Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
stranên li ser xerîbiyê - tirşik
stranên li ser xerîbiyê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hema bêje nîvê stranên kurdî an li ser xerîbiyê ne an jî têma û fona stranan xerîbî ye.. wek nimûne herdu stranên ciwan haco yên bi navê xerîbî û derdê dûrî, du nimûneyên baş yên evê mijarê ne, lê divê lê mikur bême ku min ev stran ji bo dönmek a koma yeni türkü yê vekir..



ya ku dibêje;



''Neresi sıla bize, neresi gurbet

Yollar bize memleket''



yanî;



''kû der war û welat e ji bo me, kÛ der xerîbî û xurbet

rêyên dûr û dirêj ku diçin û hey diçin û bi ser tu derî ve nabin bûne stargeh ji bo me''



19.04.2014 03:26 | endazer


3. stranên ku dema mariv ne li bajarê xwe be gelek biêş dibin. dema li xerîbiyê bî tu dibê qey ew hemû stranên hanê ji bo te hatiye nivîsin. dema ku stran ne li ser xerîbiyê jî be lê bes navê bajarê te jî di nava gotinê de derbas bibe êdî ew jî ji bo te dibe strana xerîbiyê wek mînak strana ciwan haco ya 'min navê xwe kola li bircên diyarbekir...' helbesta rojen barnas e, ciwan haco jî dibêje. li ser şêx seîdê kal hatiye nivîsîn lê dema tu ne li amedê bî bandora stranên xerîbiyê li ser te dihêle.

ji bo min strana xweştirîn a li ser xerîbiyê, strana ilkay akkaya ya 'amed şehrim benim" e ku dema ne li amedê bim û ji dûr ve jî mûzîka vê stranê bê guhê min girîn dikeve gewriya min...

belê rast e hama bêje nîvê stranên kurdî li ser xerîbiyê ne ez bawer nakim ku di tu ziman û milletekê de li ser xerîbiyê ewqas stran hebin. ev yek jî rastî û trajediya me kurdan nîşanê me dide ku ji serhildana bedirxanan ve vir de ye ku her gav kurd ji aliyê pargelê ve hatine mişextkirin. lewma jî kurd, êşa dûrbûnê ya ji welatê xwe di nava stran û kilamên xwe de jî vegotine



19.04.2014 03:41 | ferhenga şikestî

4. sedema kûrbûna berîkirina welêt e, nayê pêşniyarkirin.

strana gurbete kaçacağım ya yeni türkü yek ji stranên herî xweş yê xeribiyê ye.









19.04.2014 09:49 | simurg56

5. birçîbûna welatê me, ji têrbûna welatê xelkê çê tir e. delalê delalêêê...



http://youtu.be/r8GQMHjiB4o



01.11.2014 15:59 | seydayê_peyvan

6. hinek bi ken be jÎ

çîrok a laz û kurd





01.11.2014 16:15 | sarpimoleni

7. dengbêj û hunermendêN me li ser xerÎbiyê bi sedan stran (kilam) gotine em nikarın bibêJN EV XWEŞE EV NE XWEŞE LÊ BELÊ STRANA 'SALÊ' ya ku bedil dibêje kezeba mirov di heline



02.11.2014 00:00 | xeyalperest

8. Bedil- salê





02.11.2014 00:03 | xeyalperest

9. murat bektaş, şivan perwer, ci̇wan haco li ser xerÎBiyÊ stran gotine.



02.11.2014 00:17 | xeyalperest

10. stranêkî Koma azad(xêribim) heye ku karî bibe mînakê ew mijare.



02.11.2014 15:53 | nivîskarê bêkes

13.



06.03.2015 20:57 | ferhenga şikestî

14. Eyşe Şan , Ciwan Haco û Rojda li ser xerîbîyê stran derxistine. Helbet jî bilî vana kesê dî jî li ser xerîbîyê stirîne bes bi min yên herî xweş û bibandor yên van her sê stêrkên hunera me ne.



24.03.2016 19:41 | hêvî

15.

Dema ku dengê xerîbiyê dikin wê kêlîkê ev tê bîra min.

Ji Koma Azad

Xerîb im ez xerîb im,

xerîb im ez xerîb im

Bimrim ez te nebînim yâr yâr yâr yâr

Xerîb im ez bêhalim,

xerîb im ez evdalim

Ji kezzebê dinalim yâr.



24.03.2016 20:35 | gulêê

16. (bnr: xelîl xemgîn)
(bnr: xerîbî)




25.04.2020 00:45 | afa

17. (bnr: hozan dîno - şîret)



25.04.2020 00:51 | merwano

18. Welatê xurbetê - hozan hemît (nîşe:Ji bo xerîbiyê the best one, ez ne xerîbim û ne li xeribiyê me jî lê ji bo mijarê baştir peyam e :d)




26.04.2020 00:04 | brzn

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» stranên ku mirov nikare vedoze
» ser guha avêtin

Kategoriyên mijarê:: anket muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî