1. bûyera ku îro hat serê min xwedê biranê tu evdê xwe nede hê jî ji halê xwe yê şerpeze û perîşan dikenim neyse dirêj nekim ji we re qal bikim, bi kurtasî wisa pêk hat ne kêm ne zêde; îro ez û hevalekî min em çûn li çayxaneya pelaşînê ya ku li ber batikentê ya li amedê ye em rûniştin, bi qasî bîst xulek paşê sê zilam hatin li paş me rûniştin yek ji wan pordirêj bû û dişibiyan harun ataman ê ku endamê koma rewşenê ye lê bi xwedê mariv digot qey ew bixwe ye tu cudahiya wan a fîzîkî tunebû. qama wan riyê wan erîşê wan û her wekî din eynî bûn. min xwe bi xwe got gelo herim silavê bidim an na? ez bixwe gelek ji stranên wî û dengê wî hez dikim bi taybetî jî strana wî ya zagrosê neyse min got ji bo xatirê wê stranê ez ê silavê xwedê bidim. dema em rabûn min ji hevalê xwe re got tu bimeşe ez têm, neyse ez çûm min bi kurdî got -merhaba kekê çawa yî? ew jî bersiva min bi kurdî da -got spas dikim falan neyse em piçekî axifîn min got -kekê tu harun ataman î newsa? got -ew kê ye? min got -pardon min we tevlihev kir hûn pirr dişibin hevudu biborîne got tiştekî nabe. min got -tu wî nas nakî? got na min got hunermendekî kurd e endamê koma rewşenê ye got nizanim hevalê wî jî got gelek kes wî dişibîne kesên din bi taybetî jî di terorle mucadeleyê de:-) min di hundirê xwe de got gelo ev dixwaze bêje çi? neyse ez hatim li ba hevalê xwe hevalê min ji min pirsî got tu wan polêsan ji kû nas dikî? min got ew polês in? got erê di terorle mucadeleyê de carinan tên li vir rûdinin:-) ango her sê jî polês derketin bi xwedê û kurmacî jî wek bilbilê dipeyiviyan |
|
19.04.2014 03:17 |
ferhenga şikestî
|
2. ku di salên nodî bibuya, dawiya vê buyerê de an binçavkirin an jî şîret dayina ku şeqam tijî dibû.. |
|
19.04.2014 19:05 |
havka
|
3. bêguman civîna dêra katolîkan e ku qala kUrtaj, hevberdan û hevzayendan e. li gorî nûçeya bbc-turkçe ev civÎN Jİ BO REFORMEKİRİNA NÊRÎNÊN DÊRÊ YE. KA EWÊ Çİ BE EMÊ PEV RE BİBÎNİN. |
|
05.10.2014 22:50 |
biruya hayao miyazaki
|
4. vegera kevçî * |
|
06.10.2014 18:49 |
kevçiyê dil
|
5. ev bûyera qewimîye ji çêbûna min 10 sal berê pêkhatîye. ango salên notan. bûyera ku qal bikim elaqedarî hizbûllahî ye. ji xwe wê demê serê êlihê pê hizbullşeytanan re di belayê de bû. wekî axayan bûn û kolan kolan digerîyan. ev tişt xweşa dewletê diçû ma kurd namirin ew jî wê dixwastin. wisa difikirim ku ew kesên çete jî dewlet eyar kiriye û hiştine ku êrîşê kurdan bikin. ma we demê hindik kurdan kuştin. :/ |
|
31.10.2020 22:05 |
yûsiv
|
6. (bnr: daweta cinan) |
|
31.10.2020 22:09 ~22:12 |
biruya hayao miyazaki
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |