Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
meha remezanê - tirşik
meha remezanê
(3) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. piştî 4 rojan dîsa wê li me vegere.

zaroktiyê de xwarina herí xweş paşîv bû ji bo min. me rojî negirta jî me qebûl nedikir ku dê-bavê me bê me xwarinê bixwin.

remezan her çiqas birçîbûnê vîne bîra mirov jî, xwarinên jerî bi lezzet ya ku pi ştî birçîbûneke dirêj, vekirina rojiyê ye.



04.07.2013 14:53 | simurg56

2. meha çileya havînê de, me bide zorê ye.

(bnr: halê me li me xwes)



05.07.2013 03:41 | azadixwaz

3. Meha ku lı gor salnameya hicrî (goçî) îşev dest pê dikê ye..Lê Di derbarê destpêkirina wê de nîqaş hene.. Ji ber pêxember (s.a.w ) gotiye dema we hîlal dît dest bi rojiyê bikin.. Her çiqasî Li gor salnameya goçî îşev destpê dikê ye lê piraniya welatên ereban û kurdistana başûr wê roja yekşemê dest bi rojiyê bikin.. Ji ber ku heyv roja yekşemê dikevê şeklê hîlalê de...



27.06.2014 21:50 | nan û av

5. meha ku misilman tê de rojî digirin.. lê êdî hema bêje kes wekê berê rojî nagire, nizanim ne baweriya xelkê sist bûye ji ber wê, ne di kelegerma havînê de rojî girtin zehmet bûye ji ber wê..



29.06.2014 22:33 | endazer

7. Bû 2 sal e ku ez rojî nagirim, a rast nikarim bigirim... amed gelek germ e, ji tîna mariv dimire jixwe eger tu rojî bî û bi tenê ji bo saetek jî derkevî derve, çû ji te de!

kesên rojî, ji ber germahiyê dernakevin, kesên fitar jî ji ber ku nikarin bi rehetî bixwin û vexwîn dernakevin derve.. lewma jî di meha remezanê de kolanên amedê vala dibin, di her du rewşê de jî mame.. niha li stenbolê me û li derve bi rehetî dikarim cixare di dest de bigerim ji ber ku hama bêje kes rojî nagire... heyfa min ji ciwaniya min tê ku xwedê vê yekê helbet ji min bipirse lê nikarim ma çi bikim



29.06.2014 23:49 | ferhenga şikestî

8. GAVA KU MİROV Lİ aMEDÊ NEBE ROJÎ jİ MİROV re XWEŞ TÊ HEYRAN. Lİ AMEDÊ MİROV TÎNA DİB'ECE.



30.06.2014 00:40 | serhednişîn

9. meha ku mirov ateîst be jî rehm dixe dilê mere.. * lê dîsa jî niha van rojên havîna germ girtina rojîyê pir zehmet e.. ez bim ezê di hundure 4-5 saeta de bixewurim.. *



30.06.2014 13:36 | rûbar payîz

10. gava ku mirov li ber qlîmayê heta 12 razayî be û piştî 12 an mirov dîsa li ber klîmayê pirtûkên kurdî bixwîne û bi ser de jî bitirşikîne!! bi xwedê rojî pirr xweş û hênik derbas dibe **



30.06.2014 14:48 | mervan roni

11. (bnr: rojî)

nebixêr dîsa hat.. heftekîye ku ez ketime etirê ku ezê çewa rojî bigrim.



17.06.2015 22:27 | shorbevan

12. Bixèr hat ser seran u çawan hat



17.06.2015 22:58 | ronahî

14. Di vê mehê de li amedê ji %75ên cihên xwarin/vexwarinê tên girtin. Ji Xêynî ofîs û deriyêçê hema hema tu der namînin ku meriv lê tiştinan bixwe. Û wexta meriv dikeve cihê xwarinê xelk bi çavekî tehdîtî li meeiv dinerin.

Tew ez qala dê û bav û ap û met û.. ên ku herroj dibêjin rojiyê bigire, nakim..



17.06.2015 23:49 | mergehez

15. Wisa dirêje wekî bend

Wisa şêrîne wekî qend

Donzde salan seleke ...

Tu bi xêr hatî rojî



18.06.2015 01:00 | hogir elegez

16. ji bo kafirên nav misilmanan, rojên herî dijwar. rojên ku herî bêtir minafiqî tê xûyanê



18.06.2015 02:01 | hola êzîda

17. heval elegez Remezan ne 30 roj e 29 roj e. hem ji bo tenduristiyê pir baş e hem jî ji bo mirov nefsa xwe terbiye bike û îrade ya xwe qawî bike fersendek mezin e. ji 365 rojan 29 roj ew qas zehf nîne hûn çima ew qas gazindan dikin



19.06.2015 01:08 | aynştayn

18. bi dimilkî aşma remezanî ya.



Ez ewro rayîr de şîyêne, destê mi de zî cixara. La haya mi çin a ke ewro rojîgirewtene dest pêkerda. Di heb erdîş-derg mi het ra vîyart û xirab xirab ewnîyayê. Ez zî xirab xirab ewnîyaya sey înan. Piştî ez fikiriyaya na rewşe ser o. ame mi vîr ke remezan dest pêkerd û ez teber de cixara şimena. Badê mi cixarayê xo eşt tabî.



Weyy pepû. Şikir ez kuwayîş nêwerd welle.



19.06.2015 01:37 ~01:38 | endazyar

19. Meha 2/3yê wê xilas buyî û ber bi dawîbunê ve diçe ye. Lê helbet zehmetiya her rojî bi yek û yek heye. Dîsa jî dema mirov bi tevahî dinêre, dibêje baş dibore.

Nîşe: ez niha li benda melayî me. Û ji her kesî re sehet be...



06.07.2015 19:45 | azadixwaz

21. (bnr: bêxêr û bereket)

bi qûrbana mehê din bibe înş.



07.07.2015 17:39 ~19:42 | shorbevan

22. (bnr: kerê guravtin ma qemçik)



07.07.2015 20:59 | shorbevan

23. Meha min mijarê ji nû ve vejandî lê ne ji bo serde çuyîn û jê re nifirdanê.

Meha xêran, xwe-nasînê.



07.07.2015 23:08 | azadixwaz

24. شَهْرُ رَمَضَانَ الَّذِيَ أُنزِلَ فِيهِ الْقُرْآنُ هُدًى لِّلنَّاسِ وَبَيِّنَاتٍ مِّنَ الْهُدَى وَالْفُرْقَانِ : Ew meha remezanê ya ku qur'an têde nazil bûyî, ji mirovan re rehbere û delîlên eşkere yên di navbera heq û batilê de ye. (Sûreta beqere-185). Rojîya remezanê de gelek hîkmet hene ku hem li rûbîbîyeta xwedê dinêrin hem li jîyana komelî û civakî dinêre. Wateya remezanê a herî gîrîng û pîroz ewe kh qur'an a pîroz di vê mehê de hatîye nazilkirin ku dema mirov tê meha remezanê nazilbûna qur'an ê tête bîra mirovê/î. Di vê mehê de mirov dizane ku peyama xwedê gehiştîye mirovan û mirovê hişyar dike ku hela xwedê çi hinartîye ji me çi xwestîye ji ber çi me şandîye rûyê erdê ji ber çi qur'an an jî pêxemberan şandîye anjî divê em çi bikin çi nekin, madem ku em hatine şandin herhal em belasebep nehatine dînyayê erkeke me heye bi vî awayî remezan û rojî dibe sebep ku em ji xew şîyar bin.. Meha remezanê dibe sebeb ku mirov hemd û spasî bike bo xwedê ji ber nîmetên ku hatiye dayîn. Ger mirov wateya rojîyê baş bizane ji bo jîyana civakî gelek ders heye bo mirovan ango xwedê bi minasebeta rojîyê bi me de te fahmkirin ku rewşa feqîran çawaye. Ger rojî nebûya zehmettir bu ku me hal û rewşa feqîr û jaran fahm bikira. Hîkmetek dî jî ewe ku li terbîye ya nefsê dinêre ango nefsa/ê mirovê bi rojîyê acz û feqîrîya xwe dizane û bi vî awayî nefs ji kirêtî, ezitî, narsîzmî, quretîyê terbîye dibe, paqij dibe.



05.06.2016 11:32 | azad30

25. Meha remezanê mehê rehmet û mexfîret e.Xwedayê dilovan di vê mehê de derîyê rehmet û mexfîretê heta li ser piştê diveke.Her sal meha remezanê rojî girtin li ser misilmanan wekî pênc wext nimêj ferz e.Hîkmetê rojî girtinê gelek in, bi jimartinê naqedê.Çend hîkmetê rojî girtinê ev in ku hatiye bîra min; fêm kirina qîmetê n'imetên begerew û bergend, fêm kirina halê kesên ku birçî mane, demê tî û birçîbûnê de ferq kirina 'aczîyet û qelsîtî ya me û têgihiştina mezintîya Xweda ye ku ti tişt nîne Ew hewcedarî vî be.Rêber û afîtabê me Qur'ana Pîroz, şevekî di nav deh rojên dawîya remezanê de nazil bûye.navê vê şevê jî her kes dizane ku şeva qedir e.Di Qur'ana Pîroz de sûretek li ser navê vê şevê heye.(bnr: sûrat-el qadr).şeva qedirê ji hezar mehên xêrtire.Firîşteyan û Cebrail, bi destûra Xweda ji bonî biryar danîna di hemû babeta kar û jiyanê vê salê bi hinartin tînin.Meha remezanê lewma ji bo 'ibadet û dû'a kirinê bêhempa ye.Vî mehê bêhempa de Xwedê hemd û zîkr û ta'et û 'ibadetê her kesî zêde bike, rojîya her kesî qebul bike.Îsal xêr û bereketa meha remezan û şeva qedirê bibe sedemê hişdarî û ronahî û felat û azadîyê înşaallah.



05.06.2016 20:11 ~2016.08.19 00:19 | rûbar

26. di vê mehê de ji her deman bêtir fêm, feraset û toleransa misilmanan derdikeve pêş, her sal di vê mehê de di her bajarekî de teqez yek derbê ji misilmanên rojîgirtî dixwe, her sal ev xwe dubare dike.
kabuseke har e meriv nikare li derve bi rehetî tiştekî bixwe vexwe, dibêjin em rojî ne, ÊÊ em çi bikin? heçko ji bo mirovatiyê û ji bo yekîtiya gelan rojiyê digirin û ji ber vê jî dixwazin em li ber çavên wan tiştekî nexwin-venexwin

her kî bixwaze dikare rojî bigire, her kî nexwaze dikare rojî negire, ol û bawerî tiştên şexsî ne, bi tu kesekî dî re pêwendîdar nîn e loma kes nikare li ser baweriya xwe di ser yên dî de tehakûm deyne.



07.06.2017 10:18 ~10:20 | ferhenga şikestî

27. Civatên wisa yên dejenere bûyî hîç nizanin çawa giranî tê nîşan dan. Yazdeh meh wek serbest tê dijîn mehekî jî divê mirov giranî ji ibadetên hestyar yên misilmana nîşan bidê.giranî dan têkildarê kesayetî ye. Giranî nîşan dan têkildarê mirovatî ye. Heke ev di nav civakekê de belave nebe ne tenê derb xistin tiştên dî jî derdikevin. Ev jî bi pîleya dejenerebûnê re têkildar e û nîşaneya paşmayînê ye. Deverên paşmayî de tolerans çi ye, feraset çi ye a wilo berçav e nayê zanîn. Di remezanê de jixwe mirov di hundirê de dikare çi dixwaze bike. Lê li derve mirovên ku nizanin giranî pîroza insanên din bidin gava ku ji bo xwe giranî dan dixwazin kenawer dibin.



08.06.2017 04:36 | rûbar

28. di dinyayê de hezar heb ol û bawerî hene, her roj teqez rojeke pîroz î dînekî cuda ye, de îja misilman çi rêz li ber dînên dî digirin û ji dînên dî jî hêviya rÊzgirtinê dikin? wexta noela mesîhiyan tê tu namîne ji wan re nabêjin, her sal di sersalê de tu haqeret û dijûn namîne ji wan re nabÊjin. lê biqailên me wexta rojên wan Ên pîroz tÊn ji hemî dinyayÊ hêviya rÊz û hurmetê dikin. de na lo?

mirovek dibe rojî negire, ne mecbur e, dikare bixwe vexwe, madem tu dikevî bin tesîrê û nikarî xwe ragirî, îmana te sist e nexwe rojî negire qardaşim. ji ber ku tu rojî yî, tî û birçî yî kes mecbur nîn e kaprîsa te bikşîne.



08.06.2017 09:06 | ferhenga şikestî

29. madem ku armanca rojiyê ew e ku dewlemend halê feqîran bizanibin, madem 11 mehên din da zengîn li ber çavên feqîran her tiştê ku feqîr nikarin bixwin dixwin.
bila meha remezanê de jî kesên bê rojî li ber çavên rojîgiran serbest û azad her tiştî vexwin û bixwin da ku mislimanên zengîn halê feqîran bizanibin.

..
meha remezanê meha razanê nîn e lê miletê me vê mehê de radizên.
me çi ji vê mehê fem kir? Divê hun bixebitin. Tîbûn û birçîbûnê ra xwe îmtihan bikin. Kesên feqîr sal 12 mehên xudê birçî birçî dixevitin.
rojiyê da jî birçî dixevitin. Lê sifra wana jî 12 meha eynî ye.
Lê zengîn?
na.
sifrê de qe nebe 4 çêşît xwarin, vexwarin, şirînayî...
Piştî fitarê zik diwerime.
..



08.06.2017 09:16 | bûtîmar

30. Wulen! : ). Dema berê ku kal û pîra me behsê dikir û digot ermen û siryan û êzidî filan di meha remazanê de li derve hurmeta xwe nîşan didan ji bo misilmanan. Tiştek wek eşkere û bêedeb nexwarin. Xwarina fitarê çêdikirin û badikirin me, emê mêvan dikirin. Digotin carinan ji me re digotin heywanek jêkin û werînin em pijartînin, hûn îşev mêvanê me ne ji bo fitarê filan. Ev Fam kirina ji mirovatiyê ye. Mirovatî çi ye dizanibûn
mijareke cuda ye.

Herwiha gava ku meha remezanê tê mijarên ku ne têkildarê remezanê ne yan jî mijarên ku rasterast pêwendîdarê remezanê nîn in tê vekirin. Lêxistina mirovan, tevgerên bi tund û şiddet filan sezayê remezanê nîn e. Riya rêz nîşandanê jî nagirê. Ev pirsgirekeke civatî ye. Ez jî her car qala vê mijarê dikim û li ser vê mijarê de disekinim. Mijareke cuda ye. Tiştên wisa komeleyên dejenere bûyî de her gav rojevê de sereke ye. Li gorî mirovahiyê tevgerîn nebe helbet insanên ji me gelek gelek pîstir hene. Em wisa riya wan nikarin biqetînin. Ev mijar bere bimîne kêliyeke dî.

Rojîgirtin ne ji bona fêm kirina bîrçîbûna mirovan e. Helbet mirov di vê mehê de rewşa insanên birçî fêm dike. Rojîgirtin jî weke nimêj û hac ibadetek e. Fermanê xwedê ye. Misilman ev e ku ji reb û ilahê xwe ewle ye. Her tişt û rewşa xwe li gorî xwedê eyar kiriye. Ji derûne xwe bi paşiyê tiştek nehiştiye. Xwe fedayî xwedayê xwe kirine. Ji xwedayê xwe re bêqeyd û bêmerc bawerî aniye. Ewan hemû ibadet jî tê de ferman û qedexeyên xwedê, agahdarkirinên xwedê bi zanebûnê difêrisînin û disepînin. Birçîbûn filan qet ne xema wan e. Ê ku wan giranî didin emrê xwedê ye. Babetên din kîtkîte ye. Dawiya wan heta niha nehatiye dîtin. Misilman fermanê xwedê bi zanêbûnê li cih tînin. Mesele ev e. Evdîtiya xwedê dikin. Ne evdîtiya nefsên xwe yên hezaran dikin. Yazdeh meh dixwin vedixwin napirsin çima em serbestin çawa dixwin vedixwin. Wisa jî napirsin mehek çima qedexe ye çima nikarin bixwin. Ev yek ezmûneke. Bi hezaran vexwarin serbest e em napirsin çima serbest e. Eynî wisa em napirsin alkhol çima qedexe ye. Bi hezaran goştên heywana helal e em napirsin çima wisa ye. Eynî wisa em napirsin çima goştê beraz heram e. Ewan hemû mînakên hêsan e ku min da. Eger em pirs bikin pirs naqede. Divê meriv samîmî bê ji dil û can bê. Ewan agahiyên zelal e. Ezmûnên mirovahiyê ye. Insanên ku yanzdeh meh li gorî kêfa xwe dixwin mehek xwe nikarin rawestînin an di rojekê de bîstûsê seat li gorî xwe xerç dikin seetek nadin ji bo ibadetê deh milyonê wan hebê milyonek bidin kesên ku hewceyê alîkariyê ne? Ji rebbê xwe re seatek nadin ku ew ewan afirandiye û hinartiye dinyê. Hinek mêjiyê xwe bişixulînin lawo. Heger heftê sal bijîn salek tenê ji bo nimêjê diçe. Û pênc sal jî ji bo rojîgirtinê biçe vaye şestûçar sal herî herî kêm şest sal ji we re dimîne. Ev qas kîbr û xurûr û îltimas bes. Serbest bijîn.



09.06.2017 05:36 | rûbar

31. ew ermenên ku demekî rêz li ber rojiya misilmanan digiritin û li derve xwarin nedixwarin ji hêla wan misilmanan ve hatin qetilkirin, kuştin û surginkirin. maşalla giş jî berdela qenciya xwe dîtin

mirovatî ne tenê li gorî berjewendiyên misilmanan e, li dinyayê mîlyar û nîv misilman hene yên dî ne misilman in û ne mecbur in ji halê we fêm bikin, 2 milyar mesihî hene û rojên wan ên taybet hene misilmanên me tu rêz nadin rojên wan ên taybet, tinaz û henekên xwe bi wan dikin lê wexta dibe rojên taybet ên misilmanan tavilê dibêjin divê hûn rêz li me bigirin. hahahha

rojî, nimêj û tewafa kabê, zekat îbadetên misilmanan in, ne yên mirovatiyê ne loma her kes mecbur nîn e pêk bîne, ji bo te xwudê gotiye goştê berazê heram e lê ji bo mesihiyan negotiye heram e, li gorî te dînê rastîn îslam e lê ji bo wî dînê rastîn xaçperestî ye, ger her kes bêje dînê min rast e loma divê her kes rîtuelên min pêk bîne yan na ez qebul nakim wê demê şer û pevçûn kêm nabe.

meha rojiyê xwudê dixwaze îtaeta te test bike, îradeya te test bike, xwudê nabêje tî û birçî be û êrîşî fitariyan bike. ger îmana te ne sist be, îradeya te jî xurt be yekî li ber ziyafet jî çêke divê ne xema te be. lê tiştê ku dikin egoya xwe tatmîn dikin, ji mecburî rojî digirin loma ruyê wan tirş e, bi kaprîs in tehamûlî xelkê nakin, ger hêza wan jî hebe êrîşî xelkê dikin.
li awropayê jî milyonan misilman hene ku rojî digirin, gelo dikarin li derve ji xelkê re bêjin em rojî ne li derve tişt nexwin venexwin? nabêjin. çima? ji ber ku kêmar in hêza wan bes nake yan na di wir de jî êrîş bikirana.



09.06.2017 09:03 | ferhenga şikestî

32. xwudê zane gelek kêfa min jê re tê.
lê van çend salên dawîn ji ber çend sebeban biçekî diljêmayî me.
yek ji wan sebeban, di serî nihat hatipoğlu, kesên derdikevin ser medyayê bi girî û ajîtasyonê hestên xelkê berovajî dikin, bi fitûyên betal û bêbingeh kirasên teng li dÎnê xwudê dikin û yek jî dibin sebeb ku êdî tehma civatên berê yên malbatî yên li ser sifreya fitar û paşîvê namîne.
berê li ser sifreyan civat hebû, niha axaftinên virt û vala yên şarlatanên medyatîk.
û yek jî ew misilmanên ku dibêjin qey xwudê dinya tenê ji wan re xuliqandiye, tim û tim rêzê ji rojînegiran hêvî dikin, tahde û eziyeta ku belkî xwudê bi xwe nede rojînegiran, didin wan.
salên din dihola nîvê şevê jî ez aciz dikirim, lê îsal dengê wan nayê min. ;)



09.06.2017 21:32 | endazer

33. ger mirov ne bi tenê be, mehek xweş e û biaramî ye.
ku mirov ne tenê be û beşek ji rojîgiran ne di moda "ez paşîvê naxwim yaw, pê aciz dibim bla bla" de bin, fitar û paşîva ku bi hev re tê xwarin gelek keyfê dide mirov. jixwe piştî birçîbûnek dirêj, tama xwarinan jî xweştir e.

mixabin her ku rewşa welêt xerab dibe, tama tiştên wisa jî namîne. him ji ber rêznegirtina mirovan ya ji hev re, him jî ji ber nakokiyên civakî.
piştî, remezanê cejn e, lê sed heyf û mixabin, ev çend sal in tama wê jî nemaye ji ber halê parçeyên kurdistanê. rojava, şerê xendekan, operasyonên sîyasî, rewşa başûr, drama êzîdiyan...
her tim sedemek heye ku kurd ji rojên xweş tamê nestînin.



09.06.2017 22:49 | simurg56

36. Gorî daxuyaniyên Suudiyan heyvika (hîlal) Remezanê ya 2018ê hê xuya nebûye ango * sib (16a gulanê) ne remezan e. Bi destûra xwedê meha remezanê/rojî 17a gulanê dest pê bike.



15.05.2018 23:53 | cûndûllah el-kurdî

37. doh dest pê kir.



07.05.2019 13:36 | roza

38. mîna hemû salvegeran, ev jî bi bîra min dixe ku emir çiqas bilez derbas dibe. hema li dora xwe dizivirim û dibînim dîsa hatiye ev meh.



07.05.2019 20:57 | simurg56

39. Bi xêr û bereketa xwe îsal jî me rûmetdar kir. Em gelek xweşbextin ku îsal jî gihîştin li vê meha pîroz.

Heger însan rûmetgir be û bi qur'ana pîroz re têkildar be ku ev meh meha qur'anê ye û dest pê verastkirina jiyana xwe li gorî ferman û qedexeyên qur'anê bike ewê bigihêje rizgariyê bi destûra xwedê. Çimkî ev meh firsend e, dilovanî û mîhrîvaniya xwedê di vê mehê bi taybetî roja qedrê bêsînor e.

Hêvîdar im ku em ji vê fersenda yekta kelk bigirin.

Xwedê li her kesî re bi xêr bigerîne.



09.05.2019 05:03 | rûbar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» meha tifikê
» remezanê silopi

Kategoriyên mijarê:: jiyan oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî