1. z. 1867 Silêmanî − m. 15'ê pûşperê 1950 li Silêmaniyê) helbestvan, rojnamevan û rexnegirê kurd bû. |
|
14.02.2014 17:32 |
xwelî li ser
|
2. rewşenbîrekê kurd ê bi soranî nivîsandiye. bi navê wî yê rast tofiq begê mehmudaxayê hamza axazê mesref e. li ser folklora kurdî gelekî xebitiye. helbesta wî ya bi navê em rojî salî taze ye newroze hatewe bûye sirûda newrozê. |
|
27.06.2014 18:47 |
xendekî
|
3. helbestvanê vê çarÎnê: |
|
17.09.2014 20:50 |
xendekî
|
4. helbestvan û nivîskarê kurd ê di vî wêneyê jêr de bejn û bala xwe nîşanî me dide ye: |
|
30.03.2015 09:41 |
xendekî
|
5. Xemxwarê kurd û kurdî û kurdistan, yek ji pêşengên nûjeniyê, nujenxwaz û hişazad û meşrebfire û helbestkarekî nûjen e pîremêrd. Di destpêka sedsala 20emîn, di dema nûjenîzm û ronakbûna civaka tirk de li stenbolê bûye. Di nav ekola servetî funûn de qedrî wî pir dihate girtin. Heval û destbirakê recaizade mahmut ekrem û tevfik fikret e, bi navgîniya tevfik fikret bi rewşenbîrên kurmancîaxêv wekî abdullah cevdet, memdûh selîm beg nas kiriye û piştî ku dikeve nav civata kurdên pêşverûyê stenbolê jiyana wî kitebikit tê guhertin. piştî dewra xwe ya stenbolê vedigere silêmaniyê û dest bi xebatên kurdewariyê dike û ta niha bandorek mezin li ser nifşên ku li pey hatine hiştiye. |
|
30.03.2015 14:55 |
ceso
|
6. hevbestvaneke soraniya kurdî ye. demekê li colemergê kaymekamtî kiriye, dû re diçe stenbolê û haya wî li vir ji nûjen û nûjentiyê çêdibe û helbestên nûjen dinvîse. jixwe yek ji destpêkerekî rêbaza nûjen tê dîtin di wêjeya kurdî de. dema ku li stenbolê dijî di komaleyên kurdan de dixebite û di gelek rojname û kovarên kurdî de dixebite û nivîsan diweşîne. dîwaneke wî jî heye. |
|
02.01.2016 02:08 |
subasi842
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |