1. trî yan tû baş tê esirandin û dûvre tê kelandin. |
|
03.03.2014 02:46 |
dara berrûyê
|
2. dimsa midyadê zahf xweş e.. |
|
07.03.2014 18:32 |
mamostanısebin
|
4. diya basîqê ye |
|
07.03.2014 19:06 |
kevçiyê dil
|
6. Viagraya jina ye. Li torê dibêjin: dims hemeta quz.. |
|
12.03.2014 21:29 |
janbarblues
|
7. Her wekî ku tê zanîn dimsa torê bi nav û deng e lê dimsa herî xweş li bajarokê 'xelîla' yê ku bi 'kerboran'ê ve girêdayî ye tê çêkirin. |
|
25.12.2014 15:35 |
berkeno
|
8. (bnr: mot) |
|
25.08.2016 21:29 ~21:31 |
havka
|
9. Kabûsa zaroktiya min e. Diya min her sibe bi zorê kevçiyek bi me dida vexwarin biborin lê eyq :(( |
|
25.08.2016 21:32 |
biaqila malê
|
10. bi taybetî jî bnr dimsê tûyameriv dikare bi dilekî rihet bibêje ev dimse, xwarineka girane meriv hîn nebûve meriv nikare bixwe.., ji tendûristiyêre gelek başe ez ne şaşbim di serîde ji zerikêre lê wekî hertiştî çiqas başbe hewqas jî dikare nebaş bibe divê meriv zêde nexwe |
|
25.08.2016 21:42 |
shorbevan
|
11. Peyva ku dema fêr bûm ji erebî hatiye wêran bûm. wey li minêê êdî evîna mast û dims jî bû derew. |
|
20.04.2021 20:13 |
navîgiranmezelîwêran
|
12. dimsê baş çawa bê têgihîştin? |
|
20.04.2021 20:37 |
bilbilê dilkul
|
13. Ji bo nexweşîya kêmxwînbûnê ( anemia) dermanek sereke ye. Ji alîyê hesin gelekî dolmend e. Lê ji bo meriv fêde jê bigire divê bi pirtiqal, leymûn an jî bi fêkîyên bi vîtamîn C re bê xwarin. |
|
20.04.2021 21:15 ~21:15 |
pîroz
|
14. dims/132313 hevala navîgiranmezelîwêran dev ji vê kompleksa xwebiçûkdîtinê berde jkx. Peyvek di erebî de derbas bibe ew nayê wê wateyê ku peyv ne Kurdî ye. Dibe ku ji Kurdî jî derbas bûbe Erebî. Yan jî ji Ermenî derbas bûbe herdu zimanan, mirov nizane. Erê erebî zimanekî qedîm û bi bingeh e lê di navbera zimanan de her danûstendin çêbûye û dê çêbibe jî. |
|
21.04.2021 09:34 |
xabûrî
|
15. dims/132336 ger di du zimanan de heman peyv hebe ji bo mirov bizane kê ji kê stendiye, bo nimûne ger di kurmancî û erebî de hebe, divê em di zimanên îranî û samî de li hevwateyên peyvê binêrin. dims bi farsî شیرە (şîre) û ملاس (melas), bi tacîkî мелас (melas), bi peştûyî دال (dal) e. dims bi erebî دبس (dibs), bi îbrî îbrî דבש (dibeş), bi aramî debşa. yanî xuya ye ji erebî ye. ji bo guherîna b-yê bo m-yê nimûne: bisilman ji erebî misilman, bizmar ji erebî mismar. |
|
21.04.2021 10:18 |
keyomerd
|
16. li xarpêt û erzinganê ew peyv tinne ye. |
|
21.04.2021 12:00 ~12:02 |
cinorek
|
17. Peyva ku kompleksa nivîskarekî derxist holê. dims/132336 hevalê xabûrî diyar e ew bixwe di kompleksa xwe biçûk ditîne de ye. Heyran niha yek bêje "kompleks" fransî ye xwe biçûk dîtin li kudera ew hevokê ye? |
|
21.04.2021 14:47 ~14:52 |
navîgiranmezelîwêran
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |