1. ezmuna hilbijartina personelên kamuyê. salê carekê tê çêkirin û îro hatiye çêkirin. tê gotin ku yên ketîn vê ezmunê winda ne û bi telefonan jî kes nikare bigihêje wan. |
|
06.07.2013 21:06 |
azadixwaz
|
2. Navê wê pêşîn a ku ez dizanim wek bi kurtkirina tirkî DMS bû û wek bi kurdî Ezmûna Karmendiya Dewletê EKD cara ewil heke ku ez xelet nebim di 99an de hat çêkirin.Piştre jî gelek nav lê hatine kirin. |
|
06.07.2013 21:13 |
fizikzan
|
3. ezmuna weke hemû ezmunên din ên dewletê, her sal hezar teybetiyên wê diguhere ye . |
|
06.07.2013 22:00 |
brusk56
|
4. bi kopya u hîleyên xwe nav daye. |
|
06.07.2013 15:17 |
feqiyêteyran
|
5. wê bibe sedema birçîmayîna min... |
|
26.10.2013 04:10 |
zero
|
6. ezmunekî herî xilaf e. ji ber kû tû çar salan mamostetiyê dixwînî, dibêjin je ka were binêrim tû dikarî bibî mamoste an na. temam ser serê me lê ji alîyê din de dikare keseki zaningeha dû sale qedendî bike mamoste. ew qas çewtî jî nabe .. |
|
26.10.2013 23:17 |
gelawej
|
7. belayê serê min e divê bixebitim bixebitim û bixebitim. . |
|
06.12.2013 02:00 |
ferhenga şikestî
|
8. ezmûna ku heya niha hemû kesî lê laenet dibarand lê dema ku gotegotên rakirina wê derket bi herkesî şêrîn bû * |
|
08.05.2014 00:35 |
renas
|
9. ezmûna ku çi qas xerab û ne tu tişt be jî, qene hinek be jî ji torpîlan re dibe astengî. |
|
08.05.2014 01:45 |
brusk56
|
10. weke hemû azmûnan hêviya feqîran e. ji berê de, ez alîgirê azmûnên navendî me. weke li jir jî hatiye gotin, mirovên xîzan encax bi saya sîstemên wisa dikirina ji xwe re bikevin karekê. ger ne wisa be, willeh ji kurdan û feqîran re xîzmetkarî jî namîne. |
|
08.05.2014 21:09 |
simurg56
|
12. weke hemû azmûnên din yên navendî, ji bo mirovên feqîr, bê torpîl û komên hindikayî; tekane rê ye ku bikarin li dezgehên dewletê bikevin karekê. ger ne bi saya azmûnên wisa bûya, dev ji xwendin û şixulîna li zanîngeh, nexweşxane û hwd. yên li bajarên mezin berdin; we wê nekariya weke nexweş û muşterî jî herin van deran. |
|
05.07.2014 03:31 |
simurg56
|
13. tiştê ku heta niha sê caran têketimê. bêyî ku rûyê pirtûkekê vekim min du caran plakaya batmanê carekê jî yê şirnexê stand * |
|
05.07.2014 03:51 |
oxir
|
14. yek ji ezmûnên dewlet jê pereyeke baş qezenç dike. girseyeke giring dikeve ezmûnê û her yekî pereyeke baş dide ji bo bikarin bikevinê. xwezî piraniya yên bikevinê qezenc bikira lê dîsa jî wê hindik jê qezenç bikin. aniha yan wê destpê bikin an amadekarî dikin, serkeftin ji bo yên heqkirî û taybetî yên welatparêz re. |
|
05.07.2014 09:07 |
azadixwaz
|
15. Ezmûna ku niha ez ji bo wê li ber deriyê dibistanek sekinîme. |
|
22.05.2016 08:52 |
xewnname
|
17. Ezmûna ku îro, di dîroka 31.07.2022ê ye çêbûye. Ez tê de peywirdar bûm. Dema min li kesên ketibûn ezmûnê dinihêrî sala ez wek keran xebitîm hat bîra min. Min di dilê xwe de got gelo kîjan ji wan wek min xebitîye lê min ew çav bi kesî re nedît. |
|
01.08.2022 00:01 |
xabûrî
|
18. Tirşik jî di riya ekşiyê de diçe ji niha de çend kesan dora xwe li ber tenûra "bêyî bixebitim min ev qas puan stand" daniye. Lê KPSS ne ezmûnek wisa ye. Tu çi qas bixebitî jî dibe ku neçe serî lê ku tu nexebitî tu carî naçe serî. |
|
02.08.2022 23:05 |
endazer
|
19. Hêvîkuj û demkuj e. |
|
13 roj berê 17:49 |
bayê xerbî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |