1. ji bo neaxaftina kurdî, hêcetek din e. ew kesên wisa dibêjin, hemû devokên tirkî zanin û heta carinan bi devokên cuda yên tirkî espriyan jî çêdikin. |
|
13.03.2014 21:43 |
simurg56
|
2. Ev hevok destpêka asîmilasyona fizîkîya, hêdî hêdî a ruhî,giyanî tê û pêvajo bi ser dikevê..ango kurdbuna van kesan tenê li gundê wan,taxa wan,bajarokê wan xwe dije... |
|
13.03.2014 22:03 |
janbarblues
|
3. gotineke ku ji aliyê kesên ku nizanin bi kurdî biaxivin ve tê gotin. |
|
13.03.2014 22:57 |
oxir
|
4. (bnr: tu yî "degişik") |
|
22.12.2015 18:39 |
brusk56
|
5. Yek jî sebeb ev e ku kurd bi hev re kurdî xeber nadin. Gava ku xeber didî, tenê peyveke cûda ji herêmeke din be, li wir xeberdan êdî diqede dizivirî li ser Tirkî usa dewam dikî. |
|
13.05.2017 00:45 ~01:10 |
mîr
|
6. Tûyî değişik ûlen. |
|
12.10.2017 19:38 |
cinorek
|
7. Min ev gotina zêde cem kurdên kurdî nizanin bihistîye çawa dibe an ra kurdî diştexilim dêjin ^kürtçemiz değişik bizim^ wî gotina xwe jî tirkî dêjin fêm nekirinê hê zimanê me dewlemende tenê tirkî dêjin ^konuşmak^ em tenê zaravayê kurmancî da dêjin axaftin,peyivîn,şor kirin,şitexilîn,xeberdan,qise kirin ... gotinên kin zimanê me yek e tenê dewlend bûna wî dereng him dibin dêjin zimanê me ne yeke devoka herema jî diguhire bo wî jî dêjin ema ev jî zêde tiştek nê fêm kirin nîne mînak hine botî tîpa r nabêjin gava xeber didin nabêjin ^bawer dikim^ ^bawe dikim^ dêjin ev tiştana gerek nebin hêceta axaftina kurdî |
|
20.11.2017 01:25 |
nijdar glîdax
|
8. Dema vî hevokê dibihîsim dilê min li hev dikeve û hişê min diçe û ez dîn dibim.Piştre bi xwe xwe dibêjim sekan be sekan be û kkere kerr ji wir dû dikevim.Carek din silav nadimê |
|
31.03.2019 12:42 |
brzn
|
9. hevoka ku bi pirranî ji alîyê kurdên kurdînezan ve wek hincêtek tê bikaranîn û emilandin. nezanî û bêxîrêtbûna xwe diveşêrin li pişt vê hevokê. |
|
05.12.2019 11:00 ~11:01 |
xelîl
|
10. Nabêjin, wele heta îro min peyvekek Kurdî nexwendiye. Carekî min meraq nekiriye ku ehmedê xanî kî ye. Em kî nin, zimanê ku dipeyîvim li ku hatiye. Bêmejutî û asta xwe a piçûk qebûl nakin, şûna wî zimanê ku diaxifin (di rastî de neaxifin) sucdar dikin. Piştre aqil jî belav dikin, dibêjin (bnr: sizin kürçe orjînal) |
|
05.12.2019 12:22 ~12:23 |
kajav
|
11. Ecêb e ji min re pirranî dibêjin: "sizin kürtçeniz biraz değişik" * bawerim ev hevok û ya din du ji versiyonên "anlıyorum ama konuşamıyorum" ê ne. Belkî wê gotineke ji xwe mezintir be lê yên ku van gotinan dikin bêyî îstisna kesên teral û nezan in û piçekî jî bêesil. Kurdî û Kurdistanîbûn ji van kesan re ne xem e. Ji ber vê ye ku gotinên wiha pûç ji xwe re dikin hincet û xwe bi vî awayî dikin pêkenî. |
|
05.12.2019 20:09 |
xeyda
|
12. anlıyorum ama konuşamıyorum yek ev dido. we mala me xera kir yaw * |
|
05.12.2019 23:59 |
kurê xelkê
|
13. Hemwateya 'min tu tiştek ji te fêhm nekir' e. |
|
06.12.2019 18:41 |
simurg56
|
abdullah kıran [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
rapa kurdî [3] |
|
cinorek [1] |