1. navê kovareke Kurdî ye. di sala 1985an de dest bi weşanê kiriye. tenê 3 hejmar derketiye. |
|
06.03.2014 04:15 |
berxweda
|
2. belê, kovarek mîzahî bû bi kurmancî bû bi soranî û zazakî jî çend nivîs tê de hebûn. ji aliyê mehmûd lewendî ve dihat derxistin. kovarek baş bû... |
|
06.03.2014 11:55 |
mamostanısebin
|
3. kovara ku min nû bihîst û bala min gelekî kişandiye. sibe ez ê koverê çap bikim û ji serî heta dawî bixwînim û paşê binirxînim/parve bikim. |
|
06.03.2014 19:58 |
simurg56
|
4. yekemîn kovara kurdî ya mîzahî ye. berî 29 salan hatiye çapkirin. tenê 3 hejmar derketiye, min niha hejmara yekemîn da çapkirin û hema bêje qedand. bi rastî jî li gor wî wextî kareke baş derxistiye holê. zimanê wan xweş e, min zimanek evqas standartbûyî hêvî nedikir. |
|
17.03.2014 18:52 |
simurg56
|
5. kovara ku di hejmara xwe ya duyemîn de (1985) cî daye nivîseke hesenê metê; |
|
01.05.2014 12:54 |
simurg56
|
6. her wiha ew kovar e ku di hemû hejmarên xwe de, di nivîsa pêşgotinê de behsa pirsgirêkên xwe yên aborî kiriye û her kiriye... di hejmareke xwe de dibêje ku 1200 heb çap kirine, 800 ji wan hatiye firotin lê tenê pereyê 100 heban gihiştiye wan fîlan. nexwe, piştî 30 salan hê jî tiştek neguheriye. mixabin. |
|
01.05.2014 13:18 |
simurg56
|
7. li tirşik-danegehê jî peyda dibe; |
|
01.05.2014 14:49 |
simurg56
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |