Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xwêjinkî - tirşik
xwêjinkî
(2) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. peyveke xweserî dîwançe û ferhengoka arjen arî ye.. min heta niha tenê di şi'ra wî ya bi navê hêvî û di pêşeka pirtûka wî ya bi navê bakurê helbestê û di nivîseka wî ya amidakurd.net ê de dîtiye.. wekê din ne li ferhengan û ne li ser netê û ne jî ji devê xelkê guhlê nebûme.. min ji çend camêrên ji derdora çalê û omerî pirsî lê ewan jî nezanî..



hevokên ku ev peyva nadîde û nestêleh xwe lê digire:



''wê vebe rengo rengo li dû taveke xwêjinkî.''



''Wê şevê, beriya ku hîv biçe şivê, gava ku min dît mîna kulmek xwe bikeve agir, ji ezman wisa bêjimar stêr xwêjinkî hatin xwarê, ez ji ser livînan hilçeniyabûm û min kiribû qîrîn: Yaaaddd yaaaad! Li rijîna stêran meyzên!''



''Ji hêlekê de bila Xaniyê nemir di mesneviya xwe de

Feqî, Mela, Herîrî… heyy bike, Cizîrî berî Xanî'yê

Kurdî-xan tîrên helbestê ji dîwana Mîrê Botan xwêjinkî

bi ser Axa Îran de dibarîne; û dost û dujminan bi vê

malikê dihesîne:

Ger luluyê mensûrî ji nezmê tu bixwazî

Wer şiîrê Melê bîn,te bi Şîrazî çi hacet!''



li gorî texmîna min; xwê-ya xwêjinkî-yê ji xwêla ku di wateya xwahrê de ye, çêbûye.. bi qasê ku dixweye peyv di waetya şêweya tiştên (bi taybetî jî tîrêjên tavê û şewqa heyvê) kevanokî û qewsokî de hatiye bikaranîn.. bi tirkî eğimli, meyilli, kavisli Û bi îngîlîzî jî; curved, sloping, inclined..



09.02.2014 17:14 | endazer

2. ev peyv li derdora herêma botan tê bikaranîn, ber guhê min ketiye, diya min jî go min sehkiriye lê me nekarî em ji nav derkevin*

'jin'a xwêjinkî de bi ya min ji peyva jenandinê ye; stêrk li ezmana dijenin*

xwê jî rasterast xwê* ye çimkî barana tavî libelib dibare, stêrk libelib dirijin*



18.03.2014 22:30 | kevçiyê dil

3. ji ber xwe de avêjtina bi vê ecêbê? ya staaarrr..

nizanim jina xwêjinkî li kû der û deverê dibihurê û çi eleqeya tav û taviyê bi hev re heye?



18.03.2014 22:34 | endazer

4. ...li dû taveke xwêjinkî...de behsa barana tavî hatiye kirin ezbenî çimkî keskesor* piştî baranê derdikeve ne piştî tavê

dema li ezman stêrk dibiriqin em dibejin stêr dijenin*



18.03.2014 22:45 | kevçiyê dil

5. li gorî wîkîpediyayê li gundê quzêrîb di wateya tişta pirr perçe, tişta ne yeker, xurde, tişta hûrkirî de tê bikaranîn.. wek; pereyê te xwêjing e yan na? http://goo.gl/ACCQEm



18.03.2014 23:14 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwêjinkî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî