Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
bila taybetmendiyên me biteqizin ji tirşikê - tirşik
bila taybetmendiyên me biteqizin ji tirşikê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi xwedê bes e lo bû çend hefte ye ku em hemû nivîskarên tirşikê li qûna taybetmendiya hevudu zeliqîne, di bin navê xwe-paqijkirinê de em hevudu diqehirînin û ev yek jî ji bilî polemîkan bi kêrî tiştekî nayê.

bes e we enerjiya xwe û kurdiya xwe ya ji şîr û şekirîn di rêya berxwedaneke bêwate de hetikand bi xwedê min dil heye ku tiştên nû û kêrhatî hîn bibim.

ma pirr tişt dixwazim?? dengê min tê we?



21.02.2014 22:04 | ferhenga şikestî

2. EZ JÎ DIBÊJIM EM MIJAREKA BINAVÊ TAYBETMENDIYÊN KARAKTERÎSTÎK YÊN SEMPATÎZAN Û DIJBERÊN PKKÊ VEKIN..eMÊ HEFTIYEKA XWE BIDIN VÊ MIJARÊ JÎ. pIŞTÎ WÊ XWEDÊ MEZIN E. EMÊ PIŞTÎ VÊ MIJARÊ VÊCA HIN MIJARÊN DÎ JÎ VEKIN..



21.02.2014 23:28 | nan û av

3. polemÎk baş in, baş..

haveynê platformên wekê tirşikê ne..

ev du roj in min li ber destê xwe tijî çerez kiriye û seyra hevalên sempatîzan yên ku wekê çûkekî serîjêkirî di nav qalib û klîşeyên xwe yên bêhnpêketî de diperpitin, dikim..

hem saya serê van polemîkan ev du roj in, peyamên ku di tirşikê de rojane tên nivîsandin di bin 200 peyamî nakevin, ev ji bo tirşikê rekoreke nedîtî ye..



21.02.2014 23:32 | endazer

4. daxwazeke bêîmkan e. ji ber ku, li hemberî kurdan, dîsa kurdan zêdetir kî dikare dijmintîyê bike... jixwe moderator jî vê yekê naxwazin ku peyamên tirşikê kêm nebin.



22.02.2014 11:42 | nazim tolhildan

5. ji ber ku şereke durist ji aştiyeke derewîn çêtir e; ne pêwist e.

dema me hev û din baş nas kir û fêhm kir, û me karî fikrên xwe yên herî xef û bêedeb yên derbarê hev û din de anî ziman, encax belkî wê demê em bikarin yekitiyek li ser bigeheke saxlem ava bikin.

lê tabî peyamên me tije agahî û fikrên resen bin û kesên dixwînin tiştek nû jê hîn bibin baştir e.



22.02.2014 17:24 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» bila di tirşikê de jî kota jinan hebe
» taybetmendiyên devoka goyiyan
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî