Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
agirî girt mala derewîna kesê bawer nekir - tirşik
agirî girt mala derewîna kesê bawer nekir
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bêguman e derew tiştek gelek pîs û zerarak mezin jê peyda dibit û her cihê derew lê peyda bibit bi piranî ew cih wê wêran bibit; çunkî bîr û bawer li nav parçên wê komkê da namînit, ji bilî wî qasî mirovê virker derewîn biha û rûmet jê ra namînit. dibêjin: carekê mirovekê kolê xwe bir sûkê bifroşît bi bihayekê kêm. pirsyar jê hat kirin: çima vî kolê hinde hêja tu bi erzanî difroşî? got: çunkî derewîn e, êkê got koley "ma tu çend virkerî malwêrano?! koley got: ez salê vir û nîv dikim. mirovekê got: min to qebûl kirî bi vir û nîva te ve. rabî bir malê û guhê wî ma li ser ka wê kengî vir û nîva xwe bikit? belê koley çi vir nekirin, heta meznê wî jê pişt rast bî bi temamî bawerî pê hat û kole bi xwe jî xweş xizmetçî bî. heta carekê meznê wî çend girgire xwestin firavînê li nav baxekê da, gote kolê xwe "here xwarinê, ji me ra bîne vêdê . kole rabî çû mal, belê çawa giha malê kire qîr û hawar, şîn û girî, serê xwe da ber tep û mista : wey babooo ez kovandarê meznê xwe me, xwezî ez mirbîma û min ev kes nedîtîya he ne dîtibîya! xatona wî lê derket: te çî ye kuro? kole got: min çî ye?! mezinê, min li ber siha dîwarê filan kesê rûniştibî xarê, diwar bi serda hat perçiqand, mejî li guhê wî ra derket. gava we got dinya li çavê xatonê tarî bî, ser û singe xwe da ber tep û mista pora xwe veçirand, xwelî li malê da çû bi zêrekê, bi xwe û zarokên xwe ve qesta wî dîwarî kirin. kole bi şûnda zivirî bi bez û şîn û girî ve qesta meznê xwe kir wê dikit hawar û fîxan: wey bavooo vê kes ne dîtîye?! mezin hatin pêşîyê, kuro te xêr e? kole got: min çi xêr e? xêr maye? ulya te helweşîya xatona te bi zarokên xwe ve mane ii binda. gava we got meznî ji binê linga kir qîrîn: wey babooo ev çi ecêb bî?! ser rot û pêxwas û bihin bizday qesta mal kir. ewê dikit qîrîn: ez rebenê zarokên xwe me. zarok wê dibêjin: wey babo em kovandarê te ne. kole dikit hawar: ez kovandarê hewe cûna me heta nîva rê gihan êk meznî got: babo elhemdolilah maden hon sax in bila mal hemî gorî hewe bibit. ewa got: wey babo vê care jî to paristî gihay me û me to bi saxîtî dîsa dîtî?! heta pêk hatin der, berê xwe danê tîqtîqa koley wê dikenit, her wekî tiştek ne qewmî; meznî got: kuro ev çi bî te ho kir mal bab wêrano?! got: ezbenî ev nîv derewa min bî. aha mirov holê berê xwe diditê derew bela û nexweşîya bi ser mal û mirova da tînit ji lewma hatîye gotin "agirî girte mala derewînî kesê bawer nekir." çunkî baweriya kesê pê nayêt...



04.07.2013 16:52 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» agirî soran
» girtina enstîtuya kurdî ya stenbolê
» mala xwendekaran
» kesên ne kurd dikarin bibin tirşikvan?
» bawer rûken

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî