Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
firefox - tirşik
firefox
(12) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. geroka înternetê yê herî baş. bi çavkaniya azad open source tê belavkirin û ya girîng ew e ku kurdiya wê jî heye.



29.05.2013 15:22 | simurg56

2. wergera wê ya kurdî, ji ber ku rêjeya wergerê kêm bûye, ji lîsteya zimanan ketiye.

lê firefoxa kurdî dîsa jî dikare ji vir were daxistin: http://www.mozilla.org/ku/firefox/beta/



22.06.2013 22:17 | simurg56

3. bernameya niha li ser komputera min baş naşixwile û divê ez ji nû ve bar bikim.



26.09.2013 23:56 | azadixwaz

4. geroka înternetê ya herî giran e .

di kombersa min de tu caran stabîl neşixuliye. lewma herdem di kombersa min de barkiriye lê tenê dema tiştek bê serê chrome ê bikartînim .



27.09.2013 00:09 | brusk56

5. bernama min ji nû ve barkirî lê addona ji bo bi lez gihana malperên dixwazim nayê bîra min e.

NÎşe: alîkarî tê payîn!



27.09.2013 00:51 | azadixwaz

6. xwediyê addona bi navê speed dial e ku ji bo bi lez gihandina malperan gelekî kêrhatî ye.



27.09.2013 07:07 | simurg56

7. tiştek direvîne



27.09.2013 12:42 | simko

8. ne şaş bim di nav mijarên tirşikê yên ku aniha di weşanê de ne, de mijara herî kevn e..



17.01.2015 01:52 | mergehez

9. bernameya internetê ya herî baş e. kesên vê bernameyên ava kirine jidil kirine û ji ber wê jî gelekî kêm kêmasî tê de heye.



27.01.2015 23:06 | berxweda

10. bi taybetiya xwe ya kişandina wêneya ekranê, gelek xweşik bûye.
ger firefoxa we rojane be hûn li aliyê rastê û jir, di rêzika navnîşanê de îkona meqesekî bibînin. êdî dema mirov li vê bişkojkê bitikîne, dikare beşeke rûpela heyî hilbijêre û rasterast wêneya vê derê bikişîne. piştî we kişand, him hûn dikarin wê wêneyê daxin û li ser komputera xwe tomar bikin û him jî ger we bivê, firefox vê wêneyê di danegeha xwe de tomar dike û lînka parvekirina wê dide we. lê mixabin piştî 14 rojan ev wêne ji danegeha wan tê paqijkrin.



06.10.2017 23:14 | simurg56

11. bi rojanekirina nû, navê xwe jî rojane kir. ji ber ku vê carê guherînên gelek mezin lê peyda bûn.
(bnr: firefox quantum)



17.11.2017 20:05 | simurg56

12. Mixabin tu carî di kombersa min de jî stabîl nexebitiye û ji ber wê her tim opera û vivaldi bi kar anîm. erê, gelek taybetmendiyên wê hene ku dilê mirov xweş dikin lê, mîratê pir giran e. tew niha di ubuntu 18.04ê de, nabe ku di heman demê de ez firefox û gerokeke din vekim, kombers têk diçe wele bile!

ji xwe piştgiriya kurdî jî nake êdî. wê rojê min got, hela rêjeya pakêtên wergerandinê ya kurdî çiqas rêze digirin, çiqas wergerandî çiqas jî newergerandî ne. tew ya kurmancî ji pakêtên wergerandinê derxistine. helbet, ne bêsebeb, ji ber ku kesekî tune ye. min got, wax li minê..



28.06.2018 19:23 | biruya hayao miyazaki

13. mijar a yekem a ku tirşikê de hatiye nivîsandin e.Kerema xwe jê re rêz bigrin!
id:87 e
navê mîjar :firefox
nivîskar:Simurg56
dîrok : 2013.05.29-15:22



31.03.2020 20:50 | brzn

14. Choreme tennê bes e. Lê ez (bnr: yandex browser) jî bikartînim.



31.03.2020 20:55 | dilreş

15. di deepinê de gelek stabîl e. ev sê meh in di telefona xwe de jî kar bi wê dikim lê îro di nav sepanan de di karkirina wê de pirsgirêkan derdikeve, ya venabe ya jî vedibe lê diqerise nabe ku bê bikaranîn. hêvîdar im ku çareser bikin. pir hînî wê bûme. divê li ser wê nivîsek têr û tije were afirandin. (u: hmmm



01.04.2020 12:58 | biruya hayao miyazaki

16. (bnr: firefox esr)



31.12.2020 18:22 | biruya hayao miyazaki

17. êdî bi kurdî ye.
Here lînkê



28.03.2021 16:40 | keyomerd

18. yên ku dixwazin guhertoya mobîlê ya firefoxê bi zimanê şêrîn bi kar bînin, bila têkevin eyarê û ji wir jî li languageê bitikînin û "kurmancî"yê hilbijêrin. hewqas hêsan e. bi saya twitterê min bihîstibû lê li jor tirşikvanek jî qal kiriye.

hinin dîmen jê:
Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê



29.05.2021 21:43 | biruya hayao miyazaki

19. rojane bûye, wek ziqim bûye.

êdî malpera mozîlla û vivaldî vênake.
(bnr: maşela)



02.06.2021 16:07 ~16:09 | heval.js

20. Ez ji sala 2009an vir ve Firefox bikar tînim, lê hê jî nekariye bigihîje rewatiya chromê. Piştî ceribandina min a dawîn a chrome (min carinan hewl dida û dîsa jî vedigeriyam firefoxê) bimîne bi xêr Firefox...



12.12.2021 13:56 | asîmanê sêwî

21. firefox bi gelemperî çavkaniya azad bi kar tîne ku lê mirov dixapin. Firefox ji aliyê kodên xwe yên androidê bi piranî vekirî ye (MPL, BSDL, etc.), lê ew di heman demê de pêkhateyên xwedî jî dihewîne, mîna pirtûkxaneyên Googleê ji bo xizmetên google playê. Ji ber vê yekê mirov nikare wê ji sedî sed wekî çavkaniya azad bihesibîne.



11.06.2022 15:04 ~15:08 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne