1. navek ji navên lawan ên kurdî ye.. heman nav carnan li keçan jî tê kirin yanî mirov dikare bêje naveke unîseks e.. vêga tenê dikarim bêjim law ji ber ku bi vî navî hîn liqayî tu kurdekî navsere û salmezin nehatime.. kurdên serdema îroyîn yanî kurdên nû û spî hem ji ber wateya wê û hem jî ber fonolojiya wê û hem jî ji ber nêzikatiya wê ya bi ser navên anglo-sakason, vî navî didin zarokên xwe yên kur.. |
|
16.03.2014 22:17 |
endazer
|
2. û xweştirÎn strana ganî mîrzo ye, xwudê bihêlê ibrahim halil baran vîdeoklîbek xweş ji ber çend fîlmên kurdî jê re li hev aniye û daniye ser youtubeê.. ev stran jî di albûma ronî de cih digire.. |
|
16.03.2014 22:20 |
endazer
|
3. (bnr: ronny) |
|
25.10.2014 02:34 |
vêca çiyeeee
|
4. li sêwregê navê xwaringehek e. xwarinên malê çêdikin. ji aliyê çend keç û xortên ciwan ve tê rêvebirin. gelek modern xuya dikin û rûken in. mîna ku xwendekarên zankoyê bin û nîv-roj jî li vir bixebitin lê li sêwregê zanko tune.. carekê bi organîzasyonekî em çûn wir, mûzîka zindî jî çêkirin. stranên kurdî û tirkî gotin ji 50 doktoran re. gelek xweş bû. tabî hebkî bûha bû. |
|
25.07.2017 00:41 |
simurg56
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |