Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
li xwe baş binêre - tirşik
li xwe baş binêre
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gotineke tirkmancî ye. ji gotina "kendine iyi bak" rasterast hatiye wergerandin.



li zimanê tirkî lêkara "bakmak" bi 2 wateyan tê bikaranîn.

1) nihêrîn

2) hay jê hebûn, xwedî lê derketin, lê miqate bûn



li vê gotinê mebest bikaranîna wateya duyem e.

heke ku tu ji kurdeke ku tirkî nizane re bêjî "li xwe baş binêre" dê biçe rahêje neynikê û li rûyê xwe binêre.

ji bo rast bikaranînê mirov dikare bêje "hay ji xwe hebe" , "li xwe miqate be"



(bnr: bi tirkî fikirîn bi kurdî gotin)



15.04.2014 20:26 | oxir

2. gotina buyî sedema nelihevkirinê. qalib û gotin bi tu awayî nikare li zimanekê bê heramkirin lê ji bo bikeve wî zimanî û bibe malê wî zimanî divê gorî rêzimanên wî zimanî be. 'li xwe nêrîn' di kurdî de rasterast li xwe nêrîn e, tu wateya wê ya duyem tune ye, ji ber wê oxir mafdar e. weke ku ji bo 'tehl' mirov 'tûj' bikar bîne ye, ji ber ku tirkî de herdu jî 'aci' ye.



15.04.2014 22:48 | azadixwaz

3. kêfa min ji vê gotinêre qet naye. we ku ji min re xebera bidin. ez dibêjim li xwe miqate be.



15.04.2014 23:45 | azê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwezî min tu nas nekir ba
» baş e ku îsraîl heye

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî