Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
li dêrika çiyayê mazî'yê gotina 'û'yê - tirşik
li dêrika çiyayê mazî'yê gotina 'û'yê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. şûna û'ya ku ji bo du tiştên wek hev bi pev re bê bikaranîn, tê bikaranîn 'o' tê bikaranîn.



mînak: amed o dêrika çiyayê mazî du navendên cuda ên kurdîstan'ê ne



(bnr: şûna 'û'yê bikaranîna 'o'yê)



16.02.2014 19:04 | mergehez

2. ecêba xwedê ye ku heta niha min nebihîstiye. li sêrtê 'o' şûna yê/ya tê bikaranîn carina.

yanî ger dêrikî bêjin "navçe o bajar" wê sêrtî weke "navçeya bajêr" fêhm bikin.



16.02.2014 21:48 | simurg56

3. Ev pazdeh sal e ez bi sêrtiyan hevaltiyê dikim hîn û hîn em bi hin gotinên hevdu dikenin.



05.03.2014 10:48 | hemdilaarda

4. li mêrdîn, şemrex(mazıdağı), qoser, dêrik ev tê gotin.

mîsal: mem o zîn, şengê o pengê, ....



05.03.2014 20:09 | dara berrûyê

5. Ji dêlava "û" ya standartad, ango ya ku tê wateya "and" de tê bikar anîn. Ez ne dêrikî me, em ji stewra mêrdîn in lê belê di axaftina xwe de, em jî dibêjin "o". Li ba me "û" nayê bikaranîn.



20.04.2021 01:18 ~11:20 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» dêrika hemko
» çiyayê kurmênc tv
» gotina rast sondan naxwaze

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî