Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 71 peyam
hêjîr - tirşik
hêjîr
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cureyeka daran û fêkiya wê ya xweş e. gelek cureyên vê fêkiyê li kurdistanê çêdibin.



03.03.2014 02:34 | endazer

2. bi farisî încîr.



03.03.2014 02:35 | dara berrûyê

3. tişta ku beriya heftiyekê li ser otobana dîlokê, min û mamên min û pismamê min, me ji 15 kêloyan zêdetir berhev kir û anî amedê *

mamê min ku li ser otobanê li ku, darê kîjan fêkiyan heye dizan, me li cihê hejîran peyar kir û em ketin nêv de. ger polêsan me negirtiba me yê daran ji kokê rakiriba *



14.08.2014 17:46 | brusk56

4. (bnr: hêjîr)



14.08.2014 17:49 | karmatî

5. (bnr: hejîr)



li emrûd û xursa bi qoserê ve girêdayî zêdetirî 50 cureyên wê hene.



14.08.2014 22:41 | berxweda

6. yek ji fêkiyên cennetê ye. Di Quranê de Xudê teala pê sond dixwe. Ji min wetire hejîrên herî xweş hejîrên bêhnatî ne.



01.02.2015 00:53 | seydayê_peyvan

7. (bnr: dar hejîrokê)



01.02.2015 21:06 | hûteheftserî

8. Fêkiyeke hêja ya yên hişkkirî jî gelek bi tam in. weke din rêçala wan a bi guzan ve tê çêkirin jî hêjayî behskirinê ye. Ez hinekî din behs bikim divê biçim bikirim loma evqas bes e.



01.02.2015 21:14 | azadixwaz

9. di baweriya misilmantîyê de fêkiyek pîroz e, ji ber ku xwedêyê misilmanan li ser hêjîrê sond xwariye û gotîye:



التين والزيتون



19.03.2015 19:18 ~2015.03.27 01:58 | remlavêj

10. (bnr: xudayê ku li ser hêjîrê sond dixwe)



27.03.2015 02:16 | vêca çiyeeee

11. fêkiya ku ji fêkiyên xwedê fêkiyek e. di quranê de li serê sond hatiye xwarin ji ber ku di wê demê de ji bo erebên çolê weke xurmê, weke zeytûnê tişteke giranbiha bû. yanî li gor îslamê kartol çi be, pîvaz çi be, hêjîr jî ew e. ji ber ku hemûyan jî xwedê çêkiriye

(bnr: sondên quranê)



27.03.2015 10:08 | ceso

12. Fêkiya wextê wan e. Li dehlika bavê min de yeke du-sê salî heye û hêjirên wê jî pir xweş in. Diya min nikare dev jê berde û biçe dereke din. Hê biçuk e, heta dara wê mezin bibe emê ihracata wê bikin*.



06.09.2015 16:40 | azadixwaz

13. Weke tirî fêkiyeke havînê ye. Nava wê tije tixûmên biçûk in û tehma wê şêrîn û xweş e. Fêkiyên wê dihên hişkkirin jî. Rîçala wê jî çêdibe. Bi taybetî pir ji bêhna dara wê hez dikim.
Edît: em wek hejîr bilêv dikin.



13.09.2020 20:12 ~20:15 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» hêjîr

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî