Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
temaşevan - tirşik
temaşevan
(1) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. peyvek ji peyvên kurmancî yên nûçêkirî ye ji bo kesên karê temaşeyê dikin yanî li tiştekî dinêrin an darÎ tiştekî dikin tê gotin.. li gorî hinek zimanzan ev bikaranÎneke şaş e ji ber ku qertafa vanê ya di dawiya peyvê de ji peyva payîna ku tê wateya li bendê manê, tê.. wek şivan, bêrîvan, gavan, dergevan filan.. ev zimanzanên muxalîfê evê peyva gunehok di şûna wê de peyva bînerê bi kar tînin.. wek;

gelÎ bînerên hêja niha jî di dorê de nûçeyeka me ya ji edîrneya rengîn heye.. *



10.04.2014 17:52 | endazer

2. ango kesê darî tiştekî dike. jixwe peyva temaşe çiqas ku erebî ye ne kurdî ye, temaşevan jî ewqas peyveke şaş e. ji reseniyê dûr e. seyra seyrkirinê û temaşeya temaşekirinê peyvên nekurdî ne. kurdiya vê darîkirin e. ji bo temşevan jî peyva bîner çêtir e.



22.06.2014 15:40 | xendekî

3. badînî de lêkara "zêndan" tête bikarînan.

wek:

-ka bizênde kiçka diçît , çenda law û seksî ye.

+ez na zêndeme kiçka,gunnehe.

-kuro zêndan a kiçka gunneh nîne xêre xêr...



18.10.2014 01:29 | vêca çiyeeee

4. li gorî zana farqînî qertafa -van'ê ji lêkera pandinê hatiye û ji bilî çend bikaranîne, navdêrên ku bi vê qertafê hatiye dariştî wateya tiştên dipên, pandinê dide, ji ber vê yekê weke cihê rojnamevanê rojmager, helbestvanê helbestkar, temaşavanê temaşeger/temaşekar bikaranîn çêtir e..

bi kurtî li gorî farqinî cihê temaşavanê dibe ku temaşeger an temaşekar were bikaranîn lê peyva temaşevan edî nayê temaşeger...



24.10.2014 20:04 | havka

5. yên ku herdem hêja ne. yanê wisa tê gotin ..



25.10.2014 00:02 | brusk56

6. 'bîner' jî te gotin lê pêşkêşkar di axaftina nûçe de piranî 'temaşevan' dibêjin. li gorî min 'belê bînerên hêja' bê gotin xweştir bê çê bibe



25.10.2014 21:39 | ejder

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» temaşevan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî