1. hê ez zarok 7-8 salî tê heme yan nîn im.. axirê bi kotek û sed bela maliyan hêliştiye ku ez jî bi wan re rabim paşîvê û rojî bigirim.. rojekî bi xuşka xwe re ez çûm mala metka xwe.. metka min jî ji bo meha remezanê paste û kulîçe çêdikirin.. axirê piştî ku paste ji firnê derketin anîn danîn ber min lê min got ez jî rojî me ji ber hindê ez naxwim.. wê rojê di wê malê de çend kes hebe hat li ber min geriya û got tu zeîfbeden î tu nikarî rojî bigirî ji van kulîçeyan çend liban bixwe.. welhasil kirin û nekirin ez ji ya xwe nehatim xwar û min devê xwe li kulîçeyan neda.. bû çaxê êvarê ji seeta fitarê re hema bêje seetek filan mabû me xwe kar kir ku em vegerin malê.. metka min poşêtek tijî kulîçe kir û da me ji bo fitarê.. axirê em ketin ser rê û serderî malê bûn.. dema ku em gihiştîn malê ji fitarê re 10 deqeyek mabû yan nemabû.. nizanim ji ber çi hema cihde min devê poşêtê kulîçeyan vekir û yek jê avêt devê xwe li ber çavên maliyan.. tabî piştî hingî rojî li min qedexe kirin.. |
|
09.07.2013 15:59 |
endazer
|
2. bîranînên herî xweş bêgûman bi xeletî xwarin xwarin lê dîsa jî neşikestina rojiyê ye. |
|
09.07.2013 16:05 |
simurg56
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |