Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ze tijê - tirşik
ze tijê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. meriv dibe 15-20 sal berê.

-



14.04.2014 21:42 | dara berrûyê

2. Na kilama înan bi zazakî ya: Desmal







Na kilame eslê xo de Metin kahraman vano:





14.04.2014 22:12 | kurdane

3. Ze Tijê, kom di sala 2007an de li Stenbolê hat avakirine. Vateya Ze Tijêyê di Kirmanckî de "Wekî Tavê" ye.
Kom zêdetir stranên Kirmanckî (Zazakî, Dimilkî) distrîne, li gel Kirmanckî, Kurmancî û Tirkî jî dibêje. Li gel muzîka Kurdî bi şêwazên experimental psyche û muzîka kolajê stranên xwe dibêjin.
Solîst û avakarê komê Alî Dogan Gonultaş e. Ew bixwe ji Kigi ya Çewligê ye.
Sala 1985an de ji dayîk bûye, perwerdehîya xwe li ser arkeolojî û radyo-TV sînemayê kirîye. Jixwe dema hûn guhdarîya Alî û Ze Tijêyê bikin hûn ê bibînin ku çawa wekî arkeologekê, etnomuzîkologekê dixebite. Li taxa Gazîya Stenbolê mezin bûye û ji ber xirecira bajarê Stenbolê li gel hevjina xwe bar kirîye Giravê (Adalarê). Alî Dogan solo û serbixwe jî xebatên xwe bi navê "Xo bi Xo" (Xwe bi Xwe) berdewam dike. Lêkolînên dîroka devkî jî dike.

Navê yekem albûma komê "Xeletîya Me Heye!" (bnr: yanlışımız var!) sala 2015an derket pîyasê. Albûmê ku ji du beşan pêk tê, li ser halên xelet ên mirovahîyê disekine. Di beşa yekem ya bi navê "îhtîras" an jî "tutku" zêdetirî formên muzîka Kurdî ya sabît an jî runiştî heye. Di vê beşê de çîrokeke klasîk ya evînê bi zimaneke klasîk û muzîkalîteyeke serkeftî derbasî albûmê bûye. Di beşa duyem a bi navê "bîyanî" de jî li ser îhtîrasên mirovan ên ku lê bîyanî hatî disekine û dibêje.

Albûma Ze Tijêyê ya duyemîn jî di Cotmeha 2019an de bi navê "Ur" derket. 4 stranên Kirmanckî, 4 stranên Tirkî û 2 stranên Kurmancî di albûmê de cih girtîne. Gotinên Kirmanckî Alî Dogan, yên Kurmancî jî Adnan Akdag nivîsandîne. Yên Tirkî jî hinek Alî hinek Adnan nivîsandîne.
Dema mirov albûmê guhdarî dike dibîne ku çi qas bi kalîte ye hem ji alîyê gotinan ve hem jî ji bingeha muzîka stranan ve. Dengê Alî hem li Kirmanckî hem li Kurmancî hem jî li Tirkî hatîye.

Nîşe: Ez şaş mam ka çawa heta niha kesê/î mijareke li ser Ze Tijê û her du albûmên wî yên ji hev xweştir û bi qalîte nevekirîye. Bi min qedrê muzîka bi qalîte nayê zanîn, ya duyem jî ji ber ku Ze Tijê zêdetir bi Kirmanckî distrîne eleqeya Kurmancan nakişîne, lê divê hemû Kurd xwedî li vî dengî û komê derkevin. An na, Tirk xwedî lê derdikevin. Min got ez hevpeyvîneke bi Kurdî (Kurmancî an Zazakî) pê re hatî kirin bixwînim min nedît. Lê çend hevpeyvînên bi Tirkî pê re hatin kirin hene. Lewma jî divê Kurd xwedî li hunermendên xwe derkevin, heypeyvîn û danasîn jî ji van rêyan yek e.

Favorîyê min ên vê albûmê ev in:

1) Bêvengîya Makînayê


Mirov di vê stranê wî de şîrove û rexneyên wî yên li ser jiyaneke materyal dibîne. Min pir jê hez kir. Êdî em mirov her roja paştir dişibîn makînayan, jîyana bajaran bixwe jixwe wekî makînayekê ye û sûnî, çêkirî ye. Di dawîya vê vîdyoya xwe de destê xwe li gewrîya xwe dide û dengê xwe diguherîne. Hereketeke balkêş e.

2) Mest (

Mirov di vê strana wî de tesîra sînemayê li ser gotinên wî dibîne. Di cihekê ya stranê de navê derhênerê Şîlîyî Alejandro Jodorowsky derbas dibe. Jodorowsky bi tarza fîlmên sûrreal û şok tê nasîn.
(bnr: Çi çîyêde entike yu
ze fîlmê jodorovsky
-----
Çi qas balkêş e
eynî wekî fîlma jodorovsky e
)

3) Warway (bi Jehan Barburê re dûet kirine)


4) Mirov


(bnr: ew ku bê akil bimîne xwe nasnake
xwe gir dike, dixemilîne, naskine
xwe hez dike, kes nabîse, zor dide
)

5) Otobüs (

)

(bnr: sabahları korkarak geçiyorum ben
durakları korkarak
otobüsler savaş sebebi
Şoförleri kalbim kırıyor

arka koltukta bir insan var
İnsan, teker üstünde insan
dudağında izmarit izi var
İnsan, haller içinde insan
)



11.01.2020 06:59 ~07:53 | lehî baranyan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzik muzikstrnbj muzik muzikstrnbj muzik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî