1. can e can. |
|
08.07.2013 10:52 |
serburiyek
|
2. stranbêjek e ku pîr nabe. |
|
08.07.2013 10:57 |
simurg56
|
3. jina wî ji îzlanda tê |
|
08.07.2013 23:43 |
gimgim
|
4. neviyê haco axa ye. piştî serhildana haco axa têk diçe ew û malbata wî sirgûnî Qamişloyê dibin. ciwan li kurdistana rojava hatiye dinê. cihê Ciwan HACO di muzîka Kurdî wî gelkî girîng e. di stranên xwe de mijarên welatparêzî , destanan, eşq û evînê tînê ziman. ciwantiya xwe de di bin tesira mihemed şêxo da maye. helbestên cegerxwîn , mihemed şêxo, dilber haco, rûşen haco, mir celadet bedirxan û mehmed uzun kiriye stran. stranê wî yê ku ez herî zêde hez dikim ''bilûra min'' helbestê mîr bedirxan e. |
|
11.07.2013 00:27 |
fuad hemedxan
|
5. piştî van du-sê albûmên xwe yên dawîn ewî jî rêya xwe bi popê û popûlîzmê xistiye.. hele hele piştî dûeta bi hülya avşarê re ya di albûma dawîn de yekcarî dilê min ji ciwan reş bûye.. ka ew ciwanê berê ku bi her straneka xwe dilê me yê bikul û birîn dax dida.. |
|
11.07.2013 04:08 |
endazer
|
6. dema ku em li ser mûzîka Kurdî biaxivin û em çend hunermendan bihejmêrin dinav çendên ewilîn de ciwan haco derbas dibe. Vê taliyê berhemên ku derxistîn li dijî rengê wî bûn dueta ku bi hulya avşarê re kir jî ne bi dilê Kurdan bû. lê ciwan her tim cuda ye baş an xerab. tevahiya stranên wî xweş in lê dêrsim ji bo min cuda ye. |
|
11.07.2013 12:03 |
siwaro
|
8. piştgireke filîstîniyan e. lê carekê komeke hackerên filîstînî malpera wî ya înternetê xera kirine û piştî ku ji wan re hatiye gotin ku ciwan haco ne dijminê filîstînê ye û heta li ser filîstînê stran jî çêkiriye, wan lêorîna xwe xwestine. |
|
09.08.2013 01:55 |
simurg56
|
9. can te çi ji min kir, te çi li seré min kir... Hunermendek béhampaya... |
|
09.08.2013 14:12 |
gabarî
|
10. gotin sar dibin wexta ez pesnê mûzîka wî bidim.(ji xeynî van salê dawî- hingî jî gotin dibin pizot wexta ez rexneya mûzîka wî dikim.) |
|
09.08.2013 14:28 |
reşkêşevê
|
11. xwedê min beRî gelek divêya lê piştê performan a Newroza wan'ê( a 2013ê) ez lê sarbûm, ma mirov newrozê wiha pêşbazî dike... ez dibêjim hinek hunermendê kurd li bin hunara xwe dimînin dipelçiqin , ciwan jî heman rewşê de ye. êdî hêdî hêdî bawerim ji bo çanda popûler dixebite.... |
|
09.08.2013 18:23 |
kelha bayê
|
12. MÛZIKJENEKÎ NAVDAR E YÊ KURD E. hER DEM LÊ TÊ GUHDARÎ KIRIN. |
|
09.08.2013 21:03 |
seydayê_peyvan
|
13. Yê ku vê helbestê kiriye stran. "Sira sibê li ba bû, dara hewrê veciniqî hişyar bû, tevziyek da xwe, tevziyek kûr, rahişt blûrê danî ser dirana..." |
|
26.09.2013 00:31 |
ceso
|
14. ciwan haco wekê din gotin naxwaze nav bes e ... |
|
26.09.2013 00:59 |
nîgarvan
|
15. dilê min... |
|
26.09.2013 18:36 |
hozanagirîn
|
16. diz û dîzdarê dilê hemû keçên Kurd... |
|
26.09.2013 19:55 |
keje bemal
|
17. Îro derketibû ser kanala cnn türkê di bernameya şirin payzınê ya bi navê 360 dereceyê de bersiva pirsên şirîn xanimê didan.. çû û hat û behsa divêtiya jiyîna bi hev re ya tirkan û kurdan kir.. û dawiyê jî got ez dixwazim ku kurd ji doza xwe û daxwazaên xwe neyên xwar û herkesek bi zarokên xwe re bi kurdî xeber bide.. mixabin ji ber ku dereng ez pêhesiyam min nekarî ez seyra temamê bernameyê bikim.. hêvî dikim ku di demeke kin de vîdeoya bernameyê li ser înternetê jî were belavkirin.. |
|
10.10.2013 20:35 |
endazer
|
18. bernameya cnnturkê de va ke: ez her çiqas fikrê nasyonalîstî ra hes nêko zî; ma kurdî mecbûrî ke bibî nasyonalîst... |
|
10.10.2013 22:09 |
kurdane
|
21. demekî di hevpeyvîneka xwe de gotibû êdî dixwazim stranên eşq û evînê bêjim.. piştÎ wê hevpeyvînê ew jî bi ta û şewba ayhan evci ket û ji hingî ve nekariya bi ser xwe ve were û li xwe vegerê.. |
|
11.10.2013 01:42 |
endazer
|
22. xwediyê stranên nemir. |
|
12.10.2013 18:43 |
rexnegirêtagirtî
|
23. Bavê muzîka kurdî ya moderne. |
|
13.10.2013 00:16 |
dîno
|
24. şagirtê mihemed şêxo ye. li gel şêxo hej karapetê xaço û miradê kinê dike. li zanîngeha bochumê dema beşa muzîk û konserwatuarê dixwend li baxçê zanîngehê bi saza xwe stranên gelêrî yên bi kurdî distirand, hevalên din jî (yên biyanî) dihatin li ba ciwan û bi saksafon, gîtar, filût û amûrên din quwetê didan muzîka ciwan, ciwan bi profesyonelî aha wiha dest bi muzîkê kir... |
|
13.10.2013 05:25 |
zero
|
26. hunermendê ez pir hez dikim. gelek albûmên baş çêkiriye. heta niha ji pêşengên muzîka kurdî bûye. lê belê êdî ne wek berî ye. êdî ji muzîka xwe ya baş bi dûr ketiye. heger em hêj stranên wî yên demên berî gohdar dikin ji ber ayhan evcî û ciwan haco ye. em bêriya ciwan hacoya berê dikin. em dixwazin ciwan vê carê bi rastî jî vegere. lê em dîsa jî jê hez dikin. |
|
30.10.2013 17:19 |
kurê xelkê
|
29. ba, azman, herd, stêrk, roj, ewr, baran, derd, gul,, (bnr: destana êgidekî) |
|
08.12.2013 14:52 |
hozanagirîn
|
30. hunermendê ku şîrîna li ber dilê min e.. |
|
07.02.2014 01:52 |
ferhenga şikestî
|
32. tê gotin ku beriya ku derkeve li ser dikê, têra xwe vedixwe paşê derdikeve. lewma çavên wî her tim xumarî ne:-) |
|
09.02.2014 17:56 |
ferhenga şikestî
|
33. dema ku hûn bixwazin derd û kulên xwe bifikirin hûn dikarin ev stranên wî guhdarî bikin: |
|
23.02.2014 03:00 |
mergehez
|
34. wekî go bavê teyar gotî, mêrê bi sed mêrî ye. go hema biştexile û di ber şitexali ya wî re muzîkek lêxê bese. |
|
06.03.2014 12:14 |
mamostanısebin
|
37. li ser kobanê stranek çêkiriye; |
|
07.10.2014 00:12 |
simurg56
|
41. gava nabêje "ez ê qurbanê we bim", meriv bi vê dilgermî ya wî dike bixwe bibe qurbanê wî! |
|
11.03.2015 23:04 |
ervah.azad
|
42. di mala me de pir mişk hebûn, me nikaribû wan bigirta tim direviyan. min strana ciwan haco vekir tev serxweş bûn derketin. |
|
19.03.2015 01:05 |
remlavêj
|
43. pirrî caran dema ji xewka şêrîn radibim, bi stranên ciwan dest bi rojê dikim. mariv ker nebe bi ciwan haco dest bi rojê nake, ew hemî ciwaniya ku niha têde me yekcar ji laşê min difûre,direve. dûmahika roja min bi melankoliyê derbas dibe, heta nîvê şevê nikarim ji ser xwe biavêjim. |
|
11.04.2015 11:42 |
ferhenga şikestî
|
45. vebêjê hemû êşên ji kurdistanê belavî kurdistanîyan bûye ye. |
|
02.08.2015 20:38 |
xendekî
|
46. stranbêjê mûzîka kurdî yê herî serkeftî dibinim yek jê ewe. stranbêjê ez heyranê wî û li serê mirîme stranbêjê sê çar sal hima bêje timî min wî gohdar dikîr û bi darê zorê dida gohdarkirin li dibistanê hevalê min ji minra digotin hê jî dibên ciwan, ciwan haco, ciwan hoca... min navê wî û wêneyê wî li ser kincê mektebê çapdikir hîngî hez jê dikir tev şaş diman û sipariş didan digotin wêneyê me jî wiha çêke û teklîf dihatin...(ewro îro min keçika li dora xwe dît ) dibe cara yekem li ser tîşorta çapkirina wêneyê hunermenda min derxistibe di sala 2004-2005 ada li ser tîşorta wêneyê xwe yê ciwan haco û yê yılmaz güney min koland li ser tişorta lê vê paşê li ser tişorta ahmet kaya, şivan perwer şahê bedo... derketin holê werhasil xwedê ji ciwan haco razîbe keda hunera wî heye li ser min heqê wî nayê danê.. |
|
03.08.2015 16:03 ~2015.12.31 16:13 |
shorbevan
|
47. xwezî xalê me yê can ciwan heneki kêmtir vexwara. min îro darîya videoyeke wî ya nû kir, te bê qet tavilê ji xwe ve biçe... ez ji dil ve xemgîn dibim bi şeref! |
|
23.09.2015 22:28 |
ervah.azad
|
48. ciwanekî stranbêj e. bi rastî bi xwe ne ciwan e. lê belê stranên wî herdem ciwan e, tu pîr nabe, kevn nabe. |
|
24.10.2015 18:35 ~2015.10.25 21:10 |
xwedaparêz
|
49. nuha bi navê pêşmerge klîbek nû weşandiye. pir kêfa min jê nehat. lê ciwan e, guhdar'ikirin ne bar e. |
|
31.12.2015 13:29 ~13:30 |
biruya hayao miyazaki
|
50. ciwan haco, di sala 1991 an de li qamişlo li nav malekî konserek daye * |
|
20.10.2016 15:20 ~15:20 |
xwelî li ser
|
51. Bi navê felek albumeke wî ya nû di rê de ye. ev xeberekî gellek xweş bû. xwedê bike tehma salên 90î di vê albuma eî ya nû de hebe. |
|
10.04.2018 23:10 |
ceso
|
53. bi albûma xwe ya nû îşelleh bikeve ser riyeke di navber albûmên wî yên kevin û 2-3 albûmên wî yên dawîn. bi nûçeya albûma nû, gelek kêfxweş bûm. bila zû derkeve... |
|
11.04.2018 22:05 ~22:05 |
simurg56
|
54. Ciwan haco; Behre, ave, barane, axe, ewre, jîyane, berxwedane, serhildane, gotine, awaze, dîroke, ronahîye, heyve, roje, tave, tîrêje bi temami kurdistan e. |
|
11.04.2018 23:01 ~23:02 |
hesen bira
|
55. eva çend roj in strana wî a ez diçim (lawo here) guhdar dikim. |
|
12.10.2019 12:56 |
bûtîmar
|
56. hunermedê muzîka kurdî yê herî mezin e. bandora wî li ser hemû stranbêjên piştî wî hatî re heye. di cîhanê de navdar e. yek ji wan kesên ku sedema serfirazî ya Kurdan e. yek şansa wî jî ew e ku muzîkjenên wî gelek baş bû(Paolo vinaccia, stein bull-hansen, audun erlien). |
|
07.12.2019 02:04 |
lîfikê firaxê
|
57. ê ku li gor min jî stranbêjê herî baş ê kurdan e. |
|
07.12.2019 13:17 |
brusk56
|
58. Yek ji hunemendên kurd yê teqawîd buye ye. |
|
07.12.2019 13:44 |
azad30
|
59. Êdî di pîknîkan de ji hevalên xwe re distire Lê teqawîd nebûye. Hê berî 7 mehan jî stran û klîbek bi navê mektûb çêkiribû. |
|
07.12.2019 20:07 |
simurg56
|
60. hunermendê herî serkeftî ê kurdan e. Belê gotina "hevalê xwe ji min re bêje da ji te re bêjim tu kîyî" çend rast e. Dema ciwan bi muzîkjenên skandînavî re dixebitî li ku bû piştî bi ayhan evcî re, li gor miqamên muzîka tirkî çend albûmên ji hev xirabtir derxist li kû ye. Ronahîyên bakûr li kû, deşta konya li kû! Tevî tercîhên şaş ên salên dawî ciwan hêj xweyî îtîbarek mezine, qedirbilind e û gelek tê hez kirin. |
|
25.02.2020 02:25 |
hespêsor
|
61. Albûma xwe ya şevên sipî di demek nêz de derdikeve. |
|
11.03.2020 12:25 |
cinorek
|
62. albûm derketîye, ji du stranan pêk tê. |
|
11.03.2020 18:48 |
lehî baranyan
|
64. asta herî bilinda muzîkê çi be ciwan haco ew e. ji muzîkjenên kurd re bû rêber. Sîya xwe danî li ser muzîkjenên kurd. ji bo netewa me nîmetek mezin e. baş e ku muzîka me di cîhanê bi wî tê nasîn. bi muzîkjenên cîhanê yên navdar ên wek joe cocker, tina turner û abba re xebitî ye. carna dengbêjek e ji nava herêma tora an jî ya botan, carna rockvanekî serhildêr e, carna bluesvanekî ji nava dallasê ye. şikur ji xwedê re ku ciwan bû ye para kurda. vê havîna borî li swêdê min ew dît û min hembêz kir te got qey dinya bû ye ya min |
|
13.04.2020 23:47 |
soryazyus
|
66. Ciwan'iya me |
|
06.02.2021 02:19 |
hemdilaarda
|
67. hûnermendek hêja û çawkanîya navê min ê delal e. ên wî yên zêdetir hez dikim ew in: |
|
07.05.2022 00:47 |
ciwanzêr
|
68. çawa nizanim lê bi strana leylanê ji xew hilçeniqîm. Li aliyekî dengê ciwan li aliyekî semfoniya ji dengê piyano, mandolîn, trampet û gîtarê pêk tê ez dam ber xwe, birim û anîm, li bin guhê şevê xistim. |
|
24.07.2022 05:16 |
endazer
|
69. Klamên vi gelek xweş u rengîn e. Gava strane vi guhdari dikim,xwe wenda dikim. |
|
25.07.2022 04:45 |
parezerbeg
|
71. Kesê ku reng û şoreş aniye muzîka kurdî ciwan haco ye. |
|
10.03.2023 20:55 |
horhorik
|
72. ez çawa strana wi a bi navê "wilo" ne bihîstiye? min çawa êv strana xweş nedîtiye? ax ax. |
|
11.11.2023 22:07 |
horhorik
|
73. ciwan haco hemû serpêhatiyên xwe yên ji zaroktiya xwe heta roja îro di podcastên ku bi dilbixwîn dara re çêdike de vedibêje. ev podcast di youtube'ê de hatine weşandin. |
|
28.12.2023 22:37 ~22:41 |
çaya germ
|
75. Strana xwe ya merheba îro dîsa weşand. Heya min bi rastî tunebû ji ber stranê. Law tu dibêje ez hemû stranên ciwan guhdar kirime lê dîsa ji derekê din straneke din Derdikeve. Min ji wî ti tişt fehm nekir* |
|
20 roj berê 20:21 |
horhorik
|
76. ji bo min ji hemû hûnermendên din cûda ye. astekî din e. tiştek din e. |
|
19 roj berê 19:10 |
brusk56
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |
|
seyda perinçek [1] |