Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bi kurdî her tişt mûbah e - tirşik
bi kurdî her tişt mûbah e
(6) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. vatandaş bi kurdÎ biaxive Û her çi diaxivî biaxive. dixwazÎ sÎyaset, dixwazÎ seks.

(bnr: apocÎyÊn kurdÎ diaxivin rind in)



23.02.2014 15:01 | cinorek

2. (bnr: bi kurdî biaxife geleg biaxife) nexweşîya kemalîstan



23.02.2014 15:05 | azad zagros

3. bi rastî, sernivîseke rind e. bi alîyê nivîskarekî dijberê pkkê ve vekirina wê jî rind e. lê ya ecêb, nivîskarê ku ev mijara vekirîye, 4 salên di zaningehê de qet peyveke bi kurdî di devê wî derneket. heta, li ser de, kurdbûna xwe jî ji me re eşkere nakir. ez di tirşikê de hîn bûm ku ev kesa kurd e.



(bnr: tenê di înternetê de kurdîtî nabê)

(bnr: xwandekarên di zaningehê de bi hevalên xwe re kurdî diaxivin jî rind in)



23.02.2014 15:16 | nazim tolhildan

4. hemin wusa ye (bnr: bila sor be pênc quriş zêde be)



23.02.2014 15:40 | nazim tolhildan

5. derewekê hanê ye. kurdî hêlîn e û tenê ji bo çûk û çiwîkên xwe yên delal re cihêt wê heye. ji kerema xwe herin û aa yê binêrin, û bipirsin mîna hamletê bavkuj: gelo bi kurdî her tişt mubah e ya na.



21.01.2018 14:08 ~14:10 | biji serok ursula l guin

6. Ne her tişt, lê gelek tişt mubah in.
Televîzyon j'nuv re hatibû gundê me. Hingî Tv haram bû. Piştî qenalên kurmancî derketin, îda tv helal bû û bi awayekî ecêb meşrûiyeta xwe stand.



18.04.2018 02:13 | gumgumok

7. Ji bo ku kesek kurdî biaxive û behsa kurdbûnê û sîyasetê bike , ew dem kurdî nahêle ku gotinek ne rast ji dev derê.
Yên ku xayîn û bê rûmet be ev rêbaz kêrr nayê.



11.04.2020 16:18 | brzn

8. temam em kurd in, kurdî jî pîroza me ye û divê em li her alî ve pêş bixin. lê divê mirov tu tişta jî wisa mezin neke û ji armanca wê de dernexe ku heya dibêjî her tişt mûbah e. nexêr her tişt mûbah nîne.
ji bo kurdên wek tirşikvanan kurdî dijîn dixwazim wê bêjim; kurdî jî wek ingilizî wek spanyolî wek erebî zimanek gel e ew qas. ku tu kurdî diaxivî tu xwe wek qehremanek bihesibînî ew xelet e.

wekî din ji bo yên ku hêj nebûne kurd jî dikarim wisa bêjim wegerîna we ya civata kurd, yanî ku axaftin/nivîsîn/jiyîna we ya bi kurdî ne qehremaniyek e. ew mecbûriyete divê ev bê famkirin. bila, pêşiye hinek tolerans heye ku heya xwe di nav civakê de dibînin lê ew qas.

notek taybet: hûn dikarin bêjin karek me heye, em dixebitin, diwestiyên û bi tirkî jiyana me didome, hewce nake em ew qas xwe bi kurdî ve mijûl bikin, pirtukan werdigerin, textên filman wedigerin, bar dikin web siteyan çêdikin û hwd. ji bo wan kar û keda hûn dikin ez pir kêfxweş im û spasdar im. dizanim zehmet e jî. ez wê keda we wek tiştek biçûk nabînim, xelet fêm nekin. rêzê lê digrim. hêvîdarim yên wek we bêhtir bin.



11.04.2020 18:43 | de facto hozan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdî wenda dibe gelo ?
» her roc çend qisey bi zonê zazakî/kirdkî
» tiştên ku mirova aciz dike

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî