Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
xwîna herikî ji bîra kê diçe - tirşik
xwîna herikî ji bîra kê diçe
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ristek ji ristên helbesteka arjen arî ye.. yek ji xweştirîn rêzika helbesta kurdî ye..



16.02.2014 01:51 | endazer

2. Hevokeke, kurdên dijber ji bo gêrîlayên PKK'ê dibêjin e. Lê gotineke vikûvala ye û gotinê ve tenê dimine.



16.02.2014 08:01 | nazim tolhildan

3. kî ji ber çi û bi çi armancî bikar tîne nizanim lê şairê helbestê arjen arî, dixwaze bêje ku, xwîna ku av û av çûyî ya vî gelî wê tucarî neyê jibîrkirin,



''kirasek berfim vê zivistanê

kûr-kûr dibarim li Dara Hênê

ewro vebe l'me, ezmano vebe

egîdek birîndar e li vê da hanê!



Mi

hee

mee

dooo!



vê da hanê pêsîra Pasûrê

qeşa girtiye, ba lê dizûrê

şivano! bişdîne têla tembûrê

Mihmedo bêje li wê da hanê



Mi

hee

mee

dooo!



vê da hanê dûr e ji wê de

vê de Gebar e ji min û Xwedê de...

Herakol e vir, wirtir Cudî ye

şivano, derbê cihê xwe diye!



Mi

hee

mee

dooo!



vê da hanê qeraxa Mûnzir e

Dêrsim şahid e ku doz nemir e

xwîna herikî j'bîra kê dire...

Mihemedo bêje vê zivistanê



Mi

hee

mee

dooo!



Mihemedo egîdek bênav e

ijde salî de xortek berzave

bistire, Zozan bike serhawe

qaqebxo divê, lo law me dijmin diye!''



koma dengê azadî - mihemedo : http://www.youtube.com/watch?v=zzZ8aysfV6I



16.02.2014 22:21 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwîna spî
» herikîna hişê tirşikvanan
» bîra
» kêl û vêl

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî