Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rexnedîn - tirşik
rexnedîn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji mêrên ku rexneyên boş û beredayî, pûç û vala dikin re tê gotin.*

teorîsyen, zanist, zanyar, civaknas, hunermend, rewşenbîr û profesorên ku di nava civaka kurd de wekî komîserên tasfiyeyê tevdigerin.

rexnedîn abêler rojê pênc danan diaxivin, sÊ danan ditemirin. di axaftin û temirandinê de mebesta wan tenê ew e ku em hemû xwe bikujin, ji ber ku hêvî tune, camêrî nemaye, her kes dixapîne, ker kes her kesî bi erzanî û belaşî difiroşe... (bnr: qûna kerê)...



13.02.2014 02:02 | zero

2. yanî dînê rexneyan anku kesê ku dîn û îmana wî rexne ne..

tenê ji bo mêran tê bikaranîn, bikaranîna wê ya ji bo jinan ne mimkun e.. *

ev cins û cureyê mirovan her newekirî ne, ji heqê xwe ne razî ne, qîma xwe bi tu tiştî nayînin, şik û gumanê ji her tiştî dikin, dilê wan tim û daîm xişûş û wasewas e, bi tez û teoriyên komployê nêzî her bûyer û meseleyekî dibin, li gorî wan tu kes nemriye, ehmed kaya hêj sax e û li parîsê dijî, heta kurê xalê wî li parîsê dijî û di liqunteyekî de firaxan dişû, wî rojekî li kolaneka parîsê ew bi serê çavê xwe dîtiye, her kes bêbext û xayîn e, bawerî bi tu kesî nayê, divê mirov pişta xwe nede tu kesî, ji bo nimûne, kemal burkay zilamê dewletê ye, ew qas sal ew qas pirtûk ji bo xêr û xizmeta dewletê nivîsandin û niha jî ji bo ku îtîbara partiyê bike pênc pere û seba partiyê li cem dewletê bike, hatiye tirkiyeyê, barzanî xwefiroşek li dera hanê ye, dikare ji bo pere û berjewendiya xwe ya şexsî her tiştî bifiroşe, kurdîtî û kurdistanî li ber çavê wî hîç e, ew qas ligel bavê xwe mil bi mil li dijî seddam û rejîma beas, ji bo berîka xwe tijî bike şer kir û xwe da pêş merg û mirinê, ji xwe zikê wî ji destkeftin û serkeftinên li rojavayê kurdistanê yên bi destê partiyê htine bidestistin, diêşe, ji ber ku kerba xwe lê veke û heyfa xwe jê hilîne, dergehê sêmalka bi ser rojavayê kurdistanê de girt..

yanî çi?, yanî mjar û pênaseya mijarê nagunce û bi hev nake, xwezî her kurdek rexnedînek bûya, çimkî heta ku di nav kurdan de çanda rexneyê pêş nekeve, kurd nikarin xwe ji nav lepê çanda bîad û îtaatê xilas bikin, yanî heta ku kurd bi çaveke objektîv rêber û rêxistinên ku bi ser navê kurdîtiyê xwîn û xwêdan û dînamîzma kurdan wekê zîroyekî dimijin û dimiçiqînin analîz nekin û krîtîk nekin û kumê xwe xwahr nekin, nikarin hevsarê xwe ji destê dagirker û nokerên dagirkeran xilas bikin û azad bibin..



13.02.2014 04:58 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rexnedîn

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî