Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
guhîj - tirşik
guhîj
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Crataegus oxyacantha.

http://i.hizliresim.com/K6G179.jpg



27.02.2014 19:30 | dara berrûyê

2. Weke gwîj jî tê zanîn.bi tirkî ez dibe heme dibêjin 'ardiç'. Payìza digihin. Berê dema ez zarok li gund dixistin nav kayê da xira nebin û wilo heta zivistanê dihatin hilandin.



14.04.2014 23:14 | birho_fîlo

3. cureyek dara merx e ku di dawiya havinê an di destpêka payîze de fêki ya wê tên xwarin....guhij, gijok, gohîj..hwd jî dibêjin ku tama wê tirş, şerîn û mize ye..



15.04.2014 04:14 | havka

4. yek ji xweştirÎn fêkiyê zarokî û feqîriyê ye, li cizîrê gireke bi navê cehfer sadiq heye, carê cihe seyranê bû, havînan her maleka halûwextxweş radihiştin selik û sepetên xwe yên seyranê û dihatin vir seyranê.. axirê li vir gelek darên guhîjan hebû û dema em kiçik ez û çend pismamên xwe yên hevalên min ê zarokaniyê em dihatin vir guhîj diçînin dixwarin û bi xwe re dibirin malê..

par dema ez çûm cizîrê ez çûm ser vî girî ku li pişt gir gundeke kavil bi navê qafilqirê heye, ji bo bîranîn û serpêhatiyên xwe yên zarokaniyê nû bikim, bi bîr bînim, j, ber rêya hawîrdorê (çevre yolu) ya li biniya girî tê çêkirin, her der di nav toz û tirabêlkê de mabû, heta çeşmeya li gir jî hema bêje miçiqî bû..



15.04.2014 18:31 | endazer

5. fêqiya ku payîza dereng digihe û dibe debara zarokên ku diçin ber dawar û pez. dema ez zarok bûm, wexta ku gavan û şivan êdî dawar û pez bilavê gund dikirin mecbûr em diçûn ber ajalan. carinan diya min taştê nîvro dereng dianî û gihîj dibûn xurînî ji bo min. gihîj nebûna sitara min jî nedibû wele.*



09.03.2020 16:20 | xelîl

6. fêkîyek tam mizeyte. yanî tama wê navbera tirş û şirînahî de ye. qasî mirovan heywan jî hijê diikin. deybav ji zarokan re, şivan ji pez re, hirç û beraz ji xwe re darê diweşînin.



09.03.2020 17:46 | hespêsor

7. Fêkiyeke ji aliyê şiklê xwe ve dişibe sêvan, lê ji aliyê tehmê ve ji sêvan xweştir e. Di serê payîzê de wan çêdibin, di meha îlonê de. Bi taybetî li Mêrdînê gelek in. Li bazarê jî tên firotin lê zewqa berhev kirina wan ji tehma wan xweştir e.



09.03.2020 19:36 ~2020.09.12 08:36 | xabûrî

8. Dimilkî: simze
Ez zaf na fêkî ra hes kena. Dewa ma de yew dara simzêr daranê bînan ra hina rew dirsaynî. Ez her roj tira winîyaynî. Ma na dar ra vatenî “dara şuwana” Emrê na dar zaf o. Ez wana qey 200 (Disey) serr emr kerda. Hama zî simza gêna û ez bi kêfweşî fêkîyanê ca wena.



10.03.2020 19:59 | kajav

9. Nizanim dara wê ji dendikên wê hêşîn dibin yan tên firotin



02.10.2020 00:42 | afa

10. Dara guhîjan ji guhîj şîn dibe.
Wisa xûya dike:
Here lînkê
Lê wextek dirêj lazîm e ji bo mezîn bûna wê. Terhikên wan jî ten firotin.



02.10.2020 06:41 ~06:42 | cinorek

11. li nîvkada bakur, li ewrûpa, asya û amerikaya bakur çê dibin.
bi latînî CARATAEGUS e.
Here lînkê

li cîhanê 200 cûreyên wan hene ku rengê wan jî ji hev cûda ne. mînak li herema torê yên zer şîn dibin.
mirov ji tehma wan têr naxwe, ji niha de grîza devê min herikî *

bnr: nivîskarên ku divê di rojiyê de entryê xwarinê nenivîsin

wîkîpediya: Here lînkê



09.05.2021 17:45 ~17:45 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» guhîj

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî