1. şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîkê gotinên wenda û jibîrçûyî.. hê di xweşlawî û xweşhaliya xwe de wekê gilgamêş bi dû giyayê nemiriyê ket ew jî.. wekê hemû hunermendên çak ên berhemdar ew jî bi lepên penceşêrê ket li hespê xwe yê xweşik siwar bû û lêda çû.. |
|
05.07.2013 17:10 |
endazer
|
2. mehek berî ku biçe ser dilovaniya xwe min ew dît. ji bo tedawiya pençeşêra pişikê hatibû Edeneyê. Qansî awirên wî yên ciddî dilê wî nerm bû. Digot navê min navekî qelp e ! |
|
06.07.2013 17:10 |
fuad hemedxan
|
3. arjen ari li imc tv yê.... http://www.dailymotion.com/video/xswofs_imc-tv-arjen-ari_tv |
|
24.07.2013 17:54 |
arami
|
4. (bnr: şêrgele) |
|
24.07.2013 18:02 |
seydayê_peyvan
|
5. "Azadî her kê xwestibe |
|
24.07.2013 23:10 |
gule_depe
|
6. Tu Bihata |
|
24.07.2013 23:14 |
kurdmisê
|
7. şairê rehmetî ku hevaleka min a tirk ew dişiband arîstokratên frensî.. yanî ne bi tenê şêrgele û ramûsanên xwe yên ku li geliyekî veşartîn û eroûtîkaya xwe lê bi bejn û bala xwe ya çeleng û lihevhatî û bi cil û bergên xwe yên mode yên lihevkirî û bi rî û simbêl û pora xwe ya çêkirî ve jî wekê şi'rekî bû.. û çû.. |
|
25.07.2013 00:06 |
endazer
|
8. êvar esmer |
|
25.07.2013 14:49 |
arami
|
9. şairê kurd tengezar marînî li ser koç û wexerkirina arjen dibêje: |
|
19.08.2013 04:35 |
endazer
|
10. Nivîskarê pirtûka eroûtika. Ma ez hê çi bêjim. bixwînin bawer bikin hûnê jî min mafdar bibînin. |
|
19.08.2013 05:06 |
rojan
|
11. Roja ku koça xwe ji nav me bar kir, wê $evê min wiha nivîsî: |
|
19.08.2013 20:32 ~2021.05.20 18:08 |
înano lo
|
12. http://www.antoloji.com/arjen-ari/ |
|
20.08.2013 17:17 |
terkexem
|
13. hin tişt hene bi poşmaniya wan meriv nikare weke serê sîrekî tiştekî biguhurine. xwezî heft car xwezî ku min di saxtiya wî de hema carekî bitaybetî biçûye serek lê bida, min bigota şêrgala vaya te bi helbestê xwe min şad û şadî kiriye,keçikên xweşik û xortên çeleng tevde xulama mê te bin.ez bawerim ewî iî wek hunermendekî ji van yekan kêf xweşbûya .lewre her tim li olana dengê xwe digeriya.lê ez bawerim bi bejn û bala xwe bi camêrî û helbesta xwe ye zîrek ê her tim yê bibe serfiraziya me kurdihezan. |
|
30.08.2013 20:48 |
tivirloismail
|
14. şairê ku salek di ser wefata wî re derbas bûye lê hê qene kêlek jî ji merqeda wî re nehatiye çêkirin.. hê li ser xwe û sax û silamet û berhemdar û afirîner camêr û saziyên ku bi serê arjen arî sond dixwarin piştî ku emrê xwudê kirî ji xeynî merasîmeke sembolîk xwudê zane lê rêya xwe pê nexistine û fatheyek jî lê nexwendine.. berî du hefteyan ez û du heval ji bo serdana merqeda wî em çûn lê me kir Û nekir em bi ser gora wî ve nebûn.. me ji zarokên li wir pirsî em anîn bi ser tirbeke kerr û lal û ku qene kêlek li ser nav hatî danîn jî lê tune û li ser gorê tijî giya û deviyên biyanî.. me ji xwe re got na ne mumkin e ku ev der merqeda arjen be.. axirê em çûn cem rêvebiriya goristanê û me cihê tirba arjen arÎ ji wan jî pirsî ewan jî em anîn heman cihî û hetta melayê ku cinazê arjen arî şûştî jî hat cihê tirba wî sediqand.. em cardin şaş û metel man.. me ji xwe re got temam şaredariyê bajêr xemsarî kiriye lê ka keç û kurrê wî çi dikin çima nehatine ser tirba bavê xwe, ka jina wî, diya wî, xizm û xweyiyên wî.. |
|
08.09.2013 16:28 |
endazer
|
15. 1956 de dewa Çalê ya Omerîya de ameyo dinya. Uca ra bar kerdo şîyê nisêbîn. Labelê demeyêko derg Dîyarbekir de ciwîya. nêweşîya pişike ra nêweşxane de tedawî dîyêne, la roja 30.10.2012 de dîyarbekir de şi rehmet. Cenazaya Arjen Arî roja 31.10.2012 de badê nimajê perojî goristanê Yenîkoyê Dîyarbekir de ame definkerdiş. Merasîmê definkerdişê cenaza de qasê di sey roşinvîr û nuştoxê kurdan beşdar bîyî. |
|
08.09.2013 23:13 |
kurdane
|
16. herê delalîkê dilêmino tu dereng hatî hatî lê tu çima ev qas zû çûyî? |
|
15.09.2013 06:15 |
eînsthemeelî
|
17. koma teq û reqdi albûma keft û left de helbestek ya vî helbestvanî bi navê şiroveya serjimêriyekî heye ... |
|
15.09.2013 20:02 |
botan
|
19. fatma savci di pirtûka xwe ya "ber bi binxetê ve " de behsa wan rojên dawî yê arjen arî dike, û dema li rojava ye fatma savci li ser înternetê mailên dawî ji hevre dişinîn... |
|
07.10.2013 20:10 |
arami
|
20. Helbestvanê ku kuceya hunerê şên dikir... dema bi mirov re diaxivî, mirov li Ofîsa amedê xwe li Omeriyan hîs dikir. Felek bi wî re jî xayin derket û di bihara helbestvaniya xwe de me terk kir û cû. |
|
07.10.2013 21:05 |
dîno
|
21. mirad gundikî di derbarê arjen arî de nivîsek xweş lêkiriye îro.. |
|
07.10.2013 22:07 |
endazer
|
22. DÎWANA WÎ YA HELBESTAN ramÛsan min veşartin li geliyekÎ li Londonê, ji aliyê weşanxaneya azad ve hatiye çapkirin û belavkirin. Edîtora weşanxaneyê nivêskara Kurd eslîxan yildirim pêşgotinek bedew û bi nirx jêre daniye û her wiha di serê pirtûkê de kurtiyek ji jinenîgariya wî aniya ziman.. |
|
10.10.2013 17:27 |
endazer
|
23. Di helbestê de “magnum opus”a (karê herî mezin) Arjen Arî, "rîtim" e. Di helbestên Arî de, “guh”, “sewt” û “peyv” pev re jiyanek hestewar ava dikin û dijîn. Arjen Arî, carina bi zimanekî mîtolojik diaxive lê ev ziman wek ê Cegerxwîn xwe dirêjî mîrektiya zemanekî nake. Dilbijandina wî ya li ser “duh“î û dojehiya wî ya li ser “îroyîn” li ser zemanekî din şîn dibe. Ew zeman jî rewşa welatekî ye ku ew welat “niha” ketiye di bin hukmê şerekî de. Bi vî şerî re hem jiyana tekane û hem jî ya civakî serûbin bûye. Ev jî dide nîşan ku ji bo “hebûn”ê şer tişteke bivê-nevê ye û serûbinbûyîn qedera şer e. |
|
15.10.2013 05:25 |
zero
|
24. nivîkarekî navdar eku piştî min pê re wêne kişand min hîn nas kir ku nivîskar e û helbestên wî meraq kir xwend. |
|
16.10.2013 17:17 |
gernasnenas
|
25. di vê koma facebookê de serê her çend rojekî ji dîwaneka arjen arî helbesteka wî tê weşandin anku belavkirin.. https://www.facebook.com/helbestkari |
|
26.10.2013 21:30 |
endazer
|
26. xêr û guneh ne distûyê min de, her çiqasî emel tune bû jî, pir bi doxînsistî qala wî dihat kirin, tê kirin... |
|
26.10.2013 21:37 |
çeqilmast
|
27. Şa'ir im; qeraçiyê pesnê çavên te |
|
03.11.2013 15:59 |
diljan
|
28. wek kurê wî gotî: |
|
03.11.2013 16:01 |
diljan
|
29. li ber dilê min helbesta wî ya herî bedew ji dengê wî bi xwe -şirê şêr di eyarê şêr de- Şêrgele hebûn şêrgele -çi mer çi nêr- li berpalê agirî kite-kit dînemêr li zaxrojan kur î kurroj û sig kele! ristek xerîbî ne di stranekê de ... .. |
|
03.11.2013 16:06 |
diljan
|
30. ez ve çarîne jî nenivîsim ez ê bifetisim |
|
03.11.2013 16:08 |
diljan
|
31. Şêrgeleyek ji yên helbesta kurdî û ew bi xwe jî, bi qeşengiya xwe, bi axaftina xwe û zanebûna xwe helbestek bû. Ji gundê Çalê yê bi ser nisêbinê ve ye. Di salên 1980an de helbestên wî bi awayekî devkî di nav emeleyên pembo de hatine gotin û belavbûne. Kitêba wî ya ewil jî vê taliyê ji nav weşanên Avestayê der çûne. helbestên wî li gor min kurdistan bi xwe ne. ew pireke di navbera helbesta modern û ya klasik de. helbesta wî ya bi navê ramusan min veşartin li geliyekî ku heman demê navê kitêbeke wî ye jî bi ya min gelekî xweş û serkeftîye. ev helbest û hin gelek helbestên wî yên din ji hêla Mehmet Atlı û Mirady ve wek stran hatine gotin. |
|
03.11.2013 22:30 |
rojan
|
32. Hêvî |
|
04.11.2013 11:12 |
nîgarvan
|
34. "şêrgele hene şêrgele." |
|
07.01.2014 16:22 |
xendekî
|
35. ''çi qas bêjim zimanê min kêm e...'' |
|
20.01.2014 18:12 |
berf
|
37. (bnr: ferhengoka arjen arî) |
|
09.02.2014 17:52 |
endazer
|
38. çenga por bibin bibin |
|
09.02.2014 21:51 |
deqlok
|
39. şairê çiyê û berfê ye û bi xwe jî çiyayî ye ji xwe.. |
|
16.02.2014 22:31 |
endazer
|
40. "Ez çiyayî me. Bi qasî dara berûyê çiyayî. Û di demsala havînê de stêrên ku xilmaş xilmaş di zikê ezman de diteyisin. Ji lew, min ji çiya, ji hewaya çiyê, newaya çiyê, sihar û êvarên çiyê hez kir. Dema ku dinivîsim, bêhemdê min çiya û dîmenên çiyayî têne ber çavên min. ... Her çiya welatek e. Ji ber çiyayîbûna xwe û çiyayên pir li ser vê axê, ez navekî din li vî welatî dikim: Kohistan! Yanî welatê çiyê." |
|
20.02.2014 05:43 |
endazer
|
41. ''rawestgeha min î her roj e ev kanî: |
|
23.02.2014 03:16 |
endazer
|
42. HELBESTEKE ARJEN ARÎ |
|
29.03.2014 23:07 |
avên_sar
|
43. Şîrê şi'îran şêrê şa'îran.. |
|
30.03.2014 01:34 |
mam selam
|
44. xweştIrîn dû rIstÊN wî: |
|
12.04.2014 02:41 |
seydayê_peyvan
|
46. nivîskarê hêmayan e. Di serê pirtûka xwe de |
|
16.05.2014 02:01 |
cîhana pirtûkên kurdî
|
47. Hewlêr im Ez |
|
17.09.2014 20:26 |
xendekî
|
48. 'te gotibû îşev ez têm' |
|
17.09.2014 20:37 |
ferhenga şikestî
|
49. di vê hevpeyvîna li jêr de ligel kawa nemirî sohbeteke xweş kirine |
|
20.11.2014 20:21 |
ferhenga şikestî
|
50. mirî mirî |
|
30.11.2014 01:55 |
xendekî
|
53. (bnr: helbestên arjen arî) |
|
28.02.2015 15:49 |
ferhenga şikestî
|
54. Helbesta "mihemedo" beranberi hemu helbest ê dina ye. |
|
28.02.2015 23:35 |
hesen bira
|
55. Helbesta arjen arî ye herî heja û xweş li ber dilê min; |
|
31.03.2015 13:35 ~13:35 |
quşxaneli
|
56. şêrgeleyê ku ji bo "niha" wiha dibêje: |
|
04.05.2015 18:13 |
xendekî
|
58. Ji bo bîranîna Arjen Arî |
|
10.05.2015 14:38 ~2015.06.03 13:14 |
evdilageweri
|
59. salvegera mirina wî ye.. |
|
30.10.2015 02:07 |
ferhenga şikestî
|
60. helbestkarê mezin yê ku sê sal berê weke îro, bi awayê fizîkî ji nav me koç kiriye û çûye darulbekayê lê bi berhemên xwe her zindî ye û dê her zindî be jî. niha, vê kêlikê, ez ê bo xwe qenciyekê bikim û kitêbekê wî carjî bixwinim. hûn jî qencîyekê bo xwe bikin û wî tekrar be tekrar bixwînin.. |
|
30.10.2015 02:23 |
diclefirat
|
61. îro rojbûna nemir e. |
|
01.04.2016 12:30 |
xendekî
|
62. Îro rojbûyîna mîrê helbesta kurdî a modern e. Li gor ku dizanim kesî ti çalakî ji bo wî lidarnexist. Ev jî qedirnezaniya me ye. Hema herin çend helbestên wî bixwînin. Wê dilê we li helbestê rehet bibe. |
|
01.04.2016 18:36 |
hêvî
|
64. ji ber salvegera mirina nemir arjen arî dara porxelek bi heval û hogirê wî: firat cewerî, rêdûr dîjle, mihemed ronahî, kawa nemir, omer faruq baran re axiviye, wan jî li ser bîranînên xwe yên bi arjen arî re tiştinin gotine, ji vir tê xwandin: |
|
08.11.2017 12:52 ~12:52 |
xendekî
|
65. (bnr: xame sihurî kaxiz şiyar ma) |
|
01.05.2018 11:09 |
bûtîmar
|
66. helbestvanê ku ciwantiya min a pêşîn tîne bîra min. carna pir bêriya helbestên wî û hestên xwe yên wan salan dikim. |
|
09.08.2020 22:25 |
roza
|
67. Îro salvegera mirina Helbestvan ê hejar Arjen Arî ye. |
|
30.10.2020 17:05 |
yûsiv
|
68. Bi rêzdarî bibîr tînin. |
|
30.10.2020 18:09 |
xelîl
|
69. Dilê zarokan miriyan jî dikujin divê şerî de |
|
01.07.2021 10:54 |
bîyan
|
70. Dem payîze, xem payîze. |
|
18.04.2023 17:06 |
ardlarzî
|
71. Arjen Arî... zû çû... Arjen helbestek xemgîn e çûyîneke mîna kêrê diçike di sînga mirovan de. |
|
13.03.2024 19:31 |
derdxane
|
72. Ma helbest cîhê helbestvana digirin gelo... |
|
18.03.2024 12:50 |
derdxane
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |