Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ji der ve - tirşik
ji der ve
(0) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. li aliyê torê û omeryayê li şûna peyva derve tê bikaranîn. heta doh min ev bikaranîn şaş didît lê doh dema hevaleke min ê ku ji dêrika hemko ye di nav hevokekê de bikaranî bala min kişand û kêliyek dirêj min li ser vê gotinê fikirî.

heta vêga min gotina "der + ve" bi hev ve dizeliqand (enstûtiya kurdî jî wilo dike jixwe) û ji loma min digot qey gotineke şaş e. lê belê heke ku mirov ji hev bike û perçe bike tişteke wilo derdikeve holê:

ji + der (cihê ku mirov lê ye) + ve

ev tişt fikr û ramanên min serobino kir. min got: gelo bikaranîna rast ev e?

heke em mînakekê bidin.

ezê herim derve.

ezê herim ji der ve.

li gor vê mînakê bikaranîna ji der ve zêdetir nêzî mantiqê ye. lê heke ku em hinekî tevlîhevtir bikin;

ez ji derve têm.

ez ji ji der ve têm.

aha mifteya windabûna "ji" yê li vir bixwe ye.



li gor fikrê min bikaranîna kevnare û rast "ji der ve" ye. lê belê ji ber ku zehmetiya bilêvkirina mînaka duyem "ji" jê hatiye jêbirin û paşê "der û ve" jî ji ber ku "ve" bêyî ku "ji" tine be bi tena serê xwe bê wate ye bi hev ve hatiye zeliqandin.

(bnr: we go çi)?



06.03.2014 00:30 | oxir

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» derd û kulê tirşikvanan

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî