Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
elok - tirşik
elok
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. şamî, şêmî, ...



19.03.2014 19:33 | dara berrûyê

2. (bnr: dîkê elokan)



19.03.2014 20:31 | gêjê

3. Ajalê ku li cem jê re hem elelok hem jî şamî tê gotin.me zarokatîya xwe de bi wan re pirr dilîst û pirr kêyf jî digirtin.*gava hûn herin ba wan û bi dengek bilind deng derxin bi zimanê xwe de bersîv didin.ez dibêjim qey ji ber tirsê wîsa dikin. Hûn li vir dikarin baş bibînîn:



19.03.2014 21:06 | bayesar

4. (bnr: elelok)

tirsa zarokan e. ji ber ku dema aciz bibin dikin ku êrîş li we bikin. mirov dema dibe qîjeqîja wan, ditirse.



19.03.2014 21:38 | simurg56

5. li êlihê weke şamik tê bikaranîn. lê ya herî baş îngîlîzîzan gotiye: turkey *



08.11.2014 14:43 | simurg56

6. ciniwarê ji rûpelên çîrokan a metirsdariyê derketine. çermikên sor ên qermiçî yên li bin nikûlê bi wir û vir de dihere û tê. bedena wî ya patatî-mezin bi pûrtên reşikê mîna meteorekê rêşaş bi gavên serxweşî tê li ser zarokekî biçûk. xeyîdiye. erê, erê gelek xeyîdiye. hek ew bibana du mirovên medenî, zarokê biçûk dê ji bo kul û derdê elokê li ber xwe biketa. lê pûrtên şevetarî her dihat diwerimî, serê wî ya pembeyî tazî î gurî dilerziya... zarok ji bêçaretiyê ket giriyê. ne mimkun bû bireve...

sehne tarî dibû. deng jî pirtir. îskînekê dihat. dayika wî, wî himêz dikir. elok direviya ji kevir û daran.

-na lawki min negrî. ew heywan e. tu çima jê ditirse. binêre direve.
- îsk îsk... frşşşş.

- qûr-qûr-qûr... *



10.04.2017 14:34 ~14:37 | biruya hayao miyazaki

7. Wê rojê em li şantiyê bûn, endezyarê jeolojiyê li wanê hatibû (tirk bû) elokeke mê ketibû nav şantiya me.
gufşe gufla elokê bû xwe piş û gij dikir.
-gurşşş gufşi

endezyarê jeolojiyê go "-aa bu hangi hayvan" (aa ev kîjan heywan e?) *
mi go hindîdîr (elok e).
mêrik şaş ma
Go bu nasıl hindi? (ev çawa elok e?)
mi go tu mav pembû da mezin bûyî loma nizanî *

ewî xwe virra daynî go (elokên cem me iha nîn in)
Mi go çawanin?
Ewî go farklıdır işte (cûda ne ha..) *



10.04.2017 21:07 | bûtîmar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» elok

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî