Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
once upon a time in america - tirşik
once upon a time in america
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. çÊker, fÎlm dirÊj dÎtine Û hinek sehne danÊ derxistin. lewma fÎlmê herî nebaş hatiye hilbijartin. pişt re, derhÊner fÎlm hemÛ dayÊ weşandin Û fÎlm hatiye ecibandin.

muzîkên wÊ ennio morricone çÊkiriye Û soundtrackÊ fÎlmÊ e herÎ baş hatiye hilbijartin.



07.04.2014 16:36 | xwelî li ser

2. film li ser jiyana mêrekî ye. ji biçûkaniya wî heya pîrbûna wî jiyana wî ya hertim bi mafyayî derbas bûye vedibêje. digel fîlm 4 saet e jî mere di carekê de lê temaşe dike. muzikê filmê dîsa wekî herfîlmên wî yên din, ennio morricone çekiriye. muzikên wê pir xweş in. bi taybetî jî ya bi navê deborah theme

jennifer collony jî di vê fîlmê de dilîze û ez ne şaş bim ev tecruba wê ya ewil e. xweşikbûna wê biçukaniya jî wek aniha ye. lîstikvaniya wê jî baş e.

li gor min piştî c'era una volta il west û il buono il brutto il cattivo filma sergio leone ya herî xweş e



berî sergio leone vê fîlmê bikişîne, ji bo derhêneriya the godfather teklîf anîtine ji wî re lê ji ber ku di dilê wî de wek fîlmeke mafyayê demekê li amerîkayê hebû û ji ber ku senaryoya the godfather hazir hatibû jê re, qebûl nekiriye.



07.04.2014 16:46 | mergehez

3. replîkên vê fîlmê gelek in..

yên hêrî xort û bihêzên we bi şûr ve dê têk biçin....

nooddles: yên serkêftî di destpêke de eşkere dibin..



Max: biteqizê. Noodles! Noodles! were vir were vir. binêre, keja li ber piyano...

Carolê nişan kir

Noodles: Ev kî ye?

Max: Ev kî ye? Tu û ev canik bi kardarî li cihêke de ketin tekiliye..



07.04.2014 18:58 | havka

4. spoiler

du tişt hene ku ez nikarim ji bîra xwe derxim.

yek dominic e.

gotina wî "ez şemitîm" ya berî mirinê, nikarim bîrbikim.

ya din jî tû yî.

spoiler



08.04.2014 00:08 | mergehez

5. kengî darî vê fîlmê dikim giriyê min tê..

di fÎlmê de karaktereke bi navê deborah heye, mezinaya wê jennifer connely dilîze lê ya biçûk jî ew e an na nizanim, dema çav pê dikevim tevzî ji laşê min diçin..



08.04.2014 01:28 | endazer

6. fîlmeke zehv xweş bû. Sê saet û çil deqe bû lê min ha zanibû ku du seet e. Wisa herikbar bû.
Tê gotin ku fîlm di seriya serî da 6-8 seet bûye. Paşê ji bo cannesê hatiye kurtkirin. Bûye 4 seet filan paşê dîsa kurtkirine nebûye paşê dîsa kirine sê seet çil deqe.
Xazika kurt nekirana min dixast 6 seetên xu jî bidayê.

Di fîlimê da kes ne zehv baş e ne jî zehv xirab e. Her kes bi qencî û bi xirabîyên xwe va ber çehvan in..

Çar jinên zehv bedew di fîlimê da dileyîzin. Taybetî jî hevala noddles a dawiyê (evî) û jinika ku di salona şanoyê da bi mêrikekî ra şa dibû. Herdik hetta tu bêjî xweşik bûn.

Xîncîtirê van tişta, di fîlimê da sehneyên destdirêjkirina bi zorê ya li hemberî jinan tê da hene...



07.05.2021 20:24 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» once upon a time in the west
» timelapse of the future
» american honey

Kategoriyên mijarê:: sinema sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî