Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
kurdiya selfieyê - tirşik
kurdiya selfieyê
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. têgeheke nû ye, bi Îngîlîzî ye, ji bo xwe bi xwe kişandina wêneyên xwe tê gotin.. gerçÎ di mijara selfieyê bi xwe de nivîskarinan çend pêşniyarên xwe gotine lê ez naxwazim pêşniyarên min ên biqedr û qîmet tevil yên xelkê bibin, tê de winda bibin.. henek li aliyekî, pêşniyara min;



(bnr: bikişÎne xwe) *



05.04.2014 02:32 | endazer

2. XWE XWE KIRIN....



05.04.2014 02:33 | nan û av

3. xwekişin



05.04.2014 10:34 | hun çawane heval:)))))))

4. pir fantastÎk e lê dîsa jî lê binêrin: xwênekişîn



05.04.2014 10:57 | mergehez

5. di kurdî de bi navekî û bi rayeka (kök) lêkeran ya duyem navên nû têne dariştin.

herwekî :

rayeka yekem ya lêkera kuştinê, "kuşt" e

rayeka duyem "kuj" e. navên nû tim û daîm ji rayeka duyem têne çêkirin. herwekî xwe-kuj, mêr-kuj, agir-kuj û bi vî rengê... kurdiya selfieyê jî divê bi vî rengê bê çêkirin. rayeka duyem ya lêkera wêne kişandinê kişîn e. nexwe divê peyv bi rengê xwe-kişîn be. yanî xwekişîn.



05.04.2014 12:36 | ceso

6. (bnr: tirkiya quzzilqurtê)



05.04.2014 12:41 | ceso

7. xwekêş



15.06.2014 01:06 | cîncoqo

8. camêrekî di koma zimanê kurdî ya li ser facebookê de gotibû em jê re bêjin zilfî an zilfiye.. *



15.06.2014 14:17 | endazer

9. di zamenekî de peyvek çiqas kurt be, zelal be ewqas di hişê merivan de dimîne. ji ber vê yekê, bêjeya xwekêşê baştir dixuye.



+ Ka were em xwekêşek bikişînin.

- kuro edî bes e, te me danayî kir, ewqas dikişînî.



15.06.2014 17:32 | tu qurbana zarê xelqê bî

10. (bnr: xwegirt)



15.06.2014 18:14 | karmatî

11. xwekêş xweş e lê xwekêş tê ser wateyeke dî jî.

argoya seksê ye jî *



15.06.2014 19:13 | dil-tesne

12. (bnr: xwêne)



29.06.2014 18:22 | xendekî

13. xwe+wêne = xwêne



29.06.2014 18:23 | xendekî

14. Pêşniyara min
xwekêş e.



12.02.2018 10:12 | elîşêr

15. Xwekişîn bêtir lê tê.



21.04.2018 20:54 | rêşadcibranî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdiya computer-ê

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî