Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
di nav bajêr de 75 km rêya bisiklêtê - tirşik
di nav bajêr de 75 km rêya bisiklêtê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. projeyeke şaredariya bajarê mezin a amedê ye.



beriya hilbijartinê de li ser bilboardan reklam û danasîna vê projeyê hatibû kirin.

înşallah di demek kurt de despî çêkirina vê projeyê bikin. ez bi kelecan bendê me. ji ber ku aniha di nav bajêr de, bikaranîna bisiklêtê gelek zehmet û bi talûke ye. trafîk zêde qelebalix e û ji xwe tu kes te di trafîkê de nahesibîne.

erdê amedê rasterast e. mirov dikare di nav saetekê de bi bisiklêtê, ji serê amedê here binê amedê û zêde neweste jî. lê di van şert û mercan de ev yek hinek zehmet. lewma jî zêde kes bikarnayne. heta mirov dikare bêje ku rêjeya bikaranîna bisiklêtê gelek kêm e.



lê ger ev proje bê çêkirin wê kesên bisiklêtê bikartînin, gellekî zêde bibe. bi vî awayî him wê gel werzîşa xwe bike û him jî beyî qirêjkirina derdorê wê bi belaşî rêwîtiye xwe bike.



03.04.2014 00:17 | brusk56

2. projeyek pêwîst û elzem bû û bi ya min ji bo vê projeyê dereng jî ketin. ez ji ajotina duçerxeyê gelek hez dikim lê mixabin ji ber ku li amedê trafîk tevlihev û ne guncav e min tucar neajotiye lê li qersê bi salan ez bi duçerxeyê geriyam. lê ji bo vê projeyê reşbîn im ji ber ku ji bo vê rêya hanê, berfirehiya rê û pêyarêyên amedê guncav nîn in. û dolmîşçiyên me yên bênamûs û çavnebar wê nehêlin ku mirov bi hêsanî û rêhetî biajo û bigere. ji bo mîlyonekê dikarin însanên ku li ser pêyarêyê ne bikujin. de vêca mariv li kêleka wan bênamûsan çawa duçerxeyê biajo?



03.04.2014 01:07 | ferhenga şikestî

3. tişta ku li konyayê hatiye çêkirin. him jî ne 75 km, tam 240 km rêya dûçerxeyê hatiye çêkirin.

ma çiyê me ji konyayiyan kêmtir e. em mane dereng jî ..



http://tinyurl.com/owznk9u



03.04.2014 01:21 | brusk56

4. Tiştekî me ji konyayê kêmtir nîn e, dolmîşçiyên konyayê ji yên me kêmtir in :-)



03.04.2014 01:27 | ferhenga şikestî

5. projeyekÎ ji bo amed zahf rewaye. bi rastÎ amed li gor bajÊren din pir pehn u dÛz e. xwesika şaredar di nav parka xwe bsiklet jÎ bidaya kÎrÊ.



03.04.2014 10:24 | hun çawane heval:)))))))

6. projeyek pir xweş e. lê ji bo yên ku li toplukonutê dijîn, dê tu xêra wê tune be. û dê kêrî xwendekarên zaningehê jî nê ji ber ku riya ku dihere zaningehê ya li fîsqeyayê, pirî serkaş e. ev jî heye, ka wê vê riyê li ku derê çêkin. tu cih nemaye ku vê riyê lê çêkin...



03.04.2014 11:02 | mergehez

7. xizmeta ku ez bawer im ne %100 be jî, wê were pêkanîn. ji ber wan meseleyên ekolojîk toplum fîlan, wê partî li ser vê meseleyê bisekine.



03.04.2014 18:43 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» navê dîwarê li qudusê
» bajêr
» rêya bêveger

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî