Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dema niha ya berdest - tirşik
dema niha ya berdest
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. di devoka me de li gorî vê demê hevokan çêdikin belam qasî ku dizanim gelek hêreman de ev dem tune...li gorî pirtûka huseyîn muhammedî ya rêzmana înglîzî bi zimanê kurdî de mijar weha hatiye şîrove kirin...



Dema niha ya berdest yan berdewam (present continous, present progressive) tê maneya ku kesek aniha tiştekî dike. Di inglîzî de ew bi lêkera “to be” (bûn) di dema niha de + lêkera serekî

bi forma xwe ya neçemandî + paşpirtika “-ing” bi lêkera serekî ve tên çêkirin:

- I am eating breakfast. (Ez ê taştê dixwim.)

- You are drinking water. (Tu ê avê vedixwî.)

- He is singing. (Ew ê stranan dibêje.)

- She is waiting for us. (Ew li benda me ye.)

- We are studying history. (Em ê dîrokê dixwînin.)

- You are finishing your job. (Hûn ê karê xwe temam dikin.)

- They are sleeping. (Ew nivistî ne. Ew razayî ne. Ew di xewê de ne.)

Neyînîkirin jî bi forma neyînî ya “to be” ya di dema niha de ye:

- I am not drinking wine. (Ez aniha meyê venaxwim.)

- She isn’t studying geography. (Ew aniha cografyayê naxwîne.)

Pirskirin bi bicihkirina lêkera “to be” di dema niha de li pêş cînavan e:

- Are you eating dinner? (Gelo/ma tu aniha şîvê dixwî? Gelo/ma tu li ser şîvê yî?)

- Isn’t he waiting for you? (Gelo/ma ew li benda we namîne. Gelo ew li hêviya we nasekine?)

rûpel 65



29.03.2014 19:45 | havka

2. huseyin muhammadî di pirtûka xwe de simple present tense ya îngîlîzî kiriye dema niha ya kurmancî???



DEMA NIHA

Çemandina / tewandina lêkeran di inglîzî de di dema niha de gelek hêsan e. Li gel cînavên ”I,

you, we, you, they” lêker wek xwe dimînin. Bo nimûne, em ê du lêkeran (“see [sî]: dîtin” û “go

[gow]: çûn”) bidin:



- I see: ez dibînim

- You see: tu dibînî

- We see: em dibînin

- You see: hûn dibînin

- They see: ew dibînin



- I go: ez diçim

- You go: tu diçî

- We go: em diçin

- You go: hûn diçin

- They go: ew diçin.

Tenê li gel cînavên sêyem yên yekhejmar (he, she, it) “-s” li lêkerê zêde dibe:

- He sees [sîz]: ew (mêr) dibîne

- She sees: ew (jin) dibîne

- It sees: ew (heywan, amûr) dibîne

Heke forma sade ya lêkerê bi “-o, -s, -ch, -sh, -x” bi dawî bê, hingê li gel “he, she, it” paşpirtika “-

es” li lêkerê zêde dibe:

- I go (ez diçim) # he/she/it goes (ew diçe)

- You watch (tu temaşe dikî) # he/she/it watches (ew temaşe dike)

- We mix (em têkil/tevlihev dikin) # he/she/it mixes (ew têkil dike)

Heke lêker bi konsonantekê + “y” bi dawî bê, hingê “y” dikeve û “-ies” cihê wê digire:

- I cry [kray] (ez digirîm) # he/she cries [crayz] (ew digirî).

Lê heke peyv bi vokalekê + “y” biqede, hingê “y” naguhere, tenê “s” lê zêde dibe:

- You buy [bay] (tu dikirrî) # he/she buys [bayz] (ew dikirre).



Bi gotineka din, qeyd û bendên wergirtina ”s” yan ”es” û guherînên di rehê peyvê de çêdibin wek yên zêdebûna “s” yan “es” yên pirhejmariya navdêran in



04.04.2014 23:25 | havka

3. hin çavkaniyan da dema niha ya berdest re dema niha ya berbiçav dibêjin..

di pirtûka sadiq bahattîn amedî ya rêzmana kurdî du demên niha hatine destnîşan kirin..li ser mijarê weha hatiye gotin, di zarê kurmancî de demê niho ji layê sixê ( six çi ye?) ve du cor in: dema niha ya berbiçav, dema niha ya neberbiçav

-dema niha ya berbiçav

li pêşiyê cînavka kes koma yekem, dûre -ê ya sixa dema niha berçav a bi serveçuyî, paşê nîşana demê niha -di, paşê jî raya dema niha ya kirin û nîşana kesandinê têt.

mînak

ez ê diçim

tu yê diçî

ew ê diçît

em ê diçin

hûn ê diçin

ew ê diçin*-1

-dema niha ya neberbiçav

ez diçim, tu diçî....hwd

ev dem alikariya daçeka -ê hatiye avakirin, lê belê blau û barak (1999) dibêjin ev daçêk , li derdora mereş, meletî, entabê, di ava kirina dema niha de tim tê bikaranîn. Ew dibêjin ku daçêka -î ji bo navên nêr û daçêka -ê ji bo navên mê , pîştî kirdeyê tên bikaranîn. Hingê divê mîrov vê demê di çarçovaya cudahiyên devokan de binixîne û weke demeke serbixwe nepejirîne.*2

bi herêmî mînakan bidim ku her duyan de dem dema niha ye.. her du jî peresent continous e...

devokî......................nedevokî

az î vadixwim...................ez vedixwim

az ê kitovê dixwînim...........ez kitavê dixwînim

az î kincon dişom..........ez kincan dişom

az ê sevon dixwim.........ez sevan dixwim

az -î/ê sevon dixwim û az sêvon dixwim hemwate ne, daçeka î an ê heye lê çawa demek serbixwe ava dive..bikaranîna daçekan -î û ê demek serbixwe nake.. di her duyan de jî wateya dema niha heye

belqîtyono ku bi salanê mejiya me tevlihev dikin.



jêgirtin; rêziman û rastnivîsa zaravaya kurmancî s.tan

guman 1 î. aydogan



04.04.2014 23:29 | havka

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dema ecelê kêzikê tê çeng û per pê ve tê
» nihal yalçın

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî