Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
edebiyat - tirşik
edebiyat
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: wêje)

hunera xweşkirin û şayîkkirina derbirîn û vegotinê..



21.05.2014 23:45 | endazer

2. di tirkî de bo wateya "wêje-literatur"ê, cara ewil ji aliyê şinasi ve hatiye bikaranîn. gelo peyvperestên "edebiyat", bo kurdî xwe dispêrin kîjan agahiyê, nizanim lê ev demeke pir dirêj e meraqan dikim. erê edeb, bo edebiyatê jî hatiye bikaranîn lê di kîjan "klasîk"ên kurdî de "edebiyat" derbas dibe?

ya rast ev e ku ne xema min e ku yekî rabe wêje an jî edebiyat bi kar bîne. ez bi xwe wêje bi kar tînim, kêfa min jê tê. yên dijî wê ne, dibêjin ew tê me'neya "peyv" nizanim di kîjan devok an zarvayê kurdî de bla bla...

bi ya min:
1. di kurdî de "wêjeyeke" zîncîre an jî berhemen wêjeyî yên şopînerên hev du ya sedsalane tune ye. min wiha dît. erê gelek helbestvan û nivîskarên me yên kevn ên hêja hene û xwedê wan bike cinetmekan. ew car caran peyv anîne wêjevanên berî xwe jî lê ekolekî xurt heye gelo? na. ez wiha difikirim. heta dema nûjen, wêjeyeke kurdî tune bûn lê heta dema nûjen, kesên hest û ramanên xwe bi kurdî û bi şêweyeke wêjeyî nivîsandine, bingeha wêjeyeke ava kirine. çawa bingeha malê bi serê xwe nikare bibe xanî, lê ji bo xaniyê girîng e, rewşa wan wêjevan jî wiha ne. tenê serê xwe ne "wêje"yekî ne. lê di nav wêjeyê de cihê wan gelek girîng e.

2. ji ber ku heta dema nûjenê wêjeyeke xurt û yekpare ya kurdî tune bû, tu kevneşopiya têgiheke jî tune bû. (teqlîda cureyên wêjeyî mesnewî û hwd. ji xwe ji malên xwe kevneşopiyeke anîne, ew ne tê de ne)

3. em werine ser têgiha "wêje"yê. herkes tazî tên vî dinyayê û di her temenê xwe de ji qumaş û perçeyan kincan çêdikin û li xwe dikin. her ku dihere hebûna malzemeyên kincan me'neya xwe diguherîne û dibe qûmaş. tu ji çi qumaşê çê bike, ferq nake, lê hebna malzemeyê winda dibe û hebûneke nû der tê. peyva wêje jî heman tişt e. kesên ku dibêjin "ew me'neya peyv/bêje ye". înkar nakim, lê wê dê hebûna xwe biguherîne û bibe kincekî û li bedena tiştên nivîsî yên estetîk rûne. hinekî sebir. veguherîn û mutaston û hwd dê pêk bê. ma tiştê hatibû ser têgiha "edebiyat"ê ne wiha bû? erê! edeb rabûn û rûniştin e, nezaket e, xwezanîn e hwd. piştî bû kincê nivîsên wêjeyî.

4. dê bibêjin çi hewcî ye, ji xwe edebiyat tê bikaranîn. qebûl bikin an nekin, ez ê jî heman tiştê ji bo wêjeyê bibêjim û li ser ve zêde bikim, wêje hema nebû şopa sîbera berxwedanekî dihewîne, berxwedana man û nemana zimanekî qedexeyî û di wê demê de kesekî rabûye, rast an na (bo "edebiyat"ê qasî têgiha "wêje(peyv/bêje)" dê çi lê bihata nizanim!), wêje pêşniyaz kiriye û hin kes girtine, hin kes red kirine, hinin dev jê berdane hwd, ne xema min e, heke niha di nav xwendekar û xwendeyên kurdan de dema tu bibêjî "wêje", tu bêyî fêmkirin, mesele li wir xelas dibe.

ez ne dijî peyva edebiyatê me, lê ez kesên ku dijberî "wêje"yê ne, fêm nakim. hinin weşangerên kurdî jî alîgirên "edebiyat"ê ne û bi ya min ev derçûna komplekseke ne-xwedîbûna kevneşopiyeke ye ku xwe dispêrin kevneşopiya zimanên tirkî û farisî! (ne derew bim, di farisî de jî edebiyat tê bikaranîn, ne wiha be min ji ber xwe avêtiye*)



11.09.2018 16:00 ~16:14 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» edebiyata kurdî

Kategoriyên mijarê:: weje perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî