Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
rûdaw - tirşik
rûdaw
(4) (4) (8)
di mijarê de bigere

1. (bnr: rudaw.net)



28.02.2014 15:34 | berxweda

2. turksatê frekansa dijle tv de weşan dike



28.02.2014 15:42 | kaaqil

3. (bnr: ridan)



28.02.2014 19:09 | dastanekkevin

4. (bnr: rudaw tv)



30.03.2014 19:12 | simurg56

5. rojnameya ku çûye bi keça (bnr: ernesto che guevera) re hevpeyvînekê kiriye. keça ernesto ya bi navê Aleida Guevara eşkere kiriye ku bavê wî demekê hatiye rojhilata navîn. li ser doza filîstînê xebatan kiriye. li heleb û şamê bûye mêvanên kurdan û di pirtûkeke xwe pesnê mêvandariya kurdan jî daye.

http://rudaw.net/kurmanci/interview/09052014



09.05.2014 22:26 | oxir

6. rojnameya ku dijminatiyé bi kurdî dike



09.05.2014 23:02 | renas

7. Heke bi taybetî qenalek bi zaravayê kurmancî weşan bikin, texmin dikim bandora wan ser kurdên herêma bakur, rojava û rojhilatê zêde be, weşana wan navneteweyî û bikalîte ye.



09.05.2014 23:56 | mîr

8. grûba çapemeniyê ye ku asta rojnamevaniyê bilind kiriye.

her çiqas ez ji weşana wan zêde hez nekim û alîgir jî bibînim, weşana malpera wan, kovara wan û televîzyona wan ji hemû platformên din yên kurdî baştir in.

qet nebe behsa hemû parçeyên kurdistanê dikin û ne tenê behsa siyasetê dikin.

her wiha weşana wan ya îngîlîzî jî gelekî girîng e.



10.06.2014 19:13 | simurg56

9. yê ku êdî ji miriyên pkkê û ypgê re dibêje "şehîd"...

her wiha avestakurd jî van rojan heman zimên bikartîne.

bawer dikim ku ev guherînên çapemeniya kurdî dê tesîrê li siyaseta kurdî jî bike...



25.06.2014 18:41 | oxir

10. kanalÊ KU DI QADA ÇAPEMENIYÊ dîtbarê ya kurdan de gelekî serkeftî ye. bi taybetî bi rêya nûçeyên xwe yê qala çar aliyê kurdistan û kurdnişînan ve pîrozbahiya min kişandiye xwe. hele di van rojên xirab de bi deng û basên xwe yê qala çiya şengalê û êzdiyên reben ve pirtir tebrîk heqê dike. lê tevgerên wan a li hemberî rêxistinên gerila ji ya hikûmeta kurdistan xwe cudatir dide xuyakirin --her çiqas gerîla jî di vê mijarê de ne reben be jî-- ev bi mottoya wan a bêalîbûn/alînegirê re nakokî dide hev. heger wan dibêjin em bbc-ya kurdî nin(û peyvê wan ev e) wê demê têkiliya tirkiyê û bbc-yê ku ji çalakiyên geziparki vir de çawa ye û tevgerên bbc-yê ya li hemberî êrîşên çapemeniya hikûmet-aliyan çawa bûye baş temaşe bikin. (êê madem hun ketin weşana bi tirkî hinekî dersê xwe bixebitin)



bi saya wan soraniya xwe berfireh kirim. xwendina xwe ya rengtîpA EREBIYÊ JÎ DI HEMAN DEMÊ. JI BER KU HIM KURMANCÎ YA BI LATÎNÎ RE TÊ NIVÎSÎN BIKARTÎNIN HIM JÎ PIŞT RE NIVÎSA SORANÎ. LÊ BI TAYBETÎ DI NÛÇeyên wan a bi navê bepele yê ku tê bilez a kurmancÎ YA QALA NÛÇEYÊN ŞENGALÊ DI RÊÇA HEV DU NEDIÇIBÛ. HETA MIN DIXWEND ÇAVÊN MIN DIRJIYA BER MIN. HIM JÎ YÊN EREBÎ tu dibêjî qey ji latînî zûtir diheRÎKIYA.



ALIYÊ DIN SERKEFTIYA WANA YEKÎ DIN EV E KU SORANÎ-AXÊV Û KURMANCÎ-AXÊVAN BI HEV RE HEMEN DI HER BERNAMEYAN DE DIAXIFE. EV HELWEST ÇIWAS DIHERE KÊFA MIN NIKARIM VEBÊJEM. EM, KURDÊN BAKUR ELIMÎNE KANALÊN PKK-ALÎ KU JI XWE HEMA DI VÊ MALPERÊ JÎ REXNEYÊN NEYÎNIYê ya bikaranîna kurdiya wan hatiye kirin, nêrîna me ya kurdî gelekî nebaş kiriye.



gelek sipas û gelek serkeftin wan re.



10.08.2014 22:58 | biruya hayao miyazaki

11. li gorî nûçeyek min xwendî kanalê ku ji aliya îstihbarata tirkîye ya mit'ê hatiye avakirin e. Demekek dişopînim lê bawer nakim ku rast e. beşa soranî bi tipên latinî bibuya heta anha min xwe bi xwe soranî hîn kiribû. mixabin tîpên erebî ber bi hînbûnê asteng e.



10.08.2014 23:14 | bêhûd

12. malpera ku gellek caran şîroveyên min naweşîne.

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2009201415

minak li vê nûçeyê binêrin. sernivîsa wê “Şervanên YPGê ji me re gotin zû birevin çekdarên DAIŞê nêzîk bûne” wisa ye. gotina keseke kobanî ku penaberÎ bakur bûyî kirine sernivîs. gelo kî dikare ji bo vê sernivîsê dikare bêje "bi niyeteke qencî hatiye nivîsîn". min li şîroveya xwe behsa hetikîna şengal û maxmûrê nekiribû. min ne çêr û sixêfan ne jî rexneyên tund kiribû, min tenê mebest û wateya vê sernivîsê pirsî bû lê belê camêran şîroveya min neweşand.



21.09.2014 21:19 | oxir

13. hem pê qeliteya xo hem zî bi stila xo ya dûrî yan kêmî partizanî; merdim şeno vajo ku; tekane kanalê tv.yê kurdî yo ku bi awayê profesyonel weşan keno.



21.09.2014 22:00 | cherkodimili

14. https://www.facebook.com/video.php?v=881382745213297&fref=nf

li hewlêrê komek kurd ji bo êrîşên daîşê yên li ser kobaniyê protesto bikin li cihekî tên cem hev, nûçegihaneka rûdawê jî ji bo bûyerê bişopîne Û ragihîne tê cihê bûyerê, bi xwepêşandarekî ji nav girseyê re hevpeyvînê çêdike.. ê ku diştexile rexneyan li weşanên kanalên pkkê digire û dibêje ya ku hatî serî şingalê îro hat serê kobaniyê jî filan.. tam di wê gavê de girse êrîşî wê xwepêşanderî dike, pişt re ji nav girseyê çend kes bi destê xwe heta çend kêliyan kameraya rûdawê tarî dikin..

tabî neelimîne televîzyonkariya profesyonel, ew li hêviyê ne yekî wekê berfîn hezîlê rahêje mîkrofon û kameraya xwe here ser sînorê rojava û bakurê kurdistanê û ji xelkê re bêje, hûn ê kobaniyê bihêlin û bi kû ve herin? hûn ê bi kû ve birevin? çima hûn naçin kobaniyê naparêzin..



21.09.2014 23:10 | endazer

15. tvya ku ji ber ku riya kal, pîr û zarokên ku ji rojavayê reviyane negirtiye û ji wan pirsa "hûn çima direvin, hûn çima axa xwe naparêzin?" nekiriye; divê were çeppikkirin.



22.09.2014 15:01 | simurg56

16. gerÊ ev salÊ xelata rojnamevanÎyÊ ya "musa anter" here rojnamavanekÎ rudawÊ. lewra hevpeyvineki 'serketÎ' lı gel teröristên daiş Ê re kiribun.



22.09.2014 15:31 | azad30

17. bi qasê nîv saet berê naha, tv ya rûdawê dûr û dirêj derheq cîwarên ku tirkîye dixaze bike cîwarên bê firîn û tampon behs dikir. û ji dinê jî çend qisse dida ku ev dewerên bêfirîn û tampon ne tiştekî xirabe. lê mixabin îro 15 roje agir li ser pişta kobanê hatîye dadandinê, dîsa jî wisan dixûyê ku qet xema camêran nîne.



01.10.2014 20:07 | xulam

18. li gel hemû rexne, reşkirinên û piştgiriyan; êdî di medyaya kurdî de xwediyê cihek girîng e.



29.10.2014 22:16 | simurg56

19. malpera ku îro di nava nûçeyekê de cihê qoserê "qizil tepe" nivîsiye...qet nebe di nava kevanê de "qoser" binivîsiyabû baştir dibû..



29.10.2014 23:10 | havka

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rûdaw türkçe

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî