1. navê qoserê navê malbatek amerîkîye.ji aliyê istixbarata amerika hatiye şandin ji bo derbare kurdistanê agahîya berhevke.Ev malbat wexta ku qoser avabûye pir alikarî li gelê qoserê kiriye .lê navê wê yî rasti ''dunaysır''e mana wê serê gerdûnê(serê dinyê) ye. |
|
10.07.2013 11:51 |
stêrbanu
|
2. Qoser (ji Kosor, ango çiyayê sor) navçeya bajarê Mêrdînê ye. Navên weyî ê kevn Telermen, Dunaysir û Qoser e. Bi tirkî jê re dibên Kızıltepe. Gora sala 2008'an serjimara navçê 198.672 ye. Di sala 1973'yan de hejmara wê 21.000 bû, di 1990'î de 60.134 bû, di sala 2007'an de 127.148 hatiye hejmartin. |
|
10.07.2013 12:12 |
endazer
|
3. (bnr: tezên fantastîk yên derheqê etîmolojiyê de)* |
|
10.07.2013 12:13 |
endazer
|
4. ya rastî ne qoser lê qosar e. ev jî ji koyulhîsarê tê.... * bi rastî mirov şaş dimîne li ber şiroveyan |
|
15.07.2013 00:15 |
mastfirosh
|
5. qoser ji ku peyda bûye nizanim lê xelkên deverê wekî Qezê bi nav dikin.û hişyariyek Îrfan Amîda ne ji Qoserê ye ji Şemrexê ye. |
|
15.07.2013 14:20 |
cekdar
|
6. li gorî salixan a rast qosar e û şêniyên wê bi navê qosar bi lêv dikin, lê eyan e ku bi riya çapemeniyê wekî qoser hatiye hildan. |
|
15.07.2013 15:10 |
înano lo
|
7. cihê ku kadîn pirtûk & kovar lê hatiye vekirin e |
|
15.07.2013 21:14 |
rohat_rosî
|
8. qoser navçeyeke li beriya mêrdînê ye û girêdayî Mêrdînê ye. Bir tirkî Kiziltepe ye; lê xelkê ji wîr, bi piranî, weke ''qezê'' bi nav dikin. |
|
15.07.2013 21:47 |
seydayê_peyvan
|
9. bajarê ku piraniya nivîskarên wêjeya kurdî yên li bakurê kurdistanê jê ne.. tişteke ecêb e heçiyê nizanibe yê bêje qey li vî bajarî dema zarok xwudê didin di ber guhê wan de şûna banga xwudê helbestên shakespeareî dixwînin dêûbavên zarokan.. * |
|
15.07.2013 21:51 |
endazer
|
11. Havînan Bihuşta toz û tebarê,zivistanan bihuşta herî û çiravê... |
|
05.08.2013 09:19 |
waweylê
|
12. dojeha ve dinê ye qoser ji ber germa havînê o tozê. Mirovên pozbilind, qure, têrxwarî lê çavbirçî herî zêde ne li vê navçeyê. |
|
11.09.2013 02:05 |
janperest
|
13. Lê nişteciyên Qoserê ji qoserê dibêjin Qezê;qoser navê taxek Qezêye bi çi hawî qoser derbasî zimanê akademik bûye min famnekiriye |
|
03.11.2013 01:45 |
hotîkê medê
|
14. li gor tê gotin berî niha 50 salî 2 taxê qoserê hebû navê yekê tilermen navê a din jî qosar bû îja bela navê tilermen bi erebî ye kurda navê qoserê bijartinin jixwe herdû nav jî ne li kare şênîye wê dibêjin qezê |
|
15.12.2013 00:08 |
bavêhegel
|
15. cihê zarokek din ji hêla dewletê hatiye kuştin e. belê gellek caran ji hin bajaran bêdengtir e. lê carê tîne bîra me ku ew der jî kurdistan e û wek xweh û birayên xwe ye. |
|
29.08.2015 20:51 |
berxweda
|
16. Ez 6 sal berê hatibum qoserê. Hingê zivistan bu hûn bawer bikin belkî kolanekî qoserê jî paqij nebu hemî kur û şêl bu. Yanî mirov bot jî pêkirîba dîsa jî ji kur û şêlê xilas nedibû. Qoser 15 sal mabu destê hdp/bdp ku her meh kolanek bihata asfaltkirin ew pirsgirêk nedima . Lê vêca mixabin rexistin tenê dane kuştina keç û xortan de pir zîrek e yên din her dem paşde ma. |
|
16.12.2019 20:37 |
azad30
|
17. navçeya mêrdînê ya ku ji mêrdînê qelebalixtir e. xelkên wê hema bêje ji bilî kurmancî nav xwe de bi zimanekî din naaxivin. li deşteke mezin avabûye, ji erdnigariya mêrdînê ya bi kaş û kendal xweştir û rehettir e. tişta balkêş mirov dema li nav bajêr digere kolan û taxên wê tev tije mêr in, beretê jinan lê nayê xûya. ya din jî li gorî nifûsa xwe ya zêde ji aliyê bajarîbûnê ve zêde paş de mayî ye. rêyên wê tev kor û çal in û bi toz û gemar. qosera min xeyal dikir ne bi vî awayî bû. |
|
24.12.2019 22:30 |
xeyda
|
18. min nedÎtiye kesekÎ jê re gotiye qoser herkes dibêje qezê. qezê jî ji kû hatiye nizanim belkî ji ber ku qeza anku navçe ye ev nav pê ve maye. feodalîteya li vir bawer nakim li ruhayê hebe, ji xwe ji navçeyeka mêrdînê bêtir dişibe navçeyên ruhayê. min digot qey li vir ereb nÎn in lê mixabin li vir jî ereb hene lê erebê li vir ji gundên derdora qoserê ne û wekê erebên mêrdînê ne serdest in. ji wan re dibêjin tat. hinek kurdên pîr jî ji wan kirasên spî yên ereban li xwe dikin. |
|
24.12.2019 23:35 |
endazer
|
19. bajarê ku piştî ku bi sepanên şaredariyê bikaranîna ceyrana qaçax hema bibêje bû nepêkan, gelê wî tev de dest bi bikaranîna sobeya êzingan kiriye û êdî mirov ji tûxana sobeyan naşê lê henase bigire. |
|
31.01.2021 00:54 |
keyomerd
|
21. (bnr: bajarê herî kurdîaxiv yê bakurê kurdistanê) |
|
10.02.2021 19:37 |
hueyn
|
22. ji awirê rêjeya axaftina kurdî ve em dikarin qoserê bi du parçeyan lêk ve bikin. yek toki (ku nêviyê wê mamûr in) û derdora şeqama nexweşxaneya kevn (em dibêjin ca'da xesta berê/kevn) û du jî sûka qoserê û ciyên mayî. çi mamûr bên qoserê li parçeyê yekem bicî dibin, loma jî li wir tirkî pir e. lê li parçeyê duyem şêniyên kurd ên qoserê hene û li vir jî kurdî pir e. lê van deman parçeyê yekem sînorê xwe fireh dike û niha ez li sûkê jî carna zarokên tirkîaxêv dibînim. min sala borî li dersxaneyeke li parçeyê yekem xwand. her kes bi gelemperî tirkî dipeyivî, axaftina kurdî %20 wan bû. niha li dersxaneyeke li parçeyê duyem dixwînim û em heya bi mamosteyan re jî kurdî dipeyivin. hin mamosteyên tirk hene ew jî hêdî hêdî fêrî kurdî dibin. wê rojê min ji mamosteyekî tirk re got rojbaş mamoste wî jî bi tirkî got rojbaş. û tevî ku peyva mamoste li nav gelê qoserê pêde nabe jî em wek mamoste an jî xoce bang wan dikin. |
|
11.02.2021 12:24 |
keyomerd
|
23. Navçeya mêrdînê ye. Ez vê bajarê hinek babetan dişibînim gevera colemêrgê. Her du navçe bi sedema valakirina gundan nifûsa derûdor li cem xwe kom kiriye. her du bajêr bê plan û qaîde mezin dibin. Ji ber vê gelek pirsgirêkên bajêr peyda bûne. |
|
18.08.2021 09:16 ~09:30 |
kajav
|
24. dema xelkî digot bajařê herî kurdîpeyiv qoser e min bawer nedikir, lê niha bawer dikim. min digot eger rewşa herîkurdîpeyiv eve be hingê rewş ne ti rewş e. xuya ye beřa jî ne ti rewş e. |
|
09.10.2021 23:01 |
keyomerd
|
25. Li gorî mezinahî û zêdehiya nifûsê xwe û bi nav û dengbûyîna xwe tu bajar nîne ku mirov lê bijî. Ji xeynî taxa Nû ya li aliyê balafirxaneyê tev de dişibe bajarokeke Pakîstan yan afxanîstanê. Qirêj û toza vir bawer im li çolistanan nîne. Malên wan ên ji Estetîk û xemlê dûr, kolanên wan ên kor û çal, dikanên wan ên ji paqijiyê bêpar hew dilê min dixelîne. Kurdên me bi rastî jî tu qedr û qîmetê nadin xwe. Ev navçe qaşo bi salan bi destê şaredarên kurd ve hatiye birêvebirin lê hema bêje derziyeke qul lê nehatiye zêdekirin. Û xûya ye ev kêmasî û qusûrên bajêr ne xema Niştecihên wir e ku rojek ji rojan li ser vê neketine nav liv û tevgerekê û tiştek li xwe zêde nekirine. |
|
22.04.2022 19:36 |
xeyda
|
26. qoser/139434 |
|
23.04.2022 21:03 |
xabûrî
|
27. Cihê ku lê ceyran herî biha ye. |
|
21.12.2023 21:47 |
fera_şimikê
|
îy yo hee [1] |
|
fuckîro rebeno [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [2] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |