Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 18 peyam
    hevzayendî - tirşik
    hevzayendî
    (4) (1) ecêb (3) (9)
    di mijarê de bigere

    1. têkiliya zayendÎ ya ku ji aliyê du zilaman yan jî du jinan pêk tê..

    dibêjin platon jî hevzayendî ye. hetta dibêjin atatürk jî wisa ye..



    2014.04.03-23:51 | mergehez

    2. ezmûn û îmtîhaneke giran e..

    li ser sebebên vê gelek tez û teorÎ hene.. hinek dibêjin tişteke fitrî û xwezayî ye, yanî hevzayend ji diya xwe wek hevzayend tên dinyayê Û hinek jî dibêjin na tercîh û hilbijartinek e, li gorî şert û faktorên navxweyî û ji derve ev reng meyl û daxwazên zayendî bi mirov re çêdibe.. min bi xwe li ser vê meselê zêde tişt nexwendine û heta niha ji malbat û ji nas û dost û hevalên min -bi qasê ku ez dizanim- tu kesê meyla hevzayendîtiyê pê re heyî min seh nekiriye.. wek min di serî de jî got, ezmûn û îmtîhaneke giran e.. di quranê de û ez ne xelet bim di kitêbên din ên semawî yên wek încil û tewratê de jî ev reng têkilî hatiye qedexekirin..

    ez dibêjim çi qas zor û zehmet be jî mirov kare nefsa xwe û daxwazên xwe yên di vî warî de gem bike.. tabî eger baweriya mirov bi xwudê û bi dîn û pêxember û kitêbên muqedes hebe, yên ku baweriya wan bi xwudê nîne an agnostîk in, serbest û bi dilê xwe ne tabî..



    2014.09.09-00:06 | endazer

    3. tişteke ku xwezayî bûna wê meçhul nîne, eşkere ye. êdî kerê me yê reş jî dizane ku hevzayendîtî tişteke fitrî û xwezayî û normal e. lê raste, di vê dinya ya bêdad, bêwijdan û bêînsaf de îmtîhaneke giran e. bêgûman civak hê di vê mijarê Têra xwe zane û Têkildar nîne. mixabin hê hevzayendîtîyê wek nexwaşîyekî an jî wek rêşaşîyê dibînin. di vê nêrîna seqet ya civakê de bandora hemû olan, bandora derûnnasiya civakî û bandora çand û jîyana dîrokî heye. ji ber ku hevzayenditî tişteke xwezayî ye, terikandin an jî asteng kirina wê jî ne mimkun e. çawa mêrek nikare mêrantiya xwe, an jî jinek nikare jintiya xwe biterikîne; lezbiyen jî nikarin lezbiyentiya xwe û gay jî nikarin gaytiya xwe biterikînin.



    heta niha gelek hevalên min ên lezbiyen û gay hebûn, ji gelekan re jî hevaltiya min hê berdewam dike, heta ez dikarim bêjim ku di nav hevalêm min ên herî biqîmet de ne. di aliyê rêşaşiyê de ez bi rihetî dikarim bêjim ku li gorî %99Ê CİVAKÊ YÊN QAŞONORMAL SED QAT NORMALTİRİN, SED QAT PAQİJTİRİN, SED QAT BAŞTİRİN, SED QAT mirovhezin. mixabin bi hevzayenditiya xwe ve di civakê de cîh nabînin. ji ber vê yekê ne di jîyana civakî de, ne jî di jîyana aborî de berdewamiya wan tuneye. weke encama vê yekê, hinek ji wan bi neçariyê ve xwe di sektora fuhuşê de dibînin. dîsa %99ê civakê yên bê mêjî, cahil û qaşonormal, zen dikin ku hemû hevzayendan hemîn sektorê de ne.



    û di dawiyê de vê yekî jî bêjim ku, weke encama bêrûmet kirina wan, heram kirina wan, tunekirina wan, bi normalî xwe pir pêşxistine, pir zane ne û hûner, siyaset, derûnnasî, civaknasî, felsefe, dîrok û wêje jî tê de, di hemû mijaran de xwedan raman in.



    2014.09.09-09:54 | nazim tolhildan

    4. Tişta ku li gorî ola islamê dive ne weke fetwayenkurdi.com be bersivandin.Di wê pirsa camerî kirî de tiştek anormal tûne ye û di jiyana wî de ji tiştek anormal tûne ye.Mixabin tişta anormal ev e ku nêrîn û bersiva alimokên me ji bo vê meselê ye.

    Wekî jor hatî gotin êdî kerê reş ji dizane hevzayendî tişteke normal û xwezayî ye.Yanî ne tişteke wek cixarekişandine xuy e.Ji ber ku cixarekişandin xuyeke wisaye ku terikandin û destpêkirin di destên mirovan de ye lê hevzayendîtî ne di destê mirovan de ye.Ji aliyê xwedê ve wisa hatina afirandin.laşên wan wekî mer (jin)ane lê tevger û hormonên wan ne wekî mer(jin)anin.hemû kes ji dizanê kontrola hormonên di laşê mirovan de bi temamî xwezayî ye.

    Bi ya min nêrîna ola islamê an ji nêrîna bimantiqî di vê meselê de dive baş be aşkerekirin.Ya yekem ev e ku tişta qewmê lût dikira ne tişteke normal bû û ne xwezayî ji bû ji ber vê yekê ye ku tê gotin “tişta hûn dikin hê ji aliye tu kesan ne hatiye kirin” Yani dive hevzayendîtî û fuhşiyat ji hev be cudakirin û dive mirov bi vî şeklî vê meselê şirove bike.Qewmê lût partiyan lidardixistan û bi jin û mêr bi hevrê têkiliya seksê dikiran yanî group seksê vê heyamê dikiran.Bi xortî zarok û ciwanan ji têkiliya vê fuhşiyatê dikiran.Kesên ku nedixwestan têkiliya wan partiyên seksê bibin wan reş dikiran û zilmê li wan dikiran.Yanî helakkirina qewmê lut ne ji bo hevzayendîtiyê bû.Helakkirina wan ji bo fuhşiyat û zalimbûna wan bû.

    Bi ya min çawan jin û mêr bi hevra dizewicin û jiyana xwe yên teybet bi dizikî berdewam dikin rast be heman tişt ji bo hevzayenda re ji derbasdar e.Çawan aşkerekirina jiyana teybet ên jin û mêran xelet be heman tişt ji bo hevzayendan re ji derbasdar e.Yanî tişta xelet û hati qedexekirin fuhşiyat e.di vê cihetê de ti pirsgirêka ola islamê tû ne ye lê ev heman tişt ji bo bîseksûêlan re an ji travestiyan re ne derbasdar e.Yani kesek bibeje ez xwe wek jinan dihesibînim an ji wek mêran dihesibînim û herê zayenda xwe biguhirîne xelet e an ji yek bibeje ez hem jinan hem ji mêran hez dikim yanî ez bîseksûelim ev yek ji xelet e û li gorî min ji fuhşiyat e.

    Raste, domkirina jiyana gey û lezbiyenan pirr zehmet e.Sîstema rojane bi teybetî di rojhilata navîn de bi her aliyên xwe ve ji bona wan astengiyan diderixîne.Lê dive ev neyê vê wateyê ku firoştina laşên wan an ji karên bi vî şeklî ji bo wan ne qedexe be.Hûn ji teqdîr dikin kesên ku karên bi vî şeklî dikin ne di rêçên rast de ne û li gorî min dive ev kesen fuhşiyatê dikin yekemîn ji aliyê hevzayendan re bên rexnekirin.Ji ber ku tiştên wisa hevzayendîtiyê ber çavên mirovan reş dike û dibejin qey hemû wisa ne.

    Tiştek wisa ji he ye divê ku ez qal bikim.Nav ne mûhîm, camêrek hebû di nik me kardikira û endezyar bû û aşkerebû ku kurik gey bû.Heya niha hemû tişt normal e lê vî kurikî hema bibêje her heftî ji xwe re yek didîta û wan re wextê xwe dibuhuranda.bi talîyê bû aids û ji xwe qeraha.Yanî tişta ez dixwazim ku bibêjim ola islamê û jiyana modern ji gerek hember jiyaneke bi vî şeklî be.

    Bi ekserî alimên ola islamê divên ne radikal bin divê piçekî empatiyê bikin û li gorî vijdana xwe fetwayan bidin.Bila bizanin ku kesên hevzayend jî ji aliyê xwedê ve hatine afirandin.Reşkirina wan an ji herimandina wan xelet e.



    2014.09.09-12:41 | karmatî

    5. (bnr: di tirşikê de lobiya hevzayendan) *

    yekî ku ji mêj de ye serwinda ye li vir bûya wê bnra di tirşikê de lobiya homofobîkan dabûya.. *



    2014.09.09-14:42 | endazer

    6. (bnr: wow, postmoderniya tirşikê)



    2014.09.09-20:59 | azadixwaz

    7. tişta gava ku kurd pê dihesin piraniya wan vê bersivê didin bizde olmaz heval lê ya rast ne ev e hima ez ji der û dora xwe mînakan bidim gava ez biçûk bûm li gundê me hinek kes bi hinek lawikên qûnek re diketin têkiliyê û ser de jî ew biçûk didîtin bi ya wan gava tu bi wan re biketana têkiliyê te mêrantiya xwe derdixist rastê lê gava wan qûnektî dikir xwe pê biçûk dixistin, hevalên min ên ku di biçûktiya xwe de, xwe bi lawikan re ceribandine hê jî dilê wan dibije lawikan îcar ev yek ji wan re weke nîşaneke mêrantiyê bû lê ya rast ne ev e ya rast ew e ku kesê ku bi hemcinsê xwe re (tabî tercîh tercîha wan e ez jê re nabêjim tiştekî) bikeve têkiliya cinsî xwezî bike xwezî jî xwe bide ew kes kesekî lgbtî ye bila qet xwe virde wirde nebin neyinin. erê bavo gava dikin mêrantiye lê gava ku xwe didin qûnektî ye? ji ber vê yekê kesê ku dibêjin " bizde olmaz heval " qûnekên mezin ew bixwe ne. herin bi heywanan re bikevin têkiliyê herin bi lawikan re bikevin têkiliyê herin bi keçikan re bikevin têkiliyê û paşiyê jî kesên lgbtî biçûk bikin! çi? kîrê kerê ! yanî çi yanî civaka kurd civakeka homoseksuel e lê tim û daîm homoseksuelîyeka veşartî... rastî ev e xwezî zora we here xwezî zora we neçe.



    2014.09.09-23:19 | ceso

    8. ya ku ne nexweşî ye. tu pirsgirêk di hormonên wan de jî tune ne. çawa simbêlê mêrekê derdikeve, kîr mezin dibe, masulke zêde dibin ya wan jî wisa ye, yanê hormonên wan karê xwe dikin.



    lê xwesteka wan tune ye ji bo keçan, an jî keç be ji bo mêran. ev yek bi temamî tercîhek e. çawa em wan anormal dibînin ew jî me wisa dibînin.

    têkiliya vê rewşê, hinek bi awayê xweykirinê û derdora tê de mezinbûyî heye. tabê ne pêwîst e ku hemû wisa bin lê kurika ku di nav keçikan de mezin dibe, lîstikên wan dilîze, meyla wî jî vedigere ser keçikan. an jî keçikek herdem di nav mêran de be, di nav wan de mezin bibe, dişibe wan. lê weke min gotî ji bo herkesî jî ne wisa ye.

    xwedê alikariya wan bike û emelê qenc nesîbê wan bike *



    2014.09.10-00:01 | brusk56

    9. Bi taybetî di civakên rojhilatê de heterobûn ji zayendî pirrtir, tê wateya zêdebûn/çêbûnê. Kêf û coşî bi temamî hatiye vederkirin û hezkirî-bûnê ku berî pesendkirina kêf û coşî ye, wekî tenê xwesera zilaman hatiye dîtin. Tew çi xweşî! Evîna lehengên wekî mem û eliyê qolaxasî yan jî mecnûn û ferhad ên ji vê axê bûn, ji aliyê vê pergala pîs û qîrê ve bi nêrîna anormal hatiye dîtin. Dema zilam hezdikin, mirin dikeve para wan. Ji ber ku hezkirinê EWê wî kesî bigihîne kêf û xweşiyê, lawazî û qelsî ye, jê bêhtir tunebûnê ye. Ji bo wan qelsbûna zilaman ne tiştekî ye ku bê xwestin. Ji bo wan divê behreya ganokî û kutanî her tim ne bi xuyaneka bulgebe jî bi potansiyelekî wekî çêrok û kufirbazî bê nîşan dan. Bi eslê xwe ev xwesteka qebiliyeta şerkirin û pevçûnê ye. Peyvên bi “divê” didomîne ji hêla zayendî ve, veşartin û tunekirina hebûnên jinan dihewînin. Lê ji ber navê mijarê pêwist e ku ez di şîroveyên xwe de qala hevzayendîtê bikim.



    Ji bo mêr û jinên hetero ya homo sapiensê ku ji hêla zêdebûna zayendî bi xwe bawerin û divê bi tim hemcinsê xwe hişyarbikin, pirsgirêka herî mezin gelo seksa anal an jî bi devkî kutana qûl e? Nuha ne hewcî ye fedîkirin û xwe kerrkirinê, her kes dizane ku li ser qûnê ji xwe çûn ne îcadeke hevzayendan e û ne lêkereke ji wan re xweser e. Ji xwe piranî pirsgirêk ne kêf ji qûnê histendin an jî bi devê mêranî mêtina kîr û hêlika mêran an jî hevdan û bêhnkirina cotekî qûzên lezbîyen! Ev tê karin, bi serê xwe di nav hidûdê pêkan in. Bi şertekî: bîrakirin û veşartin û qalnekirina kêf û coşiyên ku ji têkiliya hevzayendiyê hat dîtin. Nuha jin û mêrên gay(gey)ên îroyin çi dikin? Carekê bira ev bê zanîn ku natural selection ne xema keseke ye. Rastiyekî mezin e. Derdên wan bi zêdebûnê tune ye. Ha li civakeke pêşhatî de ku ji ferdên azad û xweser pêkhatî ye, dibe ku zayenda zêdebûnê bala wan bikşîne. Utopya xweş e belam. Lê aniha têkiliya du –hezkirî an na- geyê mînaka herî mezin a kêf û coşî yê mirovên ji hezkiriyê pêk hatî ye – him jî li hemberî zêdebûna heteroyan a qeydeya serhişk! Çi ye, nîhandina du zilamên hev du, ne pirsgirêk e; heta ku ew ji nîhandin û kutandina xwe kêfxweş ne bin û di rojê -jiyana ji aliyê tav ve tê ronîkirinê- de qala evîn û evîndarên xwe nekin, navê hezkiriyên xwe û navên têkiliya xwe qet û hîç bilêvnekin! A va ye, pirsgirêk ji xwe ev e: kêfxweşî (ji bo kesên fêmnakin hemwateya vê peyvê ku li ferhengê de hene: kamranî, şadî, dilşadî, şadîmanî, şadanî, bextewarî, bextiyarî ) ferdên lgbtî bi peyvên xwe yê “bielimin em li vir in û narin derekî!” ya ku carinan bi eşkere li qadan de û mixabin piranî jî ji zilm û zordarıya serdestan bi veşartî qala çarçoveya polîtîkayê “kêfxweşî” dikin. Mirovan(ên ku qanûnan diafirin zilam in lewma mêran) dikarin kêf û coşî jî qebûl bike lê qet’a kêfxweşî yan bextewarî nikarin bipejirînin. Bin peyvê apê xwe ya foucault cardin bixêzînim: seksa anal di heman demê de lêkereke heteroseksuel e. Li vir têkiliya qanûn û dijî qanûn têdikeve navberê. Ji bo ku qanûn karibe bişoxle, li hevzayendîtî tê girtin. Ji bo ku pergalan bê dijmin nikare hebûna xwe bidomîne…



    Peyvê xwe hevbidim: doz ev e ku peyvê “em hev du hez dikin û aşiqê hev du ne; hun çima nikarin qebûl bikin?” a ketiye ber lêkera nîhandinê. Qanûndanêr zane ku ev hêla wan a herî qels e; ji ber ku qanûndanêr hebûna xwe li ser zayenda mêranî afirandiye û hek hevzayendan bipejirînin, hevzayendan/qûndeyan ewên bibe qiyameta wan û ewên bikevin rûpela dîrokê ya bi xeber û galgalan tê qalkirin. Êê encamê vê dozê ewê çawa be? Nizanim. Lê belê wekî min li serê peyamê xwe got, dibe ku hinekî bê guherandin: xuya ye ku têkiliya zêdebûn û hevzayendan nêzîkî sifirê ye û ne tu xema keseke ye, lê ev naye wateyekî. Ji xwe ma ne ewin ku heteroseksuelan di zîfafê xwe yê legal û pîroz de bi hejandin û bi zevqê strînê hevzayendan zêde dike?! Li her xwe xistin, avêtina xwêdan û jidandina diranan de dibe ku spermeke gey bi kenekî bêfedîyokî ji qanalên kîrê bavê xwe yê hatiye pîrozkirin weke mîlyaketekî bêguneh dihere malzaroka dayîka xwe yê cardin hatiye pîrozkirin. homofobîkên reben!



    Di dawî de; kesên ku her tim pêwendiya hevzayendan tenê bi lêker û çalakiya nîhandin/xwe-dan-kutandinê dikin; vê pirsgirêkê her tim bi zêdekirina zarokan/nifşên nû dinirxînin(ku ev hewldanê parvekirina barê xwe yê pîroz e!) ji aliyê din mafên mirovatî û nasnameya ferdî nabînin; xwe çiqas biçirînin û paş pirtûka pîroz veşêrin jî hiş û eqil rêya rast dibîne û agahî û zanîna xwe zêdedike. Li hemberê zanîn kes nikare heta qiyametê bisekine.



    qiyamet! Nêrîna dîn jî qala lûtiyan hebû ne were?! Pirsê ku bersivê wê bala min dikşîne ev e: lûtiyan bi rastî jî hevzayendan dihewîne? Yan na, ne be ku kesên ayet û sûretan şîrovekirin di bin têsîra adetên bav û kalên xwe man? Dejenerebûna sepanên îslamê hatiye kîjan astê li meydanê xwe eşkere dike ji xwe. Aliyê din ev jî heye: li pirtûka pîroz de peyva “ceza/ciza” 117 car; peyva “bexşandin” 234 car û “rehmet/dilovanî (bexşîna Xwedê)” 79 car; tê dubarekirin. Li pêş berî vê hejmaran, peyvê lût pêxember ku di nav sûretên qala qewmê wî dike, derbas dibe; 27 caran hatiye dûberekirin. Min van îstatîskan ji bo kesên ku xwe wekî xweda dihesibîne û bi şêweyekê pîrozî di lîsta elametên qiyametê rêzdikin, nivîsand. Ew kesan ku birçîbûn, bêavman, jenosîdan, zilm û zordariya li ser gelan, jinan û xweza; hev kuştina silmanan, sepanên derewçîn û dewlemendbûna kesan li ser civakên bûne kole û hêsîr û hwd nabînin/naxwazin bibîNin û derd û kulê wan hezkirina hevzayenda bûye.



    nîŞe: kesên ku dibêjin "hevzayendî nexweşî ye", bira vegerin paş xwe û gunê xwe bipîvînin. ezê ne ji tibê, ji ew fikrên te yê tu ji ber xwe avêtiye, bawer bikim! peh! hele cûreyek din kes hene ku dibêjin "li gorî bawerî û dînê min hevzayendî nexweşin"(!) ew kes ji xwe neyê guhdarîkirin! hîn cudahiya gunehkar û nexweşî çi ye nizanin! rebenan!



    piştî: PEYAM hinekî dirêj bûye. ji bo VÊ NIVÎSÊ BI WÊNEYAN BIXWÎNIN:

    http://xebrosk.blogspot.com.tr/2014/09/hevzayendi.html



    2014.09.10-13:55 | biruya hayao miyazaki

    10. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.03.24-15:51 [guhertin:2015.03.24 15:51]| ceso

    11. Dibêjin:

    Hevzayendî nexweşiyeke derûnî ye ku ji zaroktiyê derdikeve holê. Niha nikarim ji telefonê dirêj dirêj binivîsim bi kurtasî qalê bikim. Wexta ku diya zarokekî wextekî kêm ji bo lawê xwe veqetîne, qet nediyê û bavê wî wext pê re bihurîne, ew lawik weke profîleke jiyanê bavê xwe tercîh dike. Bi vî awayî bidome û hevaltiyên wî ne 'normal' bin, ew ber bi hevzayendîtiyê ve dihere. Berevajiya vê ji bo keçan derbasdar e.

    Piştî vê tespîtê meriv van pirsan dike û bi rehetî bersiva wan nikare bistîne:

    Çima her lawikên ku diya wan qet guh nadiyê, nabin hevzayend?

    Çima her keçikên ku bavê wan qet guh nadiyê, nabin hevzayend?

    Hevzayendbûn divê ji malbatê bê an ji ber hevalan tenê meriv dikare bibe hevzayend?



    2015.09.20-01:46 | mergehez

    12. Tiştekî gênêtîke, û ne ji bandora derûdora civakî tê. Û ev najeve bin destnîşankirina nexweşiyê.



    2015.09.20-02:17 | hola êzîda

    13. li youtubeê min li rastî videoyek bi navê homophobia is so gay hat. di 2011ê de hatiye weşandin û bi 75 zimanan binnivîs hatiye amadekirin ku yek jê kurdî ye. gelek çewtî di rastnivîsa wê de hene, lê bi ya min karekî xweş kirine.



    a li vir:












    2015.09.26-20:04 | biruya hayao miyazaki

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    çûna kar bi duçerxeyê [1]
    Ma hûn hê jî behsa duçerxeyan dikin. Dem dema scooter e....
    çûna kar bi duçerxeyê [2]
    tiştekî gelekî xweş e. sala berê, piraniya rojên havînê ez bi duçerxey...
    te îroj ji bo kurdî çi kir [1]
    Ez ketim tirsik.net'ê. Min çend hevokên kurdî nivîsî.(Wey xwed...
    blues [2]
    Van salên dawî de li muzîka kurdî sor bûye ev cûreya muzîkê. Ez dibêm ...
    blues [1]
    Piştî ferit sevîm min hinekî din bala xwe da muzîka Blues. Hel...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hevzayendî

    Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî