Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
bêlome be - tirşik
bêlome be
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Mane wê “Xwedê muhafize bike”, “xwedê ji me dûr ke” ye.

Barkem, ji mêran zêdetir jin dibêjin. Min qe ji devê mêran seh nekir.



15.04.2014 10:59 | mîr

2. biwêjeke ku di sohbet û paşgotinî yên jinên kurdan de herî zêde tê bikaranîn e.

-bê lome be, bûka filankesê çiqas pozbilind e.



19.12.2014 15:42 | nazim tolhildan

3. Navê şanoyeke kurdî ye. Wê li Amedê û li Qoserê bê lîstin. Ev e agahiya wê ya ji bo Amedê:

https://m.facebook.com/events/upcoming?ref=bookmark&app_id=2344061033#!/events/885636924792773?acontext=%7B%22ref%22%3A56%7D&aref=56&ref=bookmark



04.02.2015 19:54 | xendekî

4. Lîstika ku min jî dem û fersend dîtiye û min lê temaşe kiriye. Lîstikvaniya hevalan -rawîn û Kamuran û ew hevalê din navê wi nehate bîra min- baş bû lê mijar sîxurtî, gerîlatî û di navbera xelîl u celil de man bû, falan filan. diyalogên lîstikê û sona wê klişe bû.



05.02.2015 23:06 | seydayê_peyvan

5. me got hema ''bêlome be'' hema bû lome li ser lomeyan, bûye ''meseleyê gayê kanika.''



19.03.2015 20:27 | remlavêj

6. lome ji peyva erebî لوم ê tê. lewm di wateya xwe de "şermezarkirin"a kurdî ye. di quranê, di sûreya qiyametê, di ayeta diduyan de xwedê wiha dibêje "ولااقسم بالنفس اللوامة" yanî "na! ez bi mirovê ku xwe şermezar dike sond dixwim".



îcar di binhişa misilmanan de baweriya "gava tu yekê şermezar bikî wê ew tiştê ku tu şermezar dikî were serê te" jî heye lewma kurd berî ku yekê şermezar bikin bê peyvê bi lêv dikin. yanî dibêjin " xwedêyo! ne ku ez wî/wê şermezar dikim lê rastî ev e û tu vî tiştî neyinî serê min û min biparêzî. bêlome be



26.03.2015 16:53 | ceso

7. (bnr: mazallah)



26.03.2015 18:04 | mîr

8. (bnr: bê gazinde)



26.03.2015 19:53 | vêca çiyeeee

9. (bnr: bê lome be ya star!)



18.09.2016 22:00 | bûtîmar

10. an bê lome

(bnr: bê lome be)

(bnr: ji lêgerînê bawerkirin)



18.09.2016 22:17 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêlome_simeya

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî