Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
jana seyda - tirşik
jana seyda
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbestvaneka kurd e.



di sala 1976'an de li bajarê AmûDÊ li başûrê rojava ji dayik bûye. ji destpêkê bi zimanê kûrdî nivîsî ye, lê din kovar û rojnameyên erebî de berhem û helbestên wê yên bi erebî hatine weşandin.



"kor e çavên te xwedêyo

çawa bi rexekî tenha ayetên firişteyan di cenneta te de bixwînim?

vê buharê

ez ê neçim jiYana kulîlkan, ne jî di havînan de li taveheyvê ewle

bibim û li axa ber deriyê hewşê!"

JANA SEYDA



29.03.2014 13:09 | avên_sar

2. Helbestek jana seyda:



Dayê



Mistek baran

ji zivistana çavên xwe

bide min

da îşev tîbûna umrê xwe

bi meya evîna te bişkînim



Dayê

bêhna şewatê

ji lorînên te

dihatin

û Amûdê

weke pêteke agir

di payîzeke bêbext de

diçirisî



Dema te dergûşa min

dihejand

bi hezaran hîv

li ber

rûyê te yê sipehî

xwardibûn

da rûyê te tenê

salên min

rohnî bike



Bayê buhiştê ji singa te

difûriya

bi germahî

destare rojên min

digerand



Min li çavên te dinerî

dema hêsir weke

du stêrkan

têde dibriqîn

û weke pêlên derya xwe digihandin

peravê

ne pêlan perav

ne hêsrên te

herikîn

tenê

tîpin wenda û tî ji dilêmin

niqûtîn



Mistek baran

ji zivistana çavên xwe

bide min

da havîn ji dil

barbike



Mistek baran

ji zivistana çavên xwe

bide min

da pê bi pêlan re

şerkim

nizanim çima pêl

evîna te

dertînin

ez jî îşev

li ser vê

qûma sar westa

û bêkesim

tenê dayê

evîna te

û

derya

bi minre bêxwewin

Jana Seyda



29.03.2014 19:02 | mam selam

3. Bawerî*



Çekên min nînin

lê birîn li min

ewle dibin!



*jI DÎWANA BER ÊVARÎ.



12.04.2014 02:44 | seydayê_peyvan

4. wergêrê pirtûka bi nave feqiyên tariyê ya selîm berekat e.



01.08.2014 15:04 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jana seyda
» seydayê teyran

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî