modern û gerokên webê têmin dike.



11.01.2021 16:57 ~16:59 | hueyn

87. Zimanek di bin zordariya dewletan de ye. Zimanek bêxwedî ye lê zimanek xurt e.

Lê ew jî wek her zimanên din zindî ye. Wek hun jî dizanin heke zindî; nexwin, venexwin, xwe neperazin jiyana wan dikevin xeterê û dimirin.

Ziman jî wisa ye, divê bê xwedî kirin, bê parastin bê kar anîn bê pêşxistin da ku nemire.

Çawa mirov zimanî xwedî dike, pêş dixe?

Helbet axavtina wê zimanî, xwendina wê, nivîsandina wê, bi kar anîna di perwerdehiyê de... Di nav pirtukên zanistî, dîrokî de, di nav teknolojiyê de emel kirin. Wana nin ku zimanî zindî digre û emrê wê dirêj dike.



21.02.2021 12:32 | de facto hozan

89. Sernivîsa ko xelkên ku ji jinên netewa xwe acizbûne eşkere dike. Xwe nexeyidînin lê zilamên Kurd çawa bin, ên pîrek jî wilo ne. Tu cûdahî di navbera wan de tunneye. baz bi bazan re mirîşka kor bi dîkê kulek re
Lê ji bo zayendperestan bûye cîhê loman û bi vê mahnê dixwazin rexne li jina bikin, dijminatî û zikreşîya xwe pêşkêş bikin. îca, gava dibînin keçikek bi şêwazek xweş Kurdî diaxive çavê wan belloq dibe û çaven wan bar nabe? Gelo hûn doza çi li me dikin gelî camêrên Kurd?



25.05.2021 19:17 ~19:19 | pîroz

90. Zimana ku ger hûn bi rastî hez bikin, îmkana we ya ne-polîtîkbûne tûne ye.



29.07.2021 01:44 | heval.js

91. bi rastî jî kurdî ji zimanê din cihê ye gava ku mero li ser dişoxile ramanên mero bi xwebera dihere ser kurdistan û pirsgirêkên kurdan .
ez li ser çend zimana xebitî me ti derbê wilo nehatî ye serê min .
nizanim seva em kurd in?
gelo almanek gava li ser zimanê almanî dikole ew jî dibe deutschwarî ?



29.07.2021 13:30 | shwinsherm

92. letîf û naza


Zhyar Quraishi - Zmani Kurdi





04.11.2021 15:16 | golikvan

93. di cosmo kurdî de li ser perwerdehiya zimanê kurdî ya almanyayê nûçeyekê xweş hatiye çêkirin. Here lînkê


Li Almanya’yê ji destpêka salên 90'î û vir ve dersên Kurdî hene û niha li 6 eyaletan, NRW, Rheinlandpfalz, Bremen, Brandenburg, Niedersachsen û Berlîn’ê, li dora 40 bajaran bi her sê zaravayên Kurdî, anku Kurmancî, Soranî û Zazakî ders tên dayîn. Û hejmara zarokên ku tev li van dersan dibin jî dora 3 hezar e. Li Almanya’yê zêdeyî milyonek Kurd hene.

Li Swêd’ê dora 100 hezar. Ji sedî 57'ê Kurdên Swêd'ê zarokên xwe dişînin dersên Kurdî. Mirov dikare hesabekî bike:

Li Almanya’yê dora 3 hezar zarok diçin dersên Kurdî. Li Swêd’ê 9 hezar zarok. Bi ser de jî zarokên ku nû çûne Swêd’ê dersên alikariyê jî bi Kurdî distînin, ku bi vî awayî hejmar digihîje 13 hezar zarokan. Weha xuya ye, em li Almanya’yê şaşitiyekê dikin. Lê em hemû ne sûcê Kurdan e. Ji ber ku Almanya, Kurdan wekî komeke serbixwe ya koçberan qebûl nake.



01.03.2022 19:36 ~19:37 | biruya hayao miyazaki

94. zimanê kurdî



06.07.2022 17:01 | pirtûkhez

95. Nasnameyê netewêyi Kurd e. Em Kurd in û Zimane me Kurdî ye. Egêr Zîmane Kurdî tinne be,Kurd ji tinne yê.



25.07.2022 04:57 | parezerbeg

96. Ev çend sal berê hevalê min ji bo balê bikişîne ser pirsgirêka di tendurustiyê de nezanbûna zimanê kurdî û pirsgirêkên ragihandinê ku ji vir derdikeve, lîsansa xwe ya bilind ser vê mijarê çêkir û heta ji ber bal kişandibû ser zimanê kurdî zanîngehê gelek alozî jê re derxistibû (zanîngehek taybet bû!), lê dîsa bi awayekê dabû qebûlkirin û axirê teza xwe da weşandin. Vêca îro ez dema rastî vê nûçeya ku ser heman mijarê lêkolîn kiriye hatim gelek bala min kêşa û min bi carê de xwe avêt ser û xwend. Welehî tu dibê qey ji dev û mêjiyê fanon axaftine. Ha di vê beşa nivîsê de bêhna min çikiya û li ser hev min got "erê law, raste kuro, erê bi xwedê". Min hewl da wê beşê wergerînim kurdî:

Ziman tenê ne amûrek ragihandinê ye, ya rast nîşaneya statuya civakiye jî. Kurd bilî qutbûna ragihandinê ji ber îmaja civakî ya zimanê kurdî "fişarek hundirîn" jî dijîn. Taybetmendiya herî girîng ya fişara hundirîn, kesên di bin fişarê de ye ango kesên di statuyek civakiya nizm de ne xwe layiqê sîstemê nabînin û di wê baweriyê de ne ku şûna sîstem biguhere divê ew xwe biguherînin. Ji ber ku kesên beşdarê lêkolînê bûne şûna bêjin "xwezil xizmet bi zimanê me bûya" wekî "xwezil min tirkî bizanibiya" bersiv dan.

Û ev jî nûçe ye:
Here lînkê



09.01.2023 05:39 ~10:33 | rizgarm

97. Kurdî, taca zêrîne



09.01.2023 18:59 | afiyetbe

99. Zimanê kurdî zimanê min ê herî hezkirî ye û li Kurdistanê tê axaftin. Li bakur û rojava kurmancî û li başûr jî soranî tê axaftin. Di kurmancî de zayenda rêzimanî heye, lê di soranî de tune.



11.02.2024 08:23 | boracasli

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdî wenda dibe gelo ?

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî