Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
zaningeha selahaddîn eyyubî - tirşik
zaningeha selahaddîn eyyubî
(0) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. zaningeha nû a cemaatê a li amedê ye.

li cem otogarê, li ser avahiyekê tabelaya xwe DALEQANDiye.



malpera zaningehê http://www.seu.edu.tr/



13.04.2014 23:06 | brusk56

2. zaningeha ku wê perwerdehiya bi kurdî jî bike.

di malpera xwe de nûçeyek di derbarê rewşa dawî a zaningehê û perwerdeya kurdî de weşandine û vê nûçeyê him bi tirkî him jî bi tirkî nivîsandine. vaye ew nûçe ;



ZANÎNGEHA SELAHADDÎN EYYUBÎ TABELAYA XWE DALEQAND



Zanîngeha weqfê a ewil ya Diyarbekir ya ku îsal ê bi 5 beşa dest bi perwerdehî û hîndekariyê bike, tabelaya xwe daleqand.



Zanîngeha Selahaddîn Eyyubî ya ku di Çileya 2013’an da bi pejirandina pêşniyazqanûna ji aliyê Lijneya Giştî a Meclisê hate demezrandin, xebatên avakirinê didomîne. Li avahiya zanîngehê ya ku di rojên peşîyê de bi merasimeke fermî ê werê vekerin rotûşên dawî tên avêtin. Verastkirina mîmariya hundir ya avahiya zanîngehê ku li pêşberî Otagara Nû ya li ser Rêyaurfa ye hate qedandin. Tabelaya ku li ser ‘Selahaddin Eyyubi Üniversitesi’ nivîsiye hate daleqandin.



Zanîngeha Selahaddin Eyyubi, sale ewil ê bi 4 fakulteyan startê bide. Ev fakulteyên Zanistên Tenduristiyê, Zanistên Rêvebirî û Aboriyî, Îlahiyat û Endezyarû û Mîmariyê e. Dibistana Bilind a Zimanên Biyanî û Dibistana Bilind a Pîşeyê jî ê dest bi çalakiyên hîndekariyê bike. Wekî dî, di bin banê zanîngehê de enstîtuyên Zanistên Civakî, Zanistên Fenê û Zimanên Herêmî ê xebatên zanistî bimeşîne. Duv re jî fakulteyên Tip û Hiquqê dê werin vekirin. Armanca dawî ku 50 beşên ku dustur hatiye wergirtin dê were vekirin.



PEWERDEHIYA ZIMANÊ KURDÎ



Kadroya Erkedarê Hîndekariyê hate amadekirin. Îsal beşên Kargerî, Jimaryarî, Bazirganiya Derve, Fîzyoterapî û Hemşîretî ê xwendekaran bigirin. Hemû xwendekar sala pêşî dê perwerdehiya zimanê Îngîlîzî hîn bibin. Di beşa Hemşîretiyê de Kurmancî, di beşa Bazirganiya Derve de Soranî dê perwerdehiya zimên were dayin. Di bin banê Enstîtuya Zimanên Herêmî de jî bernameyên lîsansa bilind dê were vekerin.



14.04.2014 00:01 | brusk56

3. zanîngeha ku di nav şerê cemaet û hikûmeta akpê de perçiqiye..

tê gotin ku erdê ku cemaetê ji bo kampûsa zanîngehê lê çêke, ji dewletê bi nîvbuhayekî kirrîbû, hikûmeta akpê ji cemaetê standiye..

zaningeh îsal (2014-2015) wê di avahiya xwe ya rektoriyê de dest bi perwerdehiyê bike..

di malpera zanîngehê de opsiyona kurdî jî heye lê ne çalak e.. lê li ser facebookê bi kurdî jî ji bo zanîngehê komek vekirine; https://www.facebook.com/seu.krd?ref=stream

ji bo lansmana zanîngehê vîdeoyek jî amade kirine;



ya rastî ji hemûyan zêdetir ez projeya kampûsa zanîngehê mereq dikim, min înternet li bin guhê hev da lê bi dest min neket..

ne sala bê sala dîtir, min dil heye dîsa bikevim ezmûna zanîngehê û beşa mîmariyê bixwînim, eger şert û merc li hev bên û ev zanîngeh jî heta hingî rûşda xwe îspat bike, dibe ku ez li vir beşa mîmariyê bixwînim..



21.09.2014 04:26 | endazer

4. zanîngeha ku ez hîn nizanim qedera wê çi bû?

heke beşên baş vebin dê xweştir be, min dil heye ku piştî ku derbasî amedê bibin beşeke li ser dîrok an jî zimanî bixwînim, kurdî, ku kurdî venebe belkî edebiyat û zimanê îngîlizî têde bixwînim..

zanîngeha ku heke ji bo kurdî derfet û îmkanên baş peşkeşî amedê bikin dê sînerjiyeke di nava xwendavan û xelkên amedê de çêbike. qenebî hejmara firotina pirtûkan zêdetir be û eleqaya mafdar a ku tirşik niha nabîne dê bi vebûn û karkirina beşên li ser kurdî, helbet bibîne



10.11.2014 20:07 | ferhenga şikestî

5. zaningeha ku bawerke wê ne wek gotina wan be. li gor gotinên wan heta niha diviyabû dest bi çêkirina kampusa xwe bikin lê tu tişt tune ye di holê de.

serî de gelek bi îdîa bûn, vîdyonên gelek xweşik jî amade kirin ;







herkes dibêje ev zaningeh ya feto ye. piştî şerê di nav wa û akpê de derket, êdî heçko zehmet e bikarin zaningeha xwe mezin bikin. heta dibe ku dev jê jî berdin ..



10.11.2014 23:24 | brusk56

6. gava dî di bernameya seyr-û seyran ya li ser dünya tvyê min guhdarî axaftin rektorê vê zanîngehê yê bi navê ekrem doğan kir, dilê min ji axaftina wî xeliya, camêr dilxwede bi kurmancî diaxive lê çi kurmancî! ji bo bakur dibêje mezopotamya ji bo başûr dibêje güney kürdistan.. * Here lînkê (deqîqeya 16:55 destpê dike)



21.05.2015 22:44 | endazer

7. avahiya wê ne wekî zanîngehekî ye. bêhtir dişibe dersxaneyekê. berê danasîna wê gellekî hatibû kirin lê heta niha tu pêşketinek berbiçav eşkere nebûye.



22.05.2015 09:59 | renas

8. zaningeha ku ji xwe re avahiyek jî çêkiriye. dixwazin fakûlteya tipê vekin.

akpê nefesa cemaatê birî lê heçko ev zaningeh wê karê xwe bidomîne.

înşallah dev jê bernedin û hemû beşan jî vekin. ji ber ku çi qas rêveberî di destê cemaatê de be jî wê zaningeh di destê welatparêzan de be. aha ji te re dîcle. qey hemû tişt ne di destê wan de ye. xêra xwedê ye bişa hebe..



12.11.2015 23:46 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» zaningeha amedê
» selahaddîn
» eyyubî

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî