1. stranbêjeke kurd e, di 2ê pûşpera 1987an de li swêdê hatiye dinyayê û malbata wî ji başûrê kurdistanê koçî swêdê kiriye.. cara ewil di sala 2004an de di bernameya swedish idolê de bû berniyas.. di sala 2005an de wek kurdê salê hate hilbijartin.. dîsa di sala 2005an de albûma xwe ya pêşîn ya bi navê the anthem derxist.. gotinên stranên di albûmê de tev bi swêdî bûne.. dîsa di heman salê albûma xwe ya duyem ya bi navê darin derxist û pê vê albûmê xelata plaka platîn wergirt.. di sala 2006an de albûma xwe ya sêyem ya bi navê break the news derxist û pê vê albûmê jî hêjayî xelata plaka zêrîn hate dîtin.. piştî vê albûmê ji berê ve di sala 2008an de bi navê flashback albûmek, di sala 2010an de bi navê lovekiller albûmek û dîsa di sala 2013 de bi navê exit albûmek derxistiye.. |
|
18.03.2014 18:06 |
endazer
|
2. terz û stîla mûzîka wî bêtir dişibe r&b yê.. beşek ji dîmenên bernameyeka li ser tishk tv yê ku darîn lê bûye mêvan û bi zaravayê soranî behsa jiyana xwe ya şexsî û karûbarên xwe yên mûzîkal dike: vîdyoyê veke |
|
18.03.2014 18:14 |
endazer
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |