Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
mizgeft - tirşik
mizgeft
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. mizgeft, avahiyÊn ku misilman lê îbadeta xwe dikin e



23.04.2014 16:32 | hebhinarkê

2. peyva ku herÎ zêde etîmolojiya wê mereq dikim, wextekî di koma zimanê kurdî ya li ser facebookê de camêrekî bi navê husein muhammed digot peyv bi eslê xwe ji mescîda (s-c-d, er., rûniştin) erebî tê û pê re pê re li ber bayê zemên heşifiye û dilq û dirûvê kurdî pê çûye..

lê hingî jî dilê min lê rûneniştibû û niha jî.. yanî xem û mereqa min a di vê barê de hêj aktûel e.. *



23.04.2014 16:41 | endazer

3. nizanim ittisalÊ hemdiger heye ya tÛneye lÊ ez bi peyva şkeft / Îşkeft re nezdikÊ hew dibinim. dibit ku şkefta pÊxember bÛye mizgefta Ûmmet.



edÎt:

min nuha dit ku "şkeft" ji peyva şikestin (tr:kırılmak) tê.

lÊ ji bo "mizgeft", li ser wÎkÎferhengÊ gotine ku ji peyva erebÎ yê "mesjid" tÊ.

lê ez eceb mam ew mesjîd ku ta çuye malezya Û endonÊzya lÊ negÛherÎye, li kurdistana ku li ber dÊrÎ guherÎye... disa jÎ ez nizanîm xwaceh zane...



23.04.2014 16:46 | cinorek

4. ger ew peyva bi mosque we ji kokek tÊ Û hind-iranÎ bibe, wa teoriya rast e:

(bnr: kurdî ji farisiyê zêdetir iranî ye)



23.04.2014 18:08 | cinorek

5. mijara ku mane ya xwe zêdetir, bi alîyê etîmolojîya xwe ve bala tirşikvanan kişandiye. xêncî wê, zivistanê germ, havînê hênik e. ji bo xewê xêra xwedê ye*



24.04.2014 01:50 | nazim tolhildan

6. akustîka wê zehf baş e, ji bo konsertan jî xêra xwedê ye



24.04.2014 01:52 | kevçiyê dil

7. ne tenê cihê perestin û hewandinê lê cihê xwendin û perwerdehiyê ye jî..

dema ez biçûk 5 salan ser hev li cizîrê li mizgefta dortyolê (çaryan) -wek mizgefta şêx sahib- jî tê zanîn, min feqetî kiriye, ez nav nedim lê, di nav me de bi qasê çend rojekî jî be camêrekî seydatiya min jî kiriye.. belkî camêrinin derkevin û bêjin ew dera tu behs dikî, ne medrese be? erê wezîfeya medreseyê jî dikir, lê bêtir mzigeft bû, yanî wek mizgeft hatibû çêkirin lê paşê pê ve odeyek ku ferhenfa feqetiyê de jê re dibêjin hucre, jî hebû, ku em feqe lê diman, ez dibêjim em feqe, lê ez şevê ji xeynî çend şevan lê nemame, bi piranî feqeyên ji gund û ji bajarên derdorê dihatin şevan jî lê diman..



24.04.2014 03:10 | endazer

8. sevan nîşanyan li vir bûya û ji me re bigota ka vî peyvê ji kêrê hatiye, kokê wî yê ewil çawa bû û bi çer derbasî zimanê me bûye. her bijî bedros!



14.02.2018 22:37 | mirovekirind

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mizgefta kurşunluyê

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî