Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
para yatırmak - tirşik
para yatırmak
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gotinek tirkî ye. wateya wê wek 'pere dayîn'ê ye lê ferq di nav wan de heye. mere pere dayînê dikarin gelek deran bikar bînin lê ya din hew çend deran dikare bê bikar anîn. nizanim ka ji bo vê gotinek hatiye afirandin an na? lê pere razandin teqez nabe. min di peyamek xwe de pere razandin nivîsandibû lê dema min nivîsand ez ber neketim ku razandin ji razînê tê û dîrekt ji tirkî hatiye wergerandin.

bi ya min 'pere barkirin' dibe bê bikar anîn.



21.03.2014 08:02 | mergehez

2. wek razandina pereyê ketiye zimanê me. min hin kesan dîtiye ku gotina berdana pereyê jî bikartînin.

- ka vê perê berde kartê min.



21.03.2014 16:44 | oxir

3. em ji bo vê çalakiyê dibêjin ku min pereya xwe da hundir. tabî gava ku mariv ji atm'yê pereya xwe dide hundir jî piçikek tevlihevî çêdibe gava tu bibêjî ku min pere razand wê demê sedî sed dibe werger li gor mantiqa tirkî ye û şaş e gava mariv bibêje min da hundir, çêtir e



21.03.2014 17:44 | ferhenga şikestî

4. Min di belgeselekê de ji devê rojavayiyekê bihîst: me perê xwe razand û....



03.06.2014 14:37 | mergehez

5. a ku ez bixwe ji bo wê "pere barkirin" an jî "pere xistin" ê bikartînim.pere razandin çi ye ji kerema xwe yaw...



03.06.2014 18:58 | bayesar

6. (bnr: pereyan êla kirin)

(bnr: êla kirin)



03.06.2014 19:39 | simurg56

7. pere ramedandin li cem me kar e û ew têra xwe jî minasib e.



03.06.2014 21:49 | fethî ronî

8. li cem me jî weke pere razandinê tê bilêvkirin.

ev jî wîkîpediya: Here lînkê



07.09.2015 01:34 | berxweda

9. Her çend carê ez ji nas dostên xwe dibhîsim ku dibên "min pere razand" ji hêrsana dikim ku porê serê xwe verûm*))) Belê nexêr êdî pir berbelav bûye lê nabe da! Gava dibên min pere razand ez dikim ku bibêjim gelo te jê re lorîk jî gotin yan hema bi xwe raza!

Bi fikra min pere barkirin hezar carî rastir û çêtir e.



28.02.2018 17:17 | jifêzagorda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» paratîroîdektomî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî