Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
wîkîferheng - tirşik
wîkîferheng
(17) (3) (3)
di mijarê de bigere

1. ferhenga kurdî-kurdî û xezîneya peyvan. rola wê di xwe-standardkirina zimên gelekî girîng e.



https://ku.wiktionary.org/wiki/Destp%C3%AAk



10.07.2013 10:28 | gimgim

2. tê de keda mezin heye. ji bo her kesê ku tê de keda wan heye, spas dikim.



ez reqeman bidim û wisa bifikirin;



-vikisözlüka tirkî de 313.308 mijar hene. https://tr.wiktionary.org/wiki/Ana_Sayfa

-wîkîferhenga kurdî de 273.120 mijar hene. https://ku.wiktionary.org/wiki/Destp%C3%AAk



yanê hema bêje bi qasê ya tirkî berfireh bûye. ser înternetê tirk ji kurdan 1000 caran zêdetir aktîf in. lê tiştekî wisa çawa çêbuye nizanim.

helal be ji we re.



10.07.2013 12:39 | simurg56

3. Wekê propagandîsta Vatîkanê dixebite û derewên wî dewletê belav dike. êdî armanca vê ferhengê ya qirêj ji bo xwendevanên hişyar zelal e:



https://ku.wiktionary.org/wiki/roj



16.07.2013 01:53 | sîsîfos

4. ferhenga ku bîst metre tunebe jî ferhengek bi qasê ferhengan tê heye.. *)

di nav ferhengên online yên li ser înternetê de ferhenga ku herî zêde kêfa min jê re tê û bikar tînim û mifayê jê dibînim.. ji ber ku hem ji hemû devokên kurdî û kurmancî peyv û têgeh li bin banê vê ferhengê sitirÎne û hem jî derfeta hevberkirina peyvan bi zimanên din ên cîhanê re dide mirov.. û carinan jî esl û esasê peyvnan di vir de tê deşîfrekirin û teşhîrkirin.. bi qasê min ji derekî xwendî ji bo beşa kurdî ya wîkîpediayê 4 xebatkarên ku bi profesyonelî bi î karî ve rabûne anku debara xwe bi wîkiyê dikin hene.. eger di nav nivîskarên tirşikê de ji van camêran kesek hebe bila xêra bê serdana peyamdanka min..



16.07.2013 02:27 | endazer

5. ferhenga ku hewleke mezin dide ku îsbat bike 'kokên peyvên kurdî ji zimanên din ketine kurdî'



16.07.2013 12:16 | kardoxî

6. Wîkîferheng, nênikeka(eynika) bo nîşandana îmkan û firsendên ku înternet pêşkêşî Kurdan dike ye, bes ku meriv li wê binihêre û bibîne. Înternetê pirr firsend derxistine pêş Kurdan, pirr îmkan berpêyên wan kirine. Hinek ji wan berba dibin, bi ro de diherin, lê hinek jî mîna Wîkîferhengê heta ku bibe tên bi kar anîn.

Belê, wîkîferheng niha ji kesên ku li ser înternetê ferhengan digere re, çi kesî ku hîn nû bi Kurdî hîn dibe, çi kesî ku şareza û pisporê zimanê Kurdî û zimanan re çavkaniyeka têrtijî ye. di wê de ji herkesî zêdetir ked û emega Husein muhammed, ango ferhengvan, heye. wî heta 50.000 gotaran hema bêje bi tenê kar kir, lê ji dû wê re bi xêra çend kesên din û "bot"an ve ew gav bi gav nêzika 300.000 gotaran dibe. niha gotarên bi kurdî, tirkî rêjeya herî mezin in. ji dû wan re almanî û înglîzî ya her yekên wan nêzî 13.000 gotaran tên. Bi farisî ser 6.000 re gotar hene.



lê dîsa jî bo farisî, erebî, frensî kêmasiyên mezin hene û ew kêmasiyan li bendiya xêrxwaz û kurdîhezan in.



11.09.2013 00:13 | fethî ronî

7. Ferhenga ku mirov dil dike tirşikhez jî beşdar bin. FERHENGA HERKESÎ.



12.10.2013 23:09 | serhednişîn

9. ferhengeke ji tirşikê gelekî giringtir û bikêrtir e, lê mixabin kurd ji tiştên vala hez dikin û tiştên bi fêd ji wan re ne derd û kul in.



14.12.2013 22:15 | dijber

10. ji bo standartkirina kurdî rolek pir mezin dilîze



15.12.2013 00:00 | bavêhegel

11. çend rojan berê hejmera peyvan ji 300.000 gotaran borî û niha ew di nav hemû wîkî yan de 14'am e. jixwe beşa Kurdî û tirkî di wareka gelek dewlemend û hêja de ne. lê, li hindê wan, niha îngÎlîzî bi 21 hezar gotaran, almanî bi nêzî 16 hezaran, farisî bi ji 8000 hezar gotaran zêdetir ve gihîştin qonaxeka hêja û giranbiha. li ser xêrê be

(bnr: wqferheng)



16.12.2013 22:39 | fethî ronî

12. Bi taybetî xebateke mezin ya Husein muhammed tê de heye



20.02.2014 12:16 | tolazek

13. ferhenga ku dema dialiqe û dixitime û nikare bi pirsin û lêgerîninên xelkê ve bibeze hawara xwe digihîne turkcekurtcesozluk.com-ê.. û xwudê bihêle turkcekurtcesozluk.com jî tişta zane jê texsîr nake..



20.02.2014 15:47 | endazer

14. hejmarên gotaran niha li devdevî 350.000'an e û di nav hemû wiki-ferheng'an de 16'emîn e.

http://fethironi.blogspot.com.tr/2014/07/wikiferheng-li-devdevinezi-350000.html



12.07.2014 00:16 | fethî ronî

15. Gelekî zengîn û rengîn e... hewce nake ku ferhengek dinê binêrim.



Beşekî wek "herwiha" ku li wir peyvên herêmî heye. Meraq dikim gelo bi isûlekî çawa di nava wan da yekî dijmirin û wek standart nîşanê me didin.



19.12.2014 23:08 | mîr

16. ferhenga herî bibingeh û tije ye. tenê kêmasiyek wê heye nêr û mê bûna peyva nanivîse. wê jî binivîsin wê bibe taca serê kurdî.



20.12.2014 12:09 | berxweda

17. Ferhenga kurdî ya herî mezin û berfireh e. Hem rayê peyvê hem awayên wê yên devokî hem bi zimanên dide ber hev. Ev çavkaniyeke mezin e ji bo kurdî. Û heta ne tenê kurdî-kurdî, kurdî-ingilîzî, kurdî-tirkî, kurdî-erebî, kurdî-farisî, kurdî-elmanî ye. Rayên/kokên peyva dide ev ne ji bo ku bêje ev peyv ji zimanê din ketiye kurdî ev nîşan dide ku ka çawa malbatên zimanan çêbûne, ev ziman çawa bi hev ve girêdayî ne, zimanên aryayî ji yek rayê/kokê ne, kurdî jî di vê de roleke mezin dilîze, ango kurdî jî yek ji zimanên bingehîn ên rojhilat e, koma zimanên arya ye.

Kesên vî karî dikin divê murov here destê wan maçî bike. Mala wan ava.



20.12.2014 12:58 | xendekî

18. Ferhenga ku li gor îstatîskên îro ferq avêtiye ferhenga tirkî ya wikipediayê:

Di ferhenga kurdî de niha 429.284 rûpel û bi sedan hezaran peyv hene. Ferheng bi kurdî û zêdeyî 270 zimanên dî ye.



20.12.2014 13:09 | xendekî

19. Ji bo androîdê bernameya wê ji aliyê fatîh aydin ve hatiye çêkirin hûn dikarin ji vir daxînin;

https://play.google.com/store/apps/details?id=com.wqferheng



20.12.2014 14:06 | xendekî

20. Ferhenga ku ez nizanim bê çawa bi kar bînim.

Yanî dikim û nakim lê germ nabim.



25.12.2014 14:25 | gulan

21. ferhengeke zêde serkeftî ye. çima dibêjim zêde? lewra ev serkeftîbûn nayê texmîn kirin. li jor simurg56 jî gotiye hejmara mijaran çenikek maye bigihêje hejmara mijarên di ferhenga wikipediayê ya tirkî..

bikaranîna wê ne ewqasî zehmet e tenê li aliyê rast-jorê cihê lêgerînê heye û mere li wê derê peyva ku mere lê digere, dinivîse û ew peyv derdikeve pêşiya me. ger tune be dibêje tune ye ger peyveke ku hemwateya peyva ku em lê digerin hebe, dibeje li wê peyvê binere û hew..



25.12.2014 14:49 | mergehez

22. ferhenga ku hejmara rûpelên wê ji ya tirkî buhriye, lê divê hin rûpel baş bên çêkirin.



26.12.2014 01:41 | dijber


24. yek ji serkeftinên herî mezin yê kurdan e. dest û tiliyên kesên ked dane, sax bin.



19.02.2015 19:51 | simurg56

25. li gorî îtîrafa fethî ronî, (bnr îtîrafên tirşikvanan/60149), heye ku beşek girîng jê, ji ferhenga tirşikê hatibe guhestin.



03.03.2015 20:16 | simurg56

26. Ferhengek pir girîng e. û pir xweş e. Lê hewceye ko bê bipêşxistin. Niha 30 bikarhênerên çalak hene. Û 444.038 peyv tê de hene.



04.07.2015 01:28 | bikarhêner

27. sepana wê ya telefonê jî heye ez bi kar tînim. gelek jêhatî ye. navê sepanê WQFerheng



04.07.2015 13:21 | hêja hûner

28. ferhengeka ne xerabe lêgerîna wî ecêbe carna tîpê ecêb dertên yên wiha ¿ ? ji tunebûnê çêtire.



04.07.2015 22:08 | shorbevan

29. tew min nizanîbû tişkî wisa heye yaw, ha ha ha, welleh niha 3 mehên din zimanê min dê bibe qerrase.



05.07.2015 00:20 | hola êzîda

30. Destê ferhengvanan sax be.



Here lînkê





Di malperê de wisa nivîsandine :



Ev demek e çend zimanhezên kurd li ser ferhengek kurdî-kurdî-biyanî ya elektronîkî dixebitin. Niha hejmara rûpelên wê ji 453.965î derbas bûye. Ev ferheng, ku bi navê Wîkîferheng têt nasîn, projeyek navneteweyî û bi hemû zimanên dinyayê ye. Di ferhenga kurdî de her peyva kurdî bi kurdî têt ravekirin. Herwiha etîmolojî û peyvên têkildar û yên ji wê peyvê hatine çêkirin jî di heman pê re tên diyarkirin. Gelek ji rûpelên ferhengê bi wêne û nimûneyan hatine xemilandin daku têgihiştin hêsantir be.



Li dawiyê jî wergera peyva kurdî bi gelek zimanan têt dan.



Ferheng bi kurmancî ye lê tê de peyvên bi zaravayên din jî yên kurdî cih digirin. Alfabeya serekî ya ferhengê kurdiya latînî ye lê kurdiya bi alfabeya aramî anku erebî jî cih digire.



Tiştê herî balkêş ya vê ferhengê ew e ku xwendevan bi xwe dikarin peyvan lê zêde bikin. Lê birêveberên malperê nahêlin ku tiştên bêwate tê de cih bigirin, loma ferheng pak û bijûn dimîne.



Her roj bi dehan rûpelên nû li ferhengê zêde dibin.



29.03.2016 13:35 ~13:42 | gumgumok

31. malpera beşa wê ya kurdî gellekî çalak e. 500 hezar peyvî derbas kirine û ketine nav 10 zimanê mezin *

Here lînkê



18.10.2016 22:53 | berxweda

32. Kêmasiyekî wê ev e, gava meriv peyvekî lê digere, peyvên eynî mane de ne tê li ber meriv, heger tu temamê wan peyvan bitikînî dibînî ku hinekî wan vala ne. Yanî peyvên hemû bi hev re çeperast ne hatiye girêdan, texmîna min ji bo pisporên sepana kombersan ne tiştekî zor e, gere were sererastkirin.

Mînak: ez peyvê "colang"ê lê digerim nayê pêşiya min, ez maneya vê peyvê ji nivîsarê texmîn dikim dibêjim qey ev "beşik" (dergûş) e ev çax wekî "beşik" lê digerim colang jî tê pêşiya min.



04.06.2017 09:23 | mîr

33. Ferhenga ku bi zêdetirî 590.000 mijar tê de heye û nav wiktionary'an de -êdî- rêzê 12ê de ye. Di nava ê 11emîn (bnr: swêdî) û wîkîferhengê kêmzêde 2.500 mijar hene.
Çavkanî:
Here lînkê



22.08.2017 01:54 ~02:11 | cûndûllah el-kurdî

34. ferhenga ku rûyê wê de, bi taybetî di dema wergeran de dema min pir diçe û dixwazim her peyveke nû lê zêde bikim. mezintirîn projeya ferhengî ya kurmancî ye. baştirîn ferheng e. divê her tirşikvan rojê qe nebe çend caran here ziyareta wê.



25.08.2017 10:42 | serhednişîn

35. Ferhenga ku ez hero hero îllaqim serî kî du serîyan didimê..
min ra zev feydeya wê çêbû heta niha..
lê hinek peyvên herêmkî tê da tinene..ewqas jî normal e idî..



25.08.2017 20:34 | bûtîmar

36. niha hejmara rûpelan gîhîştîye 593.596'an. 6404 rûpel mane ku bîgejen 600 hezaran. ku her kê ferhenge re alîkarî kiriye xweda li wan razî be.

min gellek tişt li ve ferhenge hîn kirin, dixwazîm ku her kurmanc ji le hin bibe.



16.09.2017 21:21 | daspır

37. ew ferhenge ku gelek tişten xweş te da hene. lazim ku her kurmanc le hin bibe. bî taybet ji kurmance kurdîstane bakure. ji ber ku kes tu kurmanciye rast nizane, ez ji tev wanim.

dema niha şeş hezar rûpel mane ku yekûn bigeje 600 hezaran. xweda qudret bîde kurda.



16.09.2017 21:29 | daspır

39. ferhengeke pir bikêrhatî ye. tê de tewanga lêkeran, zayenda bêjeyan, gotinên bêjeyan li gor herêman, etîmolojiya bêjeyan heye. gerguhêzî yan jî negerguhêziya bêjeyan jî nîşan dide. niha 818.102 gotar tê de heye.



29.07.2020 17:33 | keyomerd

40. Ferhengeke serkeftî ye lê sepana ferhengê de kêmasî hene. Herçiqas di sepanê de kêmasî hebin jî li ser înternetê WîkîFerheng têr û tijî ye, têra me dike.Bi sedan xebatkarên bênav dixevitin. Ew her hebin ku bi saya wan zimanê me li qada înternetê de bi pêş ve çû û diçe. Her pêş ve biçe.



29.07.2020 21:53 | bargiranewe aeth.

41. Ferhenga ku yekem lê tiştekî digerim û bi xêra dewlemendbûna wî tişta ku lê digerim carekî de bi gelek zimanan û bi jikuhatina wî ve dibînim.
Ji bo her kurd, bernameyek nav û deng e.Li ser kompûtir û telefona min bernameya favorî ye.



29.07.2020 22:45 ~22:46 | brzn

42. ji bo peyvên kurdî-înglîzî ferhengeke baş e.



08.12.2020 00:00 | hueyn

43. Kurdî di Wîkîferhengê de, beşa ferhengê ya Wîkîpediyayê, ji Farisî, Tirkî û Erebî derbas kir, bû heştemîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê.

Li gorî daneyên Wîkîferhenga Îngilîzî, kurdî bi 918 hezar û 123 peyvan di nav 168 zimanan de di rêza heştemîn a cîhanê de cih digire.

Her kesê ku bi kurdî diaxive dikare peyvan li malperê zêde bike, ku xizmetek bêpere pêşkêş dike, lê peyvên zêdekirî piştî ku ji hêla heft çavdêran ve têne nirxandin, li ser rûpela fermî ya malperê têne parve kirin.
Peyvên nû her roj li kurdî zêde dibin, ku piştî îngilîzî, fransî, malagasî, çînî, rûsî, yûnanî û almanî, di rêza heştemîn de ye di nav zimanan de.

Ferhenga Wîkîferhengê bi erebî 67 hezar û 624, bi farisî 104 hezar û 581 û bi tirkî jî 359 hezar û 195 peyv pêk tê.

Bi lêzêdekirina tenê peyvên ji zaravayên Kurmancî û Soranî li ser rezervan, kurdî di rêza heştan de cih digire. Lê belê di nav avê de zaravayên Goranî, Kurmancî (Zazakî) û Lûrî nînin. Li gor rûpela îngilîzî ya Wikipediayê, kurdî tevî hemû zaravayên xwe, bi 1,2 milyon peyv û biwêjên piştî Fînî û Koreyî di rêza sêyem a cîhanê de ye.

Çavkanî: Rûdaw



30.09.2023 15:18 | horhorik

44. kurdî tê de bûye 8emîn ziman. bi nêzî 920 hezar rûpelên xwe ve di rêza zimanên navbera sedhezar-mîlyon peyvî de ye. sê çar sal berê ew 700-800 hezar bû, lewma mîlyon nêzîk e.

lê hin jî homepage-a malperê de navê kurdî nava 10 zimanên sereke de nîn e.Here lînkê



30.09.2023 16:54 | ciwanzêr

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wîkîferheng

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî