1. lehengeke ku nivîskarê xwe zêdetir navdar e. lehengê romaneke* franz kafka ye. franz kafka bi rewşa gregor samsayê ve rewşa mirovahîya modern diyar dike. rojekê, dema ku gregor samsa hişyar dibe, dibîne ku bûye bihok. lê dîsa jî dilê wî ji rewşa wî re naşewite û hewl dide ku ji kare xwe re dereng nemîne. rewşa wî rewşeke metaforîk e. rewşeke trajîk û rewşa me hemû mirovên modern e. |
|
02.04.2014 17:52 |
nazim tolhildan
|
2. wextekê gava şiyar dibûm min pêşiyê destê xwe li ser pişta xwe digerand,min digo belkê baskên min derketibin * meseleta gregor samsayê çiqa ciyawaz be jî min çav dida wî..gregor samsa Lehenga "veguherîn"ê ye..kitêb ji elmanî bo kurmancî hatiye wergerandin,him pirr xweş jî çêbûye.. |
|
02.04.2014 20:07 |
gulgenim
|
3. lehengê romaneke kafka ye ku berî salan dema ku min xwendibû min bi baldarî û kûrahiya pirtûkên agatha christie xwendibû û loma tu wateyên kûr jê dernexistibû. xuya ye min pirtûkê hinekî zû xwendiye * |
|
02.04.2014 20:18 |
simurg56
|
4. "rojekê, dema ku gregor samsa hişyar dibe, dibîne ku bûye bihok..." |
|
02.04.2014 22:18 |
havka
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |