Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
yoda - tirşik
yoda
(10) (2) (9)
di mijarê de bigere

1. nivîskarê ku bi xêr hatiye malperê.



28.04.2014 11:57 | simurg56

4. nivîskarê kû stranên françoise hardy dihebîne

(bnr: me go merheba)



28.04.2014 14:11 | kevçiyê dil

5. (bnr: qu'est ce que c'est heval?)*



28.04.2014 20:39 | kevçiyê dil

7. (bnr: playlîsta yoda)



01.05.2014 14:15 | simurg56

8. kesê ku peyamên ku dinivîse %95 gotinên stranan in.

kuro qene wergerîne kurdî wisa biweşîne.



02.05.2014 00:03 | brusk56

9. nivîskarê divê rojê ji jê stranên biyanî pê ve entry lê bê qedexe kirin. di rû yê wî de tirşik bû ye pîza law. *



05.05.2014 20:25 | giyanstêr

10. nivîskarê ku divê çavekî li formatê bixe.

(bnr: formata tirşikê)



06.05.2014 10:31 | mergehez

11. (bnr: yoda was here)



06.05.2014 10:43 | cinorek

12. berî her tiştî xêr hatiye. xuya dike ku agahiyên wê/wî ya muzîkê(û fîlman) gelek berfireh e, hek ji malperekî copy-paste nekiribe. kurdiyên peyvên stranan ne hewciye lê barî du sê hevokan qala hestên xwe jî binivîsanda bin peyaman û ji nuha ve dikare navê pirtûka xwe hilbijêre. qey di hefteyêke de ewê jî têkeve lîsteya xelatên 1. rojbûna tirşikê. *



pênas: nivîskarê ku sernivîska soundtrackên bijarte kiriye defterê xwe yê muzîkê û li gorî dilê xwe dixemlîne. *



06.05.2014 14:51 | biruya hayao miyazaki

13. kesê wek maşineyan dişixûle.

si sernivîsa soundtrackên bijarte de, 51 peyam nivîsandiye. tu hemû peyamên yodayê danî ser hev tê de 20 heb peyvên kurdî encax hebin *

bila bi dehan sernivîsên bi îngîlîzî veneke, wisa ji xwe re di nav sernivîsekê de jî mijûl bibe baş e.



07.05.2014 01:55 | brusk56

14. yê ku ji ber kirinên xwe ewqas hatî behskirin ku tu kesî nekaRî bêje "heqqet,bira ma ev yoda çi ye?", bila ev gotin jî behra min be. tu bi xêr hatî nu-hevalo, lê 3 nesîhetên min ji te re hene; format! heval, formata tirşikê û tevgera qedexekirina peyamên ne gorî formatê.



07.05.2014 17:55 | azadixwaz

15. ew nivîskar e ku ji ber wî, di ekşiyê de hinekan ji bo tirşikê gotine ku "dema mirov lê dinêre, ji kurdî zêdetir mijarên îngîlîzî dibîne"; https://eksisozluk.com/entry/42530931



07.05.2014 20:07 | simurg56

16. Nivîskarekê ku hema stranên biyanî rasterast ji malperên dî copy dikê û tê bi tirşikê ve dizeliqênê YE.. Ezbenî em jî dikarim rojê hezar stranan ji înternetê copy bikin werin di tirşikê de biweşînin.. YA girîng ew e ku mirov bikarê wan stranan wergerînê kurdî..Kerê kor jî dikarê nivîskariya weha bikê..



12.05.2014 01:10 | nan û av

17. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



12.05.2014 01:12 | ceso

18. nizanim ji bo çi ye lê kÊfa min jê re hatiye. her bijî yoda beg*



12.05.2014 01:15 | mergehez

19. ji ber ku tewlÊ polemÎkên xwe nabe her ku diçe zêdetir efsûndar dibe.

xwodê heye belkî merik tew bi kurmancî jî nizane.



hello sir,

how is goin on there. ?



12.05.2014 01:18 | cinorek

20. nivîskarê ku bawer nakim ku kurdî bizane.



yaw xêra xwe 2-3 hevokên bi kurdî jî binivîse da em fêm bikin ku tu kurdîzan î . êdî xel dibêjin qey tirşik ferhengeke bi îngîlîzî ye .

https://eksisozluk.com/entry/42530931



12.05.2014 11:38 | brusk56

21. Nivîskarê ku neheqî lê tê kirin. Bi qasî ku zanim peyameke wî ya kurdî ya di derbarê bedlîsê de ye heye

Keremke bedlîs/36786



12.05.2014 12:20 | ceso

22. nivîskarê ku rê lê hatiye girtin. moderator polîtîkayên qîrÊj li dijî wî dimeşînin. bese koletÎ!! bese zordarî!! bijî azadî!!



16.05.2014 13:40 | mergehez

23. nivîskarê ku nivîskariya wî hat rawestandin. vêga çomez e. ger peyamên normal binivîse wê nivîskariya wî dîsa were çalakkirin.

heta cihekê, tama trolliyê jî heye lê divê ne evqas bûya.



17.05.2014 15:00 | simurg56

24. nivîskarê kevin ê tirşikê ye. îro 125 peyam nivîsandin hemû jî di heman formatê de bû. û hemû jî copy-paste bû.

anyway, bû yekemîn kes ku piştî bibe nivîskar bikeve çomeziyê.



17.05.2014 18:30 | brusk56


27. nivîskarê ku ji nivîskariyê hatiyê derxistin.

bi a min heger dixwaze li ser hev entrya têkevê û xêrekê li tirşikê û li kurdî bike bike bila rahêje ferhenga zana farqînî a kurdî-tirkî û bila peyvên kurdî tevdan têxe tirşik.netê, lê belê her peyvê bi mana wanî kurmancî têkevê. wele heger qebûl bike bila dîsa bibe nivîskar û were. ferhenga wî tunebe jî bila xêrxwazek jê re bikire.



17.05.2014 23:09 | giyanstêr

28. min wê/wî hezkiribû. gelek kêfa min jî jê hatibû; ez dikarim bibêjim ku heta erdhêja bijarteya wê/wî ya soundtrack jî piranî xweş bû. lê pismamo/dotmamê metoda copy-paste'a te ya îxtilala tematîk-entry xwe gelek fehş kir. ez gelek xemgîn im ji kişandina nivîskariya te. lê tu zor da * ez hêvîdarim ku tê dilê xwe negre û tê heyfa xwe -li gorî qeyde ya lîstikê- ji erdê rake. * *



18.05.2014 00:57 | biruya hayao miyazaki

29. (bnr: darthvader)*



18.05.2014 01:02 | mergehez

30. ê ku gelekî kêrhatî ye, vaye saya wî ez hînî darthvader jî bum. ka emê hê hînî çi û çi bibin saya wî.



18.05.2014 01:20 | azadixwaz

31. nivîskarê ku ne ji hatina wî ne jî ji çûyina wî haya min çêbûye. lê sûcê wî çi be bi qasê ku mirov ji peyamên derbarê de hatine nivîsîn fêm dike ku yeke jêhatî ye û divê were efûkirin.



18.05.2014 09:41 | oxir

33. sîxura îngîlîzan e



21.05.2014 08:45 | ferhenga şikestî

34. ji ber ku hawka heqê xwe da wî, êdî yek ji qezenckiriyên xelatên 1. rojbûna tirşikê ye.

ger xwe bigihîne me, em ê jêre pirtûka ku dixwaze bişînin *



25.05.2014 20:01 | simurg56

35. (bnr: legen)

(bnr: wait for it)

(bnr: daaaaary)



26.05.2014 16:58 | darthvader

36. hewceye werE ser radyoya tirşik ê. *



26.05.2014 17:23 | xwelî li ser

37. (bnr: yada is missed) ji ber hejmara peyamên rojane.



17.07.2014 00:14 | azadixwaz

38. nivîskarê demekê di tirşikê de deng vedabû lê ji zûde ye nexuyaye ye .)



08.02.2015 00:13 | berxweda

39. nivîsakarê/a ku çavê me li riya wî/wê bû. xêr hatiye û peyvên wî/wê ya li bin mijara soundtrackên bijarte xelas nebûye.. her bijî *





20.02.2015 21:18 | biruya hayao miyazaki

41. la helwela dîsa hat... neyse ez nebêjim..

jixwe em giş bêyom in, yekê/a normal qet rastî me nayê

edît: kuro min henek kir*



08.03.2015 20:27 ~2015.03.09 14:31 | ferhenga şikestî

42. êdî ez texmîn dikim ku yoda endazer bixwe ye û ji ber ku xwe deşîrfe neke hama peyvek jî be ji devê wî dernakeve, playîsta endazer berfireh bû.. we go çi? *



09.03.2015 23:16 | ferhenga şikestî

43. kes nizane kî ye çi ye. heta bawer nakim ku ew bixwe jî bizane.

lê "tiştek" ecêb e, bi rika xwe em têk birin û xwe li me da qebûlkirin. lê me jî wî guhert hinekî, êdî ewqas zêde li ser hev nanivîse.

qet nebe niha di bin kontrolê de ye *



09.03.2015 23:21 | simurg56

44. min bi rêya peyamên taybet xwe çirrand lê camêr bi tenê peyvekê nivîsand:(



09.03.2015 23:25 | ferhenga şikestî

45. xwediyê şêweyek taybeteke ku bi navê "yodakî" hate nas kirin. Wekî din di tirşikê de tu kes tuneye ku nav li şêweya wî/wê hatibe kirin *



09.03.2015 23:28 ~2015.03.10 00:44 | berxweda

46. Nivîskarê ku çawa ev qas bû popûler min fêm nekir.

Arkaaş em ew qas peyam dinivîsin lê popûlerîteya me ne bi qasê nîvê ya wî ye..



10.03.2015 00:39 | brusk56

47. nivîskarekî ecêb e min tu tişt ji felsefeya wî ya jiyanê fehm nekir hima ew e mûzîk û mûzîk ev çawa çêbû tu gêj jî nabî. ji min tirê ew me dixapîne û bixwe kurdî nizane lewma hatiye vê derê berê nave hev dide* û piştî wan mijarên ku vê paşiyê vekiriye ez temenî wî meraq dikim. Gelo çarde, pazde, şazde?



02.04.2015 15:30 | ceso

48. vê dawiyê dest bi nivîsandina çend hevokan jî kiriye.

bi vê gava xwe, îdîayên weke "yoda sîxûr e", "yoda bi kurdî nizane", "yoda asîmîlebûyîyek e", "yoda mehmet metîner e" fîlan hemûyan pûç derxist.



04.04.2015 09:39 | simurg56

49. di ser tirşikê de tofanek rabûye lê camêr di vê xirecirê de jî soundtrackên bijarte parve dike*)

xwedêjêrazî xweş keniyam*



05.04.2015 13:25 | ferhenga şikestî

50. nivîskarek wisa ye ku "bêguman ew me, ji cihê ku em wî nabînin, dibîne"

bnr: amélie/64041



05.04.2015 13:26 | simurg56

51. bi ya min nivîskara ku di tirşîkê de herî statîk ew e. bêguman. her bijî. lê divê hinekî ji bo xwendinê û nivîsînê bixebite. heta kengî wê bikaribe, soundtract parve bike, ji kokê rakir berda *



05.04.2015 14:16 | biruya hayao miyazaki

52. Pêşnîyarek î min heye bila navê xwe biguherîne soundtract ye xweştir be



05.04.2015 14:23 | quşxaneli

53. nivîskarê ku hêdî hêdî dest bi nivîsandinê jî kiriye, bi vê peyama xwe nîqaşên li ser cinorek safî kiriye, ez jî kena kuştime (bnr: cinorek/63907">cinorek/63907)



05.04.2015 14:33 | xendekî

54. hahahahahahahahahahahahahahahahaha*

bi şeref min bi çavên xwe dît bi kurdî nivîsekê nivîsiye ji vê saetê şûnde bimirim jî ne xem e..

te ez ji kêfan kuştim kuroo! mala te ava kurê te zava be, he bijî!!*



05.04.2015 23:32 ~2015.04.06 11:36 | ferhenga şikestî

55. heke di destê min de bûya min ê hezar car pêl li bişkoja çeppikê bikira lê biborîne camêr mafê min nîn e*

bi dengekî berz keniyam, niha ji kêfan dikarim heta serê sibehê di binê vê mijarê de binivîsim*



05.04.2015 23:34 | ferhenga şikestî

56. (bnr: bi xwedê yoda axivî)*

nivîskarê hingî muzîkan parvekiribû me hesret bû ku em peyamekî wî bibînin. belê ew roja pîroz û bimbarek îro ye û eger îzna xwe ya mafê telîfêkirinê bide ez ê vê peyama wî şerê navxweyî yê tirşikvanan/64152 bikim çarçove û li dîwarê xwe yê herî hêja daliqînim.



pênase: nivîskarekî nû yê tirşikê ye bi xêr û xweşî hatiye xwedê bike her berdewam be*



edit: ez ji bo ku tiştekî binivîsim ketibûm tirşikê lê ji kêfa nivîsa yoda min ji bîr kir ku ez ê çi binivîsim



05.04.2015 23:37 ~23:43 | ceso

57. bila kes heta deh rojan çeppik an reşşik an jî dengê ecêb nede peyamekê, bila deh roj layê dengdanên dawîn yê tirşikê bi entrya yodayî xemilandî be*



05.04.2015 23:37 | ferhenga şikestî

58. (bnr: 05.04.2015 axivîna yodayî)



05.04.2015 23:40 | mergehez

59. rekorekê perçiqandiye, entrya camêr di nava çend deqeyan de 7 car çeppik girtiye*



05.04.2015 23:58 | ferhenga şikestî

60. ez dikarim têkevim her mijarê lê dema pêl 05.04.2015 axivîna yodayî dikim, venabe. nivîsandina wê çawa trafîk pêkaniye, way lê lê, maşele *



06.04.2015 00:01 | biruya hayao miyazaki

61. (bnr: system error)

Nivîskarê ku ser û guhê tirşikê li binê hev xist. min pê re wêneyê peyama wî li tirşik capsê bar kir lê min dî ku sistem ne bi navê min lê bi navê "pergala ferhengê" wêne barkir. Pey re di nav pênc deqeyan de heft heşt car ji tirşikê hatim avêtin û înterneta min qût bû. Hawar ev çi karesat bû yoda* me nizanîbû ku gelê kurdîstanê tev li benda axivîna yoda ye. Ez hêjî nikarim bikevim 05.04.2015 axivîna yodayî



06.04.2015 00:07 ~11:39 | ceso

62. berê bersiva peyamên min dida lê niha bûye qurre, min du peyam şandin jê re lê camêr qet bersiva min neda, bila xwe wenda neke*



06.04.2015 00:24 | ferhenga şikestî

63. nivîskarê tirşikê yê herkes li bendê bû çend gotina bike û şevê din hatiye destê xwe li masa tirşikê daye û şerê navxweyî yê tirşikê yê 1. sekinandiye bi peyama xwe ya dirêj. gava min bûyera ku em ê ji zaroyên xwe re bêjin dît ez ji keyfa di nava malê de çûm hatim, min kî dît serê meselê heta binê meselê jê re got. şevê din vw ez ketime kelecana wê peyama wî de.



06.04.2015 12:40 | xendekî

64. dîsa dest bi xebata xwe ya hêja kiriye, wa ye kifş e ku hatiye li ser hemdê xwe, kuro hiş bin! konsantrasyona camêr xira nekin*



06.04.2015 21:41 | ferhenga şikestî

65. nivîskarê bi peyamekê tirşikê kêfxweş kiriye. me belasebeb negot yekem û tekane kes e ku xwediyê şêwaza xwe ye *



07.04.2015 20:31 | berxweda

66. (bnr: 05.04.2015 axivîna yodayî)

(bnr: Êdî tu jî wek herkesî yî)



07.04.2015 22:47 | simurg56

67. ne ez im, hayao miyazakî ye, vir be bila bêje vir e!



08.04.2015 14:01 | endazer

68. ahahah :D bi qirînî keniyam. yoda ez im? xwedêyo! birayê endazer kurdiya min bi serê xwe ne bes e. tew ezê rabim bi vê zimanê xwe yê bi sînor hesebekî din vekim! herkesî wekî xwe nehesibîne. hesabekî min heye û ev ji bo min bese. *



ha edit: vir e. mixabin *



08.04.2015 21:32 ~21:40 | biruya hayao miyazaki

69. fenomenê tirşikê, ji zû ve pêjna wî jî nayê, remezan jî xilas law, tu li ku ma?



18.07.2015 12:17 | xendekî

70. tirşikvanêji şekir şekirtir, piştî mun hawar lê kirî şevê din hatiye soundtrackek tirşikandiye û keniyaye û dîsa çûye. law law law. *



19.07.2015 08:39 | xendekî

71. ez jî dibêm yekane fenomenê tirşikê ye. wa dîsa ketiye tirşikê. wê dîsa sountrackekê parve bike û wê dilê xwe rehet bike *



edît: texmîna min vala derketiye. lêborînê jê dixwazim.



07.09.2015 23:32 ~2015.09.10 22:01 | berxweda

72. tirşikvanê îro jî ketiyê lê ne îroj ne cara berê tu soundtrack parve nekiriye. heta ev hefteyeke tu sountrack parve nekirine.



Îca hun fahm bikin bê birîn çiqwasî kûr e..



10.09.2015 22:01 | berxweda

73. divê hedefên xwe rêzbike û bi vê tevbide. mirov di heman demê de ji bo sed tiştên cuda nikare hewlbide. heger bike jî wê qeweta wê qels bibe. li nav vê atmosferê wê nikaribe ji gotinên nebaş bireve. ne tenê gotinên ji derve tê kirin, di heman demê de gotinên wê ya ji bo hevalên xwe dikin jî wê qelsbibin û ev jî wê têkiliyên hevaltiyê xelas bike. piştî gotinan jî xwestina lêborîn kêrî tiştkî nake. şîretek biçûk bihesibîne.



15.09.2015 12:00 | biruya hayao miyazaki

74. ji ber ku zayenda wî/wê "ne yek jî" ye (lê ixtîmalek mezin mêr e):

(bnr: dêbavê soundtrack'an)



01.10.2015 17:22 | xendekî

75. nivîskarê herî bi îstîkrar ya tirşikê ye. wek akpê ye wele *



05.11.2015 22:47 | brusk56

76. Nivîskarê ji ku di projîlê 400 peyaman behtir xwuya dike lê hema tîpeke tenê jî nenivîsandîye .



Ka bila werê bê : min peyamek nivîsandiye!!!



14.04.2016 03:09 | gumgumok

77. yoda! soundtrackvana henûn! ma tu li ku ye? ji hezîranê vir ve ye tê neketiye tirşikê. soundtrackên bijarte bêkes maye! de rabe û were. *



29.12.2017 22:15 | biruya hayao miyazaki

78. nivîskarê ku aniha vê gavê onlsayn e. ji bo ku bikevim kelecanê ev jî besî min e*



08.12.2019 23:09 | ceso

79. (bnr: legend is back)



08.12.2019 23:21 | brusk56

81. yek ji nivîskarê efsane ê tirşikê ye.
tu caran naaxive, ji xwe re di sernivîsa soundtrack ên bijarte de dinivîse û diçe.
efsane vegeriyaye.
pir kêfxweş bûm *



02.05.2020 17:07 | brusk56

82. nivîskarekî cûda û balkeş xuya dike *

ji mijara ku wî vekiriye û tenê li vir dinivîse( li gorî ku min li jor xwend) soundtrackên bijarte vol. 3.



02.05.2020 17:27 | merwano

83. nivîskara ku carekê axivî bû. ê ku salên berê ê tirşikê nedîtine nizanin. demekê di tirşikê de gelek niqaşên tund diqewimî, mrs.soundtrack nema sebir kiribû û axivî bû.
belgeya wê jî heye *
aha li vir e 05.04.2015 axivîna yodayî/64163



02.05.2020 17:37 ~17:38 | brusk56

84. soundtrack xweş in lo , neaxive jî dibe , herwekî bi me re bi vîdyoyên xweşik ve diaxive.
Bi rastî pirr kêyfa min parveyên wê re hat.



02.05.2020 17:58 | brzn

85. di sala 2015 dîsa di nav tirşikvanan de şerekî mezin diqewimî (an jî dinav Kurdan de jsjsj). Min bi xwe nedîtiye, wilo dibêjin.

vî camerî wek jina ku di nav şerê 2 eşîra de desmala xwe ya sibî bavêje erdê û şerê wan bisekinê, wî jî tenê peyamek nivîsandî ye û şerê tirşikvanan qedîya ye jsjsj

Here lînkê



02.05.2020 18:14 ~18:15 | merwano

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» yoda was here

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî