Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
best - tirşik
best
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cara yekêmîn di nav stranek koma kizilirmakî de ku neşaş im li paş merşa karkeran avusturyayî de bi dengê musa anterî de bihîstîbûm..



Ji bo me Kurdan zaliman lûgatek çê kiriye. Di lûgata wan de navê kuştina me Kurdan paqijiye û tûrbên me yên bi hevra jî tim best, gelî, çem û newal in. Li Sêrtê Newala Qesaba, li Dêrsimê Çemê Munzirê, Geliyê Zîlan, Newala Qûtê, 33 Gulle, Çelê û Helepçe...

Eyyy Xwêdê! Êdin bese looo!

(Musa Anter)



vê deme ji dapîr bapîran pirsîbûm gelo best çi ye, gotinek weha tune, gotin..

newalên biçuk an nekur ku li ber evrazên giran, çiyayan li ba me ,êz,dibêjin, ku nizanim şûna an cîhê peyva bestê bigire..



18.03.2014 19:53 | havka

2. çend wateyên wê hene. ya apê mûsa bikar aniye wateya wek çem e. wateya wê ya ku ez herî pir lê rast hatime, jî wateya ku tirko jê re dibêje 'esin, ilham' e.



18.03.2014 20:00 | mergehez

3. peyvek kurdîye ku carekî bûye bela sere min.



ez û xalekî cizirî, em di nav otobosekî ku ji mêrdinê dihat û diçû enqere ye, dê hevûdu naskirin. piştî hin gilî û xeberê li ser kurd, kurmancî û tişten bi vî awayî, sohbetê me li ser vê peyve hanê têkçu: karcivê otobosê ya bi nave "best van" li ber pêşiya me diçû û xalo got kû "binêre ew pêyve 'best' bi kurdî ye, tê maneya 'kanal' ê ku piştê lehî ye ava bûye, û ji bo vê yekê jî xwedîya wê karcivê otobosê vê navê lê kiri ye".

min nedixwast ku dile wî bi gotinê min re bişkê, lewma bi awayekî nêrm dê jê re got: "xalo, bi qasê ku ez dizanim ew peyvêkî ingîlizî ye û tê wateye "baş tirin" e. lê dijî wê, xalo wisan xwe qurre kir û got: "tu nizanî xarzê, here bi bavê xwe re bi pirse bê ka kurmancî ye an na!" ku min bi bêgavîyê de hişt *



wek filozofên relativîst dibêjin tiştekî ku em jê re bibejîn "heqiqet/rast" tune ye, ew hemû ferasetê (perception) me ye.



18.03.2014 20:58 | ervah.azad

4. peyvek îngîlîzî ye ku wateya wê baştirîn e. yanî yê "herî baş"



18.03.2014 21:01 | simurg56

5. Best; tê wateye dera herî rasta newalê, derdora ku av lê diherike ango lêhî lê radibe beste..bi tirkî em karin bêjin (vadi tabani). Her weha li newala derê ku her tim rojê dibînin beroj in û derên ku rojè nabînin nizar in.



18.03.2014 21:27 | birho_fîlo

6. (bnr: heves)



18.03.2014 21:48 | hun çawane heval:)))))))

7. tê wateya cihê rast ango meydan jî,
te dît berê şer di meydanÊn mezin d diqewimî, her du artêş di meydaneke mezin de li ber hev dihatin û şer dikirin.
besta ku peyva agirbestê saz kiriye di vê wateyê de ye ango di meydanê de rawestandina agirê ango şerrî



22.06.2017 19:35 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bestenî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî