Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
geroka internetê - tirşik
geroka internetê
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: internet browser) bernameya ku mirov pê dikare bikeve înternetê û malperan bide nîşandan. weke mînak firefox google chrome internet explorer



29.05.2013 15:23 | simurg56

2. tişkî belasebe



05.06.2013 23:57 | serhed7

3. geroka internete ne lı ser armance be jı wext vendakırıne pev ne tışteki dıneye.



02.02.2014 02:56 | hogırekoseri

4. 3 bernameyên navdar hene. her yek li gorî xwe zû û baş in.

heke rama kompîtera we kêm be mozilla firefox an jî opera bi kar bînin.

heke ram zêde be chrome baş e.



18.10.2016 22:47 | berxweda

5. ji dewla chromê gelek alternatifên qenc hene. ya herî navdar û serkeftî mozilla firefox e ku bernameyekê çavkaniya azad e. ji xeynî mozilla firefox ev jî baş in;

(bnr: brave)
(bnr: vivaldi)
(bnr: sidekick)
(bnr: avast browser)
(bnr: min browser)
(bnr: iridium)
(bnr: surfy)



27.12.2020 22:20 ~2020.12.28 18:50 | hueyn

6. Ez jî firefox bikar tînim. Sedema wê yekê nizanîm belkî kêfa min ji chrome nayê.?
Chrome ya Google ye. Dema ku kî tê keve google ji van re dibêje "tu dixwazî chorme daxin e?" ji ber vê pirsê chrome bûye geroka înternetê ya herî popûler û Microsoft'a edgeye jî her tim bi toza xwe dihêle.
Microsoft nizam cima bê serfiraz e?Dema ku ez edge yê dibinim ez jî înternetê off dibim.



28.12.2020 02:38 | dilreş

7. hetta sala 2012 ya internet explorer, piştê sala 2012 google chrome serketîye.
alî bikaranîn chrome zêdetir hêsan e



28.12.2020 11:38 | doesntmatter

8. Chrome gelek tiştên kêrhatî û nûjen kirin lê êdî browserên din jî wan tiştên chromeê kopî dikin lewma zêde ferqa wan ji hev nema.

Ez ji ber karê xwe niha di heman demê de 3 navnîşana maîlan bi kar tînim û divê 3 browserên cuda biemilînim da ku ev maîl têkilhev nebin. Chrome, opera û firefox.

Bi min ji ber vpn'ê, ya herî kêrhatî opera ye lê hemû şîfreyên min li chromeê qeydkirî ne.



28.12.2020 12:54 ~2021.03.08 13:58 | xelîl

9. Qwant gerokeke pir xweş û serkeftî ye, gelek tiştan qeyd nake û her tim tiştên ku hûn lê digerin an jî sêyr dikin kom nake wek googleê lê google mala merivan xirab dike, bo vê kêşeyê dikarim ji we ra belgefîlmekê pêşnîyaz bikim.
The social dilemma
Here lînkê



28.12.2020 19:52 ~19:55 | xwebixwe

10. bi ya îstatîstîkên meha nîsanê ya 2021an, hejmarên bikarhênerên gerokan:

1. google chrome(%64.47), 3.3 mîlyar (3.258.256.887, yanî ji sedî 42a nifûsa cîhanê)
2. Apple, safari(%18.69), 944.576.100
3. firefox(%3.59), 181 mîlyon
4. microsoft edge(%3.39), 171 mîlyon
5. geroka internetê ya samsungê(%3.3), 167 mîlyon
6. opera(%2.22), 112 mîlyon


li tirkiyeyê firefox ne di lîsteya şeş gerokên herî belavtir a hemû qadan de ye. li şûna wê yandex browser 1.47% heye. lê di gerokên sermaseyê de Firefox % 2.81 e.
Here lînkê



29.05.2021 11:10 ~11:20 | biruya hayao miyazaki

11. Here lînkê https://egerin.com/

Ma ev jî ne geroka me ye



29.05.2021 16:08 | ysfcevher

12. 1.47% ya mîrovan ji ber vîrûsan yandex browser bi kar tîne *



29.05.2021 19:10 | heval.js

13. Min berê google chrome bikar anî lê niha ez bravebikar tînim
Brave bi lez e, bi îstîqrar e, web3 ye û stabîl e



03.03.2023 20:23 ~20:31 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» geroka internetê

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî