Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 39 peyam
qurrede - tirşik
qurrede
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji bo tiştên ku tama wan gelek nexweş û tehl e, tê gotin. birayê peyva kertafîyê ye.

her wiha di nifiran de jî tê bikaranîn.



- te çima çaya xwe venexwar?

+ cemidiye û bêşekir e, mîna qurredeyê ye!



--------------------



- yadê ez dîsa birçî bûm..

+ qurredeyê bixe!





carina jî ji bo kirpandina wateya wê, weke qurredeya mirinê jî tê gotin.



07.04.2014 00:22 | simurg56

2. dibe wekê ziqimê bibe..gelo qurrede nebatek e?

1. ziqim, jehr, axû, kerafî, zerdafî, quzulqurt, ziqnebût,

vê quzilqurtê venexwe



07.04.2014 00:42 | havka

3. (bnr: qurreder)



07.09.2014 22:32 | mîr

4. li cem me dawîyê de r heye. ango qurreder. gava me dayika xwe hêrs dikir ev peyv dibû şurê dayê ser serê me ve digerîya. yekî jî hevdengeke yekta pêk dianî.

+dayÊÊÊÊÊÊ

-Çi bêje qurrederêÊÊÊÊ



08.09.2014 04:09 | emûmar

dengdanên dawîn (yên din..)
rapa kurdî [3]
li benda repbêjek zîrege. serhado ne xirab bû lê ne afirîner bû. hirme...
cinorek [1]
herkes tê û diçe lê ew li vir e. li vir e nobedarê dara gwîzê tûy...
ne qenc e [1]
biwêjek e.. Dema yek kirina karekî ji yekî îstîrham bike wê demê ev go...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Navê malperê were guhertin....
zimanhilû [1]
biwêjek e bêtir ji bo kesên şelaf û melaq tê bikaranîn. hilû an hilûs ...
belki ev jî bala te bikişînin
» qurreder

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî